1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojavayî ji bo vegerê xwe amade dikin
Rojavayî ji bo vegerê xwe amade dikin,rojavayî,ji,bo,vegerê,xwe,amade,dikin

Rojavayî ji bo vegerê xwe amade dikin

A+ A-

12:23 04.01.2014 1 / 6 AMED (DÎHA) - Malbatên Dawid û Salih ên ji bajarê Qamişlo û Hesekê yên Rojava berî niha bi 6 mehan koç kirin û li navçeya Rezan a Amedê bi cih bûn, li bendê ne vegerin xaka xwe. Malbatan gotin: "Qamişlo û Hesekê malên me ne, em li bendê ne vegerin. Wê her tişt hîn xweştir bibe."

Malbata Dawid û Salih ên ji ber êrîşên çeteyan û rejîma Sûriyeyê ji bajarê Qamişlo yê berî niha bi 6 mehan ji Rojava koç kirin û li navçeya Rezan a Amedê bi cih bûn bi hewldanên xwe dixwazin li ser lingan bimînin. Malbatên ku êşa tevayî şer ji kûr de jiyane ji bo zarok û malbatên xwe xaka xwe terikandine. Malbat ku Amedê di nav şert û mercên zehmet de dijîn, zarokên wan kêliyekê beriya kêliyekê dixwazin vegerin Qamişlo. Rima Dawid, anî ziman ku her çi qasî li vir bin jî dilê wan li Amedê ye û her roj mîna wê sibe vegerin dijîn.

'Şer timî me bi mirinê re rû bi rû tîne'

Dawid diyar kir ku berî niha bi 6 mehan ji bajarê Qamişlo hatine Amedê û got, "Ji ber şer em her roj bi mirinê re rû bi rû dihatin. Newiyên min ji ber dengê gulleyan nikarîbûn razên. Kurekî min li gundekî ku em navê wê nizanin mehê bi 500 TL dixebite. Ji parsekiyê baştir e. Têra me nake bes em îdare dikin. Hêviya me ev e ku em vegerin Rojava û bigihêjin malbatên xwe."

'Berfîn, Rîma û Zemîn dixwazin vegerin Qamişlo'

Ranya Salih jî da xuyakirin ku 4 zarokên wê hene, ji ber şer bi zarokên xwe re reviyaye û hatiye Tirkiyeyê. Salih, got ku ji ber bi ziman nizanin zehmetiyan dikişînin û wiha axivî: "Ez 3 zarokên xwe Berfîn (9), Rîma (8) û Zemîn (7), li Amedê dişînim dibistanê. Lê belê ji ber bi ziman nizanin zehmetiyan dikişînin. Qet fêrî vir nebûn. Hevalên wan nîn in û timî li malê ne. Malbata min jî li Hesekê ye. Ev 6 meh in min ew nedîtin. Eger Qamişlo û Hesekê xweş bibe em ê vegerin. Wê zarokên min biçin dibistanê û wê her tişt xweş bibe."

(yş/mae)