1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojava ji bo Sûriyeya pêşerojê dikare bibe model
Rojava ji bo Sûriyeya pêşerojê dikare bibe model,rojava,ji,bo,sûriyeya,pêşerojê,dikare,bibe,model

Rojava ji bo Sûriyeya pêşerojê dikare bibe model

A+ A-

MÛRAT KÛSEYRÎ - STOCKHOLM - ANF Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê Olle Thorell destnîşan kir ku Rojava dikare ji bo Sûriyeya pêşerojê bibe model. Parlamenterê Partiya Gel Fredrik Malm jî got, "Ji bo ev pergalên demokratîk bijîn, divê em destekê bidin wan."

Heyeta Kantona Cizîrê ya ji Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo, Berdevkê Komîteya Siyasî ya Meclîa Qanûnsaz Abdulkerîm Omer û Serokê Meclîsa Yekitiya Suryanî Bessam Îshak, ji roja Duşemê û vir ve li paytexta Swêd Stockholmê hevdîtinên xwe yên bi nûnerên partiyên siyasî, parlamenter û saziyên dewletê re dewam dike.

Di hevdîtinên ku Seroka Konseya Kurd li Swêdê Eda Duzgun, Berpirsyarê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Alî û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekitiya Suryanî Hanîbal Yacoub jî tê de cih girtin, heyetê der barê pêşketinên dawî yên li Sûriye û Rojava, ambargoya li ser Rojava, êrîşên çeteyên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ên ser bi El Qaîdeyê de agahî da û bal kişand ser pirsgirêkên Rojava yên ji ber xwarin û dermanan.

BI NÛNERÊN PARTIYÊN SIYASÎ RE DANÛSTANDINÊN BERFIREH

Heyet bi Serokê Komîteya Piştgirîdayîna Mafên Mirovan Jacob Johnson, Serokê Komîteya Kurd û Berdevkê Polîtîka Deve ya Partiya Gel Fredrik Malm, Hevberprisyarê Polîtîka Derve ya Partiya Keskan a Hawirdorparêzan Valter Mutt, parlamenter Annika Lillemets û parlametera Partiya Mûxafazakar ku hevkarê mezin ê desthilatdariyê ye Margareta Segerstendt re hevdîtinên cuda kir.

Heyeta Kantona Cizîrê, bi heyeteke ji 6 parlamenteran ku serokatiya wê Endamê Têkiliyên Derve ya Parlamentê yê ji Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat Olle Thorell dikir re rûnişt û piştre bi Komîteya Parlamentê ya ku Parlamenterên Partiay Navendê, Partiya Çep, Demokratên Xiristiyan a ji Komîteya Piştgirîdayîna Sûriyeyê re hevdîtin kir.

Heyeta Rojava pêr û duh bi rayedarên Saziya Alîkariya Derve ya Swêdê Sida, rayedarên Navenda Olof Palme û gelek rayedarên rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kir û ji çapemeniya dîtneyî û nivîskî ya Swêdê re axivî.

Parlamenterên bi heyeta Rojava re hevdîtin kirin, der heqê pêşketinên li Rojava de nêrînên xwe ji ANF'ê re vegotin.

ROJAVA JI BO SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ DIKARE BIBE MODEL

Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentê Olle Thorell da xuyakirin ku ew kantonên bi awayekî demokratîk ên ku hemû etnîk û baweriyên li Rojava tê de cih digirin gelekî balkêş dibînin û destnîşan kir ku Rojava dikare bibe model ji bo Sûriyeya pêşerojê. Thorell diyar kir ku ew alîgirin pirsgirêka li Sûriyeyê bi rêbazên siyasî were çareserkirin û anî ziman ku Rojava ji bo çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê mînakeke û divê were destekkirin.

Parlamentera heman partiyê Anna Wallen jî ragihand ku divê ambargoya li ser Rojava bê rakirin û sînor werin vekirin û got, "Emê mijarê bînin rojeva parlamentê û ji hikûmetê bixwazin ku ji bo Yekitiya Ewropayê bikeve navberê, têkeve nava hewldanan."

Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Yilmaz Kerîmo jî da zanîn ku wan civîneke gelekî çêker pêk anîne û girîngiyê didin ewlekirina mafên hemû gel û baweriyên li Rojava bi destûra bingehînî. Kerîmo destnîşan kir ku divê heman tişt li Sûriyeyê jî were kirin.

BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ GELÊ ROJAVA BÊ EWLEKIRIN

Parlamenterê Partiya Gel û Berdevkê Polîtîka Derve Fredik Malm da xuyakirin ku her sê kantonên li Rojava di nava zehmetiyê de ne û bibîr xist ku li ser ambargo tê meşandin û rastî êrîşên çeteyan tên. Malm got, "Ji bo ev pergala demokratîk karibe bijî, divê em destekê bidin. Beriya her tiştî divê ewlekariya gelê Rojava were bicih anîn. Kengî ev pêk hat, hingî hilbijartinên dmeokratîk divê werin kirin."

Der heqê pirsa li ser bidestxistina Mûsil û hin bajarên din ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve wê bandoreke çawa li herêmê bike, Malm got, "Ew nîşan didin ku li Iraqê şerekî navxweyî dikare ji nû ve bê destpêkirin. Ev yek wê bandorê li Sûriye, Rojava û Kurdistana Iraqê bike. Lê dibe ku cîhana derve neçar bimîne dest li vê werde. Rewşeke gelekî balkêş e. Beriya salekê dagirkeriya Sûriyeyê dihat axivîn. Niha em destwerdana li çeteyan diaxivin. Her tişt bi lezgînî diguherin."

Parlamentera Partiya Gel Anna Steele jî da xuyakirin ku pirsgirêka herî lezgîn a Rojava divê were çareserkirin, ji holê rakirina ambargoyê û alîkariya xwarin û dermanane. Steele da zanîn ku ewê di vî warî de bikevin nava hewldanan.

Heyeta Rojava wê îro jî di civîneke li Navenda Perwerdeya Karkeran (ABF) a li Stockholmê der heqê pêşketinên li Rojava û danûstandinên dîplomatîk ên li Ewropayê de raya giştî ya Swêdê û Kurdistaniyan agahdar bike.