1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojava xwe li dijî bêkarî û koçberiyê birêxistin dike
Rojava xwe li dijî bêkarî û koçberiyê birêxistin dike,rojava,xwe,li,dijî,bêkarî,û,koçberiyê,birêxistin,dike

Rojava xwe li dijî bêkarî û koçberiyê birêxistin dike

A+ A-

NÊRGIS BOTAN - DÊRIK 22.06.2014 07:13:26 Li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyekî ve hewl tê dayîn pirsgirêk çareser bibin, li aliyê din jî ji ber koçberiya zêde pirsgirêkên nû derdikevin holê. Serkêşiya van pirsgirêkan jî bêkarî dike. Di mijara bêkariyê de hînê statîstîkek nîne. Tê payîn ku di demeke nêz de encamên destpêkê yên xebatên di vî warî de derkevin holê. Piştî tedbîrên qanûnî, ji bo mercên jiyana civakî werin başkirin xebateke berfireh tê meşandin.

Wezîrê Karên Civakî yê Kantona Cizîrê Dijwar Ehmê rewşa giştî ya civakî, rewşa koça hundir û derve, bêkarî û zerarên rejîma Baaasê di dema desthilatdariya xwe ya pêncî salî de daye Rojava, ji ANF'ê re nirxand.

Ehmê bibîr xist ku Rojava xwedî taybetmendiya mozaîka gelan e û diyar kir ku gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Misilman, Xiristiyan û Ereb, ji gelek ol û nîjadan mirov di nava xweşbîniyê de bi hev re dijîn.

'BI ESASGIRTINA REWŞA CIVAKÎ EM TEVDIGERIN'

Ehmê ragihand ku di sîstema xweseriya demokratîk a kantonên Rojava de hemû gel li gorî bîr û baweriya xwe bi hev re dijîn û destnîşan kir ku îro li ser xaka Kurdistanê ne tenê Kurd gelek gelên cuda bi hev re dijîn.

Ehmê da xuyakirin ku di dema meşandina xebatên xwe de ew vê rewşa civakî esas digirin û got, "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi qanûnê li gorî rewşa civakî tevdigere. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rêveberiya bi vîna cewherî ya gel esas digire. Em jî weke wezaretî li gorî exlaqê civakê kar dikin."

Ehmê diyar kir ku Wezareta Karên Civakî ya Kantona Cizîrê ji roja avabûye û vir ve pêşengî ji gelek xebatan re kiriye û got, "Ji bo alîkariyên saziyên navneteweyî yên ji bo gelê Rojava bi awayekî adîl bên belavkirin, me di 14'ê Nîsana 2014'ande pêşnûme qanûnek pêşkêşî meclîsa qanûnsaziyê kirin. Niha 4-5 saziyên civakî yên sivîl ji bo di çarçoveya vê qanûnê de bixebitin, ketin nava tevgerê."

REWŞA EWLE ŞERT E

Ehmê da xuyakirin ku eger ew îro di rewşeke ewle de xebatên xwe dimeşînin ev yek nîşaneya pêkhatina ewlekariyê ye û got, "Lê mixabin şert û mercên şer ên li herêmên din ên Sûriyeyê bandoreke neyînî li Kantona Cizîrê dike. Em çiqasî projeyên baş û serketî biafirînin jî eger ewlekarî nebe, bi kêr nayê. Ji ber vê yekê ya divê destpêkê were kirin ewlekarî ye. Ji ber ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îro rewşeke ewle afirandiye, em îro karê xwe dimeşînin."

Ehmê bal kişand ser zerara rejîma Baasê daye rewşa civakî ya li Rojava û ragihand ku bi taybetî ciwanan zerareke mezin dîtine. Ehmê got, "Rejîma Baasê 50 sal in di nava civakê de rê li ber zerarê vekiriye. Bi taybetî ciwan bi maddeyên weke narkotîkê ve girê daye."

TEVÎ HEMÛ TENGASIYAN JÎ XAKA XWE NETERIKANDIN

Wezîrê Karên Civakî Dijwar Ehmê da xuyakirin ku bi Şoreşa Rojava re ji ber ambargoya li ser wan hat şidandin, wan demekê demên zehmet derbas kirine lê belê tevî van tengasiyan jî piraniya nifûsê xaka xwe neterikandiye. Ehmê her wiha destnîşan kir ku bi şoreşê re gelek pirsgirêk, li ser bingeha exlaqa civakî hatine çareserkirin.

Ehmê da zanîn ku gelê Rojava piştî şoreşê aboriya xwe bi xwe afirandiye û got, "Bi vî rengî nîşan da ku ne mûhtacî kesî ye."

BANDORÊN ŞER Û KOÇBERÎ

Ehmê bal kişand ser bandora şerê sê sal in li Sûriyeyê dimeşe li ser psîkolojiya civakî û got, "Ev şer ne tenê şerekî çekdarî ye, şerekî psîkolojîk, aborî, civakî û siyasî ye. Bêguman ev şerê li Sûriyeyê bandoreke neyînî afiarnd. Mînak Kurdekî xwestiye ji Rojava biçe Helebê yan jî bajarekî din ê Sûriyeyê, ji ber ku bi tenê Kurd e, serî hatiye jêkirin, hatiye qetilkirin.

Ehmê da xuyakirin ku ji ber şerê li Sûriyeyê koçberiyeke mezin tê jiyîn û anî ziman ku li hemberî vê yekê wan gelek proje amade kirine. Ehmê diyar kir ku herêma Kurdan, yek ji qadên bingehîn e ku yên ji şer reviyane xwe lê girtine û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Ji bo pêşî li koçberiyê bigire hem di warê civakî hem jî di warê aborî de me gelek proje pêşkêş kirin. Ji bo mirov xaka xwe neterikînin û bi dil rehetî çandiniyê li ser erdê xwe bikin, bi wezaretên din re me gelek xebat meşandin. Weke Wezareta Karên Civakî me gelek proje amade kirin û pêşkêşî rêveberiya giştî kirin."

Ehmê diyar kir ku beriya şoreşê, razemeniya li Rojava bi tenê bi destûra rejîma Sûriyeyê dihat kirin û got, "Ji bilî rejîma Sûriyeyê, destûr ji kesî re nedihat dayîn ku li Rojava projeyekê bicih bîne. Her wiha derfet ji mirovên dixwestin febrîqeyan ava bikin re nedihat dayîn. Lê niha li Rojava her şêweyên hilberînê, projeyên febrîqeyê bicih tê anîn. Lê belê febrîqe, hilberîn çi hebe, li vir tê kirin."

BÊKARÎ JI BER KOÇA MEZIN ZÊDE BÛ

Ehmê da zanîn ku weke Wezareta Karên Civakî ew dixwazin gelek derfetên kar biafirîni, lê destpêkê dixwazin li ser bêkariyê xebateke statîstîkî bimeşînin û li gorî encamên jê derkeve kar dabeş bikin. Ehmê diyar kir ku bêkariya li Rojava, ji ber koça ji ber derve zêde bûye.

Ehmê ragihand ku bandora neyînî ya ambargoyê bi aboriya gel hatiye şikandin, lê belê dîsa jî pirsgirêkek bêkariyê li pêşiya wan e. Ehmê got, "Li Rojava gelek bêkar hene. Ji derve û hundir koçek hat jiyîn. Ev der cihekî bi qasî ku mirovan jê koç kirine, mirovên ji derve jî xwe lê girtiye."

Wezîrê Karên Civakî ragihand ku di rewşa heyî de ji mercên kar werin başkirin tedbîrên qanûnî tên wergirtin û di vî warî de qanûnên kar, saetên kar, mercên kar, mafên karkeran û sendîkayan hatine derxistin.

JI BO KOÇBERAN KAMP TÊN AVAKIRIN

Ehmê da xuyakirin ku ji bo koçberan beriya niha li bajarê Dêrikê kampa Hekimiyê hatiye avakirin û koçberên Kurd û Ereb ên ji Helep, Başûrê Kurdistanê û Reqqayê li van deran hatine bicihkirin. Ehmê da zanîn ku vê gavê kampeke duyemîn a bi navê "Newroz" hatiye avakirin û ev kamp jî ji bo koçberên ji Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê ye.