Rojava li benda 20 hezar ton genim e!
AMED (DÎHA) - Kordînasyona Rojava heya niha 250 kamyon alîkarî ji bo Rojava şand û 50 kamyon jî li ber şandinê ne. Endamê Koordînasyona Rojava Huseyîn Durmaz, destnîşan kir ku divê 20 hezar ton genim demildest ji Rojava re bê şandin.
Kampanyaya ji bo piştgiriya Rojava ku li her derê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi dirûşma "Rojava rûmeta me ye, em li rûmeta xwe xwedî derkevin" ji aliyê Koordînasyona Rojava hatiye destpêkirin berdewam dike. Kampanyaya ku ev 4'ê tîrmehê hat destpêkirin ji aliyê gelê kurd ve rastî eleqeyek mezin tê. Endamê Koordînasyona Rojava, Huseyîn Durmaz derheqê merheleya dawîn ya kampanyayê de ji DÎHA'yê re axivî.
'Divê gel zêdetir li Kampanyayê derkeve'
Durmaz, diyar kir ku heya niha li Tirkiyeyê û Kurdistanê di nav mehekê de 8 TIR genim, 2 kamyon derman, bi tevahî jî 250 kamyon qut û alîkariyên mirovahiyê ji Rojava re hatine şandin. Durmaz, destnîşan kir ku niha jî 50 kamyon xwarin, pêwistiyên mirovahiyê ya jiyanî li ber şandinê amade ne. Durmaz, da zanîn ku ji ber hilbijartina serokomariyê di kampanyayê de qelsî derketin holê û wiha got: "Li hember hemû kêmasiyan gelê kurd bi dildariyeke mezin li xwedî kampanyayê derketin. Careke din me lez da xebatên xwe." Durmaz, ji bo ku kampanya mezintir bibe xwest ku gel zêdetir li kampanyayê xwedî derkevin.
'Pêwistiya herî mezin genim e'
Her wiha di Meha Remezanê de ji aliyê Odeya Senayî û Bazirganiyê li banqê ji bo Rojava hesap hat vekirin. Durmaz li ser vê mijarê de jî axivî û got ku gelek hemwelatî di vî warî de hesas tevgeriyan û fitrê xwe ji bo Rojava kom kirin. Durmaz, destnîşan kir ku pereyên ku hatine berhevkirin jî ji bo kantona Kobanê tên bi kar anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bi peywirdarên wir re dikevin têkiliyan û li gorî vî jî çi ji wan re pêwist be distînin û dişînin."
Durmaz, anî ziman ku pêwistiya herî mezin ya Kobana niha bi genim heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ar û qutên ku tên şandin, ji ber germahiya zêde kurm dikevin wan û nayên bikaranîn. Ji ber vê yeke pêwîstiya herî mezin genim e. Niha ji bo peydakirina genim xebatên me didomin. Divê em 20 hezar ton genim ji Rojava re bişînin."
(st-ho/gka/bd)