Rojavayiyên birîndar li ser sînor jiyana xwe ji dest didin!
11:22 11.01.2014 1 / 3 MÊRDÎN (DÎHA) - Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, diyar kir ku ji 10 Rojavayiyên ku 8'ê Çileyê li Rojava herêma Dêrika Hemko di encama teqînekê de birîndar bûn ji ber Tirkiyeyê destûr neda tedawîkirina wan 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Kaymaz, da xuyakirin ku 6 Rojavayiyên din jî yên rewşa wan giran li ser sînor tên rawestandin.
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê da xuyakirin ku 10 Rojavayiyên di 8'ê Çileyê de li Herêma Dêrika Hemko di encama teqînekê de birîndar bûn ji ber Walîtiya Mêrdînê daxwaznameya wan a ji tedawîkirina wan kesan li Tirkiyeyê bê bersiv hiştiye 4 ji wan birîndaran jiyana xwe ji dest dane. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz destnîşan kir ku Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk bi Waliyê Mêrdînê Ahmet Cengîz û Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî bi Wezîrê Karên Navxweyî re hevdîtîn çêkirine; lê belê tevî van hemû hewldanan destûr nehatiye dayîn ku Rojavayiyên birîndar li Tirkiyeyê tedawiyê bibînin.
Kaymaz diyar kir ku Rojavayiyên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Nîhat Siyamend Xelîl, Gulistan Suleyman Xelîl, Egîd Ahmet Ekrem û Ekrem Omer Hecî ne.
Polîtîkaya AKP'ê ya Rojava bi şerê cemaetê re guherî'
Kaymaz anî ziman ku hîn jî rewşa birîndarên bi nave Mazlum Reşat Elî, Nevîrez Asir Eşîer, M. Şerîf Îsmaîl, Ramazan Allo Îbîn Mehmet, Sîraç Mehmet û Debessan Yakup Corc giran e û axaftina wiha wiha domand, "Tirkiye hewl dide Esad û Rojavayiyan bi hevdu bide şerkirin. Dixwaze kesên birîndar di deriyê sînor ê di bi kontrola hêzên Esad re derbas bike. Şerê di navbera AKP-Cemaetê de polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya li hember Rojava guhert. Em wek kurdên Bakur timî ligel gelê xwe yê Rojava ne. Ez ji bo 2 kurdên me yên li cihê bûyerê û 4 kurdên me yên ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest dane dibêjim, sere tevayî gelê me yê Rojava û gelê kurd sax be."
(yş/mae)