1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Rojava rojeva 2013'an diyar kir -1
Rojava rojeva 2013'an diyar kir -1,rojava,rojeva,2013,an,diyar,kir,1

Rojava rojeva 2013'an diyar kir -1

A+ A-

DILDAR ARYEN - QAMIŞLO 24.12.2013 07:56:37

Li Rojava gelê ku bi şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an re rêveberiya xwe ava kir, bi armanca parastina destketiyên xwe, di sala 2013'an de hêza parastinê ya herî rêxistinbûyî û bi dîsîplîn a heremê derxist holê. Yekîneyên Parasina Gel (YPG) ku di destpêka salê de konferansa xwe lidar xist, biryara artêşbûyînê da. Heta gundan xwe birêxistin kir û li hemberî êrîşên ji gelek aliyan ve, berxwedaneke mezin nîşan da. 5 bajar, 5 bajarok û zêdeyî 100 gund azad kir û herêm ji çeteyan paqij kir. Li qada parastinê rêxistinbûyîna xweser a jinê ava bû: 5 tabûrên jinan ava bû, berxwedan û destketiyên hatin nîşandan, li qada herêmî û navneteweyî rê li ber bandorên girîng vekir.

Bihara gelan sala 3. li dû xwe hişt, lê belê li Sûriyeyê pêvajoya şoreşê ya di sala 2011'an de ji aliyê gel ve hat destpêkirin, di sala 2013'an de bi tevlibûna hêzên herêmî û navneteweyî re hîn bêtir rê li ber mirin, xerabûn û talanê vebû. Rejîma Baasê hebûna xwe parast û hêzên mûxalîf ên nekarî bibin yek, ketin bin bandora hêzên radîkal ên bi navê Îslamê tevdigerin. 6 mîlyon mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin; li bajarên hatin hilweşandin bûyerên birçîbûn, nexweşî, revandin, îşkence, pêkanînên li dijî mirovahiyê û destavêtin derketin asta herî bilind.

Li gelemperiya Sûriyeyê di nava salê de rewş ev bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî şoreş û xebatên avakirina xweseriya demokratîk a di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi bidestketina rêveberiya bajaran re destpê kirin, di sala 2013'an de veguherî sîstemekê. Lingê herî girîng ê sîstemê jî parastin bû.

DI ARTÊŞBÛYÎNÊ DE GAVEKE GIRÎNG

Qada parastinê, ku di 12'ê Adara 2004'an de bi berxwedana gel a li dijî komkujiya hêzên rejîmê li bajarê Qamişlo pêk anî birêxistin bû, bi pêvajoya şoreşê re ber bi sazîbûnê ve çû. Yekîneyên Parastina Gel ên di 2011'an de ava bû û di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi awayekî fermî hat îlankirin, di sala 2013'an de jî veguherî hêza herî girîng a parastinê ya herêmê.

YPG'ê di navbera 1-5'ê Çileyê de bi beşdariya 336 delegeyên ji fermandar û şervanên herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Qamişlo, Serêkaniyê, Amûdê, Kobanê, Efrîn, Heleb, Bab û gelek herêmên din li Dêrika Hemko konferansa xwe lidar xist, xwe veguherand artêşekê û rêziknameyeke ku hemû gelên li Rojavayê Kurdistanê hembêz dike, esas girt. Di konferansê de her wiha biryar hat dayîn bi navê "Akademiyên Şehîd Xebat" akademiyên perwerdeyê li hemû herêman bên vekirin û bi armanca temsîlkirina tevahiya gelê Rojavayê Kurdistanê al hat guhertin.

Di konferansê de her wiha hat destnîşankirin ku li gorî esasên Peymana Cenevre wê têkoşîn bê meşandin û hat îlankirin ku YPG aliyê vê peymanê ye. Di 11'ê Cotmehê de saziyeke navneteweyî Banga Cenevre ya navenda wê li Swîsreyê ye, li Rojavayê Kurdistanê bi rayedarên YPG û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) re hevdîtin kir. Alî li ser paqijkirina mayinan û parastina jin û zarokan li hev kirin. Hat ragihandin ku di dema pêş de wê di vê mijarê de protokolek bê morkirin.

DAMEZRANDINA YEKÎNEYÊN PARASTINA JINÊ HAT ÎLANKIRIN

Li gel berxwedana mezin a li hemberî êrîşên li dijî herêmê YPG'ê di warê rêxistinbûyîn û sazîbûNê de gavên cidî avêt. Jinên ku ji dema damezrandina YPG'ê ve bi awayekî aktîf cih girtin, xwe birêxistin kirin û sazîbûna xwe ava kirin. Li Kobanê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Dêrik û Efrînê tabûrên jinê hatin avakirin, bi konferansa li Dêrikê ya di navbera 2-4'ê Nîsana 2013'an re damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê hat îlankirin. Di konferansê de biryar hat dayîn ku rêxistinbûna li qada leşkerî were berfirehkirin û Akademiyên Parastina Jinê yên Şehîd Şîhan bên avakirin. Li dû konferansê li Efrîn û Dêrikê 2 akademî hatin avakirin.

ÊRÎŞÊN PIRALÎ Û BERXWEDANA MEZIN

Rojavayê Kurdistanê di sala 2013'an de di qada parastinê de ji rêxistinbûyînên mezin re mêvandarî kir. Sala 2013'an her wiha li vê derê bû saleke erîşên piralî. Sîstema xweseriya demokratîk her diçû hat rûniştandin, lê hêzên herêmî û navneteweyî yên ev li dijî berjewendiyên xwe dîtin, bi rêya komên çete yên çekdar dest bi êrîşên piralî kirin. Gelê herêmê jî li hemberî êrîşan ji YPG'ê xwest, parastina wan bike.

GIRZÎRO Û SERÊKANIYÊ

Li gundê Girzîro yê ser bi bajarê Girkê Legê, ji ber zextên leşkerên rejîma Baasê û alîgirên rejîmê yên 9'ê Çileyê, gel ji YPG'ê daxwaza parastinê kir û li ser vê yekê YPG'ê bi wergirtina tedbîran re ji leşker û alîgirên rejîmê xwest Girzîro biterikînin. Ji ber bi êrîşê bersiv ji daxwaza YPG'ê re hat dayîn di 10'ê Çileyê de pevçûnan destpê kir. Di pevçûnên heta 15'ê Çileyê dewam kir de leşkerek mir, 8 alîgirên rejîmê jî birîndar bûn. Di dema pevçûnan de 4 leşker birîndar bûn û 7 alîgirên rejîmê jî dîl ketin destê YPG'yiyan.

YPG'ê li Girzîro tabûreke artêşa Sûriyeyê dorpêç kir û li Serêkaniyê jî çeteyên ku bi daxwaza agirbestê li hev kiribûn, ev yek firsend dîtin û careke din planên êrîşê kirin. 1500 çete ji sînroê Tirkiyê derbasî Serêkaniyê bûn û di 16'ê Çileyê de dest bi êrîşeke berfireh kirin. Hêzên YPG/YPJ li vir berxwedaneke mezin nîşan dan û li du eniyan komên çete ji herêmê derxistin.

Li herêma petrolê Girzîro piştî dorpêç û pevçûnên 11 rojan, di 21'ê Çileyê de leşkerên rejîmê ji herêmê hatin derxistin. Di dorpêçê de gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin, 70 leşker dîl hatin girtin. Li Serêkaniyê jî di pevçûnên dijwar ên 15 rojan de komên êrîşkar ji taxên Mehetê û Ebra yên li ser sînorê Tirkiyê xwe vekişandin û neçar man daxwaza agirbestê bikin. Li ser vê yekê bi şertê ku li bajêr meclîseke bi beşdariya hemû pêkhateyên etnîkî û derketina komên çekdar, agirbest hat îlankirin. Hêzên YPG'ê di pevçûnan de gelek wesayît, cebilxane û du ambûlans desteser kirin, zêdeyî 100 çete jî hatin kuştin.

Di pevçûnên li Serêkaniyê de 9 şervanên YPG'ê û 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

ÇILAXA, TIRBESPIYÊ Û RIMÊLAN

Gelê herêmê bi YPG'ê re li dijî êrîşan li ber xwe da, li aliyê din jî li hin bajaran bermayînên rejîmê paqij kir. Di 21'ê Sibatê de li bajarê Çilaxa yê ser bi Girkê Legê gel dest danî ser hemû navendên rêveberiyê yên rejîma Baasê û hêzên rejîmê ji herêmê hatin derxistin. YPG'ê rêveberî radestî Meclîsa Gel kir.

Di 1'ê Adarê de şêniyên bajarê Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryanî, bi alîkariya hêzên YPG/YPJ'ê, hêzên mayî yên rejîmê ji navenda bajêr derxistin û rêveberiya xwe ya xweser ava kirin. Li dû azadbûna bajêr, ji hemû pêkhateyan mirov daketin kolanan û ev yek pîroz kirin.

Di 2'ê Adarê de jî hêzên YPG'ê dest bi operasyona azadkirina bajarê petrolê Rimêlan kir. Di dawiya rojê de bajar ket bin kontrola YPG'ê; 15 polîs, 13 leşker û 2 endamên îstîxbaratê dîl hatin girtin.

HELEB, EFRÎN, TILTEMIR

Li herêma Cizîrê pevçûn bi dijwarî dewam dikir. Li Helebê jî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Kurd bi giranî lê dijîn, bûn hedefa hêzên rejîmê û çeteyan. Di 28'ê Adarê de hêzên rejîmê her du tax bombebaran kirin û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwqe ji dest dan. Dûre komên çete jî tevli van êrîşan bû û li hemberî van YPG û Cephet El Ekrad a ji aliyê Kurdan ve hat avakirin, berxwedaneke mezin nîşan dan. Ji ber êrîşan bi hezaran mirovan koçî bajarên Efrîn û Kobanê kirin, gelek kes li ser rêyan ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Dîsa bi meşandina ambargoyê re hewl hat dayîn gel were koçberkirin. Li dû êrîşên heta meha Cotmehê, her du tax jî ji aliyê hêzên YPG'ê ve hatin ewlekirin. Gundên Kurdan ên li Helebê jî ji aliyê çeteyan ve hatin dorpêçkirin û zexta valakirina gundan hat kirin.

Di 25'ê Gulanê de dma çeteyan li herêma Efrînê êrîş kirin, hêzên navneteweyî jî ambargo meşandin. Pevçûnên ji ber êrîşên çeteyan ên li hemberû gundên ser bi nahiyeya Şêrawa ya Efrînê di 25'ê Gulanê de destpê kirin, li herêmê belav bûn. Welatî jî li gel van êrîşan her wiha li ehmberî ambargoyê jî li ber xwe da û hewl da bi derfetên xwe pirsgirêkên xwe çareser bike. di encama berxwedana YPG'ê de herêm ji çeteyan hat paqijkirin.

Dîsa di nava meha Gulanê de çeteyan gelek caran êrîşî bajarê Til Temirê kirin û di encama berxwedana YPG'ê de ji herêmê hatin derxistin.

SERÊKANIYÊ BI TEMAMÎ HAT AZADKIRIN

Gelê Rojava dema xwe ji bo pîrozbahiyên salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê amade dikir, çeteyan careke din êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin. Di 16'ê Tîrmehê de çeteyan li Taxa Mehetê ya Serêkaniyê êrîşî dewriya YPG'ê kirin û piştî ku şervanek YPG'ê revandin, hêzên YPG'ê dest bi operasyoneke dorfireh kir. Di encama operasyona du rojan de di 17'ê Tîrmehê de deriyê sînor hat rizgarkirin, bajar bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin, 25 çete dîl hatin girtin. 2 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dan.

GIRÊ SPÎ, TIL HASIL Û TIL ERAN

Çeteyên ku li herêma Cizîrê windahiyên giran da, vê carê berê xwe dan bajar û bajarokên Kurdan ên li Heleb û herêma Reqa. Di 18'ê Tîrmehê de çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/Eniya El Nûsra, dor li Mala Gel a Kurdan a li navçeya Girê Spî girtin û gef xwarin. Çeteyên ku xwestin Kurdan ji herêmê derxînin di 20'ê Tîrmehê de êrîşî taxên Kurdan kirin û bi sedan sivîl revandin. Çeteyan herwiha Mala Gel û hin malên Kurdan bi bombeyan bi hewa xistin.

Li ser vê yekê Cephet El Ekrad bersiv dan êrîşan û pevçûn derketin. Li dû van pevçûnan hêzên YPG'ê dan xuyakirin ku ewê bersivê bidin êrîşan û bi armanca parastina welatiyan bersiv dan êrîşên çeteyan. Heta 23'ê Tîrmehê li Girê Spî û gundên wê pevçûn bi berfirehî dewam kir û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û gelek gund hatin azadkirin. Di van pevçûnan de kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim endamê YPG'ê Şervan Muslim jî jiyana xwe ji dest da. Êrîşên çeteyan hînê dem bi dem dewam dikin, navçe di bin kontrola hêzên YPG'ê de ye.

KOMKUJIYÊN LI DIJÎ SIVÎLAN

Çeteyên ku windahiyên giran dan, vê carê li dijî sivîlan komkujî kirin. Di 28'ê Tîrmehê de çeteyan êrîşî bajarokên Til Hasil û Til Eran ên li Helebê ku Kurd lê dijîn kirin, welatî qetil kirin û malên wan talan kirin. Di êrîşên 5 rojan de zêdeyî 70 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan welatî neçar man koç bikin. Dîsa gelek sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û rastî îşkenceyê hatin. Çeteyên bi navê Îslamê ketin nava tevgerê, ji mizgeftan li dijî mal û namûsa Kurdan fetwa dan.

YPG'Ê DEST BI OPERASYONÊN ŞOREŞGERÎ KIR

Çeteyên bi piştgiriya hêzên derve hewl dan li Efrîn, Kobanê û herêma Cizîrê bi dest bixin, piştî ku êrîşên wan ên li Efrîn û Kobanê negihaştin armanca xwe, bi hemû hêza xwe êrîşî herêma Cizîrê kirin. Çeteyên ku herêmên Rimêlan, Tirbespîyê, Dêrik, Girkêlegê, Çilaxa, Tiltemir û Serêkaniyê hedef girtin, ji destpêka Îlonê ve dest bi êrîşan kirin. Li aliyekî din bi antî propaganda re hewl dan gel ji herêmê derxînin. Çeteyên windahî dan, her wiha serî li rêbazên derveyî mirovahiyê dan û li dijî sivîlan êrîşên bombeyî kirin.

Bi hezaran mirov ji herêmê koçî Başûrê Kurdistanê kirin. Hêzên YPG/YPJ'ê li dijî êrîşan seferberî îlan kirin û berxwedaneke mezin nîşan dan. Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û gelê li herêmê jî bersiv dan banga seferberiyê û li qada parastinê beşdarî xebatê bûn. Di vê pêvajoyê de beşdariyeke xurt li nava refên YPG/YPJ'ê çê bû. Fermandariya Giştî ya YPG'ê da xuyakirin ku heta herêm bi temamî ji çeteyan were paqijkirin, ewê berxwedana xwe dewam bikin.

LI TIRBESPIYÊ 'OPERASYONA ŞOREŞGER A ŞEHÎD ÇEKJÎN'

Li dû daxuyaniyê hêzên YPG/YPJ'ê berxwedana xwe tund kirin û ji meha Îlonê ve dest bi pêvajoyeke sê mehan a operasyona şoreşgerî kirin. Pêngava destpêkê ya operasyonê di destpêka Îlonê de bi navê "Operasyona Şoreşger a Şehîd Çekjîn" li herêma Tirbespiyê pêk hat. Di operasyonê de gundên Harika, Himara, Çêlekê, Qesrok, Xirbet Bîr, Imarat û Hedad ên ser bi Tirbespiyê hatin rizgarkirin. Tahûnê û Mezra Kelemun ên çeteyan ji xwe re weke biryargeh bikar dianîn jî ketin bin kontrola hêzên YPG'ê. Di operasyonan de 14 çete hatin kuştin.

Operasyon dûre li Girkê Legê dewam kir. Di operasyonê de gundên Xwêtle, Cedan, Sukeriyat, Rimêlana Elşêx, Rimêlana Başa, Sefa, Mizêrta, Şemam, Xemo, Baqila Mezin, Baqila Biçûk, Xirab Bajar, Tilelo ya Mezin, Tilelo ya Biçûk, Tileloya Xemer, Siwêdiya Ereban, Meheta-17 û Meheta-20, Seharîc, Sidêriyê, Mişêrfa, Xedan û Siriyê ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di pevçûnên li herêma Qamişlo belav bû de gundê Iwêna hat rizgarkirin. Di pevçûnên du rojan ên bênavber li Çilaxa, Serêkaniyê û Girê Spî de 177 çete hatin kuştin.

DI OPERASYONÊ DE QONAXA DUYEMÎN

Qonaxa duyemîn a 'Operasyona Şoreşger a Şehîd Çekjîn' bi navê 'Operasyona Şehîd Dilovan' pêk hat. Di sê rojên destpêkê yên operasyona di meha Îlonê de destpê kir 200 çete hatin kuştin. Di encama pevçûnan de gundê Elok ê ji bo Serêkaniyê stratejîk e ji çeteyan hat rizgarkirin. Lingê sêyemîn ê operasyonê ku di 24'ê Îlonê de destpê kir jî li Serêkaniyê, Tirbespiyê û Girê Spî pevçûn rû dan. Li Serêkaniyê gundên Derdara û Hemîd hatin rizgarkirin û 37 çete hatin kuştin.

QONAXA SÊYEMÎN, GIRKÊ LEGÊ Û DERDORA TIRBESPIYÊ

"Operasyona Tolhildana Şehîdên Çilaxa û Tirbespiyê" ku bi armanca rizgarkirina gundên Girkê Legê û Rimêlan, Çilaxa û Tirbespiyê destpê kir, di 12-19'ê Cotmehê de pêk hat. YPG'ê bi wesîleya Cejna Qurbanê di 14'ê Cotmehê de agirbest îlanh kir, lê belê ji ber êrîşa çeteyan a li herêma Til Elo ya li dijî nuqteyên YPG'ê pevçûn derketin. Di van pevçûnan de 84 çete hatin kuştin.

Di 20'ê Cotmehê de di encama êrîşa bombeyî ya li hemberî nuqteya kontrolê ya YPG'ê ya li Tirbespiyê de 6 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. YPG'ê bi çalakiyan bersiv da êrîşê û gundên Mezra, Sîha, Sidêdiyê, Werdiyê, Bûsa û 3 mezrayên ser bi Til Koçer û 10 nuqteyên leşkerî ji çeteyan rizgar kir.

TIL KOÇER HAT AZADKIRIN

Di qonaxa çaremîn a operaysonê de Deriyê Sînor ê Til Koçer ku ji bo Rojava xwedî girîngiyeke stratejîk e, dûre bajarê Til Koçer û gundên Mehmûdiyê û Cihêşê hatin rizgarkirin. Her wiha embarên genim ên li Tilelo, Tilelo Xemir, Yûsiviyê, Girêfatê, Girhok a Jêrîn, Elî Axa, Cinêdiyê, Ebû Hecer û Navenda Petrolê ya Dîcle hatin rizgarkirin.

"Operasyona Şehîdên Serêkaniyê" ya piştre destpê kir jî ji bo vekirina rêya bejahî ya navbera Serêkaniyê û Til Temir pêk hat. Di encama operasyona di 3'ê Mijdarê destpê kir de Gundên Mişrafa, Esfer Necar, Micêbra, Katofa Bakur, Katofa Başûr, Edûlê, Hilwa Çeçenan, Til Hirmit, Cikêma, Swami Elsefih, Tildiyab, Esediyê, Bîr Nûh, Qisêr, Bîr Elzad, Siyade, Helebiyê, Moyerd hatin rizgarkirin û gelek nuqteyên kontrolê yên çeteyan hatin bidestxistin.

Di operasyonê de her wiha bajarokên dîrokî Til Xelef û Menacir ên çeteyan demeke dirêj ji bo xwe weke navenda êrîşan bikar dianî, hatin azadkirin. Her wiha bajarokê Ebû Raseyn ê di navbera Serêkaniyê û Til Temir de cih digire û piraniya şêniyên wê Ereb in hat rizgarkirin.

GUNDÊN LI DERDORA QAMIŞLO

Bi armanca rizgarkirina gundên Tirbespiyê û Qamişlo di 14'ê Mijdarê de "Operasyona Tolhildana Şehîdên Qamişlo û Kobanê" hat destpêkirin. Di encama operasyonê de gundên Iwêna Selîm, Riheya Biçûk û mezin, Şebana, Riheya Zahir, Tilîd, Mihemed Diyab, Mihemediyê Sofiyê, Mera, Taya, Ebû Meqrîn, Mezlûma, Xirbet Elsîm, Miqrinyat, Xirbit Cihaş, Nebûa, Bizona û Xirbet Eltêr hatin rizgarkirin.

LI DERDORA TIL TEMIR-HESEKÊ 29 GUND HATIN RIZGARKIRIN

Li dû van operasyonan çeteyan vê carê li dijî nuqteya kontrolê ya YPG'ê ya li gundê Xêbiş ê ser bi Til Temirê di 20'ê Mİjdarê de êrîşeke bombeyî pêk anîn û di encamê de 8 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Bi armanca bersivdayîna êrîşê di 25'ê Mijdarê de YPG/YPJ'ê "Operasyona Şehîdên Til Temir" dan destpêkirin û rêya Til Temir-Hesekê ji çeteyan paqij kirin, bajarokê Tiwêna û 29 gundên li rojavayê Hesekê û Til Temir ji çeteyan rizgar kirin.

HÊZÊN LI PIŞT ÊRÎŞÊN ÇETEYAN

Derket holê ku di êrîşên tevahiya rojê de gelek hêzên navneteweyî û herêmî cih girtine. Tirkiyeya ku berê deriyê xwe yê sînor ji çeteyan re vekir û ev dîmen li çapemeniyê belav bû, vê carê alîkariya çek û xwarinê da çeteyan. Li navendên çeteyan ên bidestketin, delîlên van hatin zevtkirin, li Serêkaniyê, Hesekê, Girê Spî û Efrînê nasnameya kesên welatiyên Tirk hatin dîtin. Li herêma Efrînê jî deriyê sînor ê bi awayekî fermî girtiye, derket holê ku bi şev ji çeteyan re tê vekirin. Her wiha bi belgeyan îspat bû ku hin kesên endamên cemaetên cuda yên li Tirkiyê diçin Rojava û di nava çeteyan de li dijî Kurdan di êrîşan de cih digirin.

Li Serêkaniyê jî li navenda El Nûsra ya ket destê YPG'ê, pasaportên kesên welatiyên Amerîkî, Misirî, Lubnanî û Lîbyayî hatin dîtin. Di pasaportan de diyar dibû ku tevahiya van kesan di ser Tirkiyê re derbasî Rojava bûne. Her wiha li Serêkaniyê 2 ambûlansên yek jê ya Tirkiyê ya din jî ya Fransayê ku çeteyan bikar dianîn, hatin bidestxistin.

Di meha Sibatê de di belgeyeke ku hêzên Asayîşê li Kobanê bidest xistin de dihat nivîsandin, ku di civîneke li Rihayê de hin biryar hatine stendin ku deriyên sînor ji derbasbûna çek û çeteyan vekirî be, li Rojavayê Kurdistanê tûgay û tabûr werin avakirin û oldar werin bikaranîn.

Di 26'ê Tîrmehê de 70 fermandarên Artêşa Sûriyeya Azad û komên çekdar li Dîlokê civînek lidar xistin. Di civîna ku rayedarên MÎT'ê jî cih girtin de, planên êrîşên li hemberî Kurdan hatin kirin. Di dîmenên rayedarên mijara gotinê yên di înternetê de hatin weşandin de, ev yek hat ziman. Li dû civînê jî di 28'ê Tîrmehê de li Til Eran û Til Hasilê komkujî pêk hat.

Dûre jî di belavokeke li ser navê El Nûsra hat weşandin de dihat gotin ku bi Tirkiyê re peyman hatiye morkirin û li ser bikaranîna madeyên kîmyewî lihevkirin çê bûye. Ji xwe piştre li Hatay û Edeneyê maşînên bi madeyên kîmyewî bidest ketin û kesên hatin binçavkirin dûre serbest hatin berdan.

Di 19'ê Gulanê de 70 gumanbarên ji ser Başûrê Kurdistanê dixwestin derbasî Rojava bibin, ji aliyê hêzên YPG'ê ve hatin binçavkirin. Di encama lêpirsîna Asayîşê de derket holê ku ev kom endamên hin partiyên Kurd in û perwerdeya leşkerî dîtine.

Piştî vê demê rêveberiya Başûr Deriyê Sînor ê Sêmalka girt.

Hin komên Kurd jî ketin nava hewldanên provokasyonê, li Efrînê êrîşên bombeyî kirin. Di encama lêpirsînê de gelek endamên partiyên mijara gotinê ji aliyê Asayîşê ve hatin binçavkirin, van kesan li xwe mukur hatin ku ji Tirkiye û Başûrê Kurdistanê destek girtine.

Dîsa di meha Hezîranê de komeke bi navê "Tûgaya 313" ya ji Tirkiyê piştgirî digirt û komên ser bi hin partiyên Kurd li bajarê Amûdê dest bi provokasyonê kirin. Di 27'ê Hezîranê de êrîşî dewriya YPG'ê ya ji operasyonê vedigeriyan kirin û di encamê de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê hêzên YPG û Asayîşê li bajêr dest bi operasyonê kirin û gelek kes kirin binçavan. Di êrîşan de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

BANDORA BERXWEDANÊ

Berxwedana di nava salê de hat nîşandan, planên êrîş û dagirkeriyê pûç kir û di nava gel de jî rê li ber baweriyeke mezin vekir. Gel hîn bêtir xwedî li YPG'ê derket. Ji xwe beşdariyên li nava refên YPG/YPJ'ê zêde bû û li Serêkaniyê, Til Temir û bajarokê Ebû Raseynê tûgayên YPG'ê yên ji welatiyên Ereb ava bûn.

Rizgarkirina Deriyê Sînor ê Til Koçer li qada navneteweyî û herêmî bandoreke mezin çê kir. Bi deh hezaran mirovên koçî Başûrê Kurdistanê kirin, li Rojava vegeriyan. Li qadên hatin azadkirin meclîsên gel ên ji Kurd, Ereb, Suryanî û Çeçenan hatin avakirin.

Bi şikandina êrîşên çeteyan re xebatên ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava amdekariyên wê dihat kirin, zêde bûn. Asûrî, Ereb, Suryanî û hin pêkhateyên olî yên xwe zêde nêzî vê nedikirin, yekser beşdarî xebatên rêveberiya xweseriya demokratîk bûn.

SIBÊ: Modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû Rojeva Cîhanê