Rojavayî li Amedê di konan de dijîn
09:45 24.12.2013 AMED (DÎHA) - Kurdên ji Heleba Suriyê ji ber êrîşên çeteyên El Nusrayê reviyan û hatin li Amedê bi cih bûn, di nava sir û seqemê de di konan de dijîn.
Kurdên ku li bajarê Heleba Suriyê dijîn ji ber êrîşên çeteyan li ser warên bav û kalên wan lê dijiyan penaber bûn. Kurdên ku di nav xetereyên mezin de sînor derbas kirine niha jî li ser riya Amed û Mêrdînê di nava konan de têkoşîna jiyanê didin. 7 malbatên ku ji ber êrîşên çeteyan ji Helebê reviyan e xwedî çîrokên balkêş in. Cumana Cîmeya dayîka 4 zarokan diyar kir ku piştî ku wê zaroka xwe biriye nexweşxaneya Helebê û çeteyan li ser agahiya ew kurd in zaroka wê bi jehrê kuştiye ji bo xwe û zarokên xwe biparêze reviyaye Amedê. Zarokê 12 salî jî çîroka xwe ya derbaskirina têlan bê van hevokan rêz dike. Zarokên ku di nava sir û seqemê de dilîzin jî rûhevî xetereyên nexweşiyên giran dimînin. Jinên ku hewl didin zarokên xwe biparêzin jî têkoşîna jiyanê didin. Bavê 7 zarokan Nîdar Kiliç jî anî ziman ku wan xwe spartine hembêza Amediyan û got; lê polîs dixwazin em ji vir bar bikin. Baş e em çi bikin, biçin Kû derê?”
Apê Cemal ê kurê wî li ber çavên wî parçe parçe bû jî anî ziman ku li şûna dewlet alîkarî bide wan hewl dide ku wan ji wir derxîne. Kurdên xwe spartine hembêza Amedê niha li benda alîkariyê ne.
(Dîmen: Gulistan KORBAN - Semra TURAN
(gk-st/mae)