Rojda Felat: Em ê tola jinên hatine kuştin ji DAIŞ'ê hilînin
Fermandara QSD'ê Rojda Felat destnîşan kir, ku di pêngava Xezeba Firatê de jin bi erka pêşengiyê radibin û got, ew ê tola jinên hatine kuştin ji DAIŞ'ê hilînin
REQA - MAHÎR YILMAZKAYA Fermandara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rojda Felat da xuyakirin, ku piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê jiyan li jinan herimiye û got, bi taybetî jinên Reqayî ji hêzên QSD, YPG/YPJ'ê xwestine, wan rizgar bikin.
Felat diyar kir, yekîneyên qaşo asayîşê yên çeteyan, zext û zordariyeke giran li jinan dikin, wan binçav dikin û bi zorê bi endamên çete didin zewicandin.
DI PÊNGAVA RIZARKIRINÊ DE ROLA ÇALAK A YPJ'Ê
Roja Felat destnîşan kir, ku hemû şervanên li nava YPJ'ê tirs berdana dilê çeteyên DAIŞ'ê û da zanîn, jin pêşengiyê ji pêngava rizgarkirina Reqayê re dikin û bi têkoşîna xwe re li Reqayê gavên dîrokî avêtine.
Li gorî Felat, qedandina zilma DAIŞ'ê li Reqayê, ji bo qedandina koledariya li jinê tê ferzkirin, pêngaveke dîrokî ye. Felat destnîşan kir, li Reqayê ku çeteyên DAIŞ'ê weke 'paytexta xîlafetê' bi nav dikin, wê jin dawî li koledarî û xîlafetê bînin.
Fermandar Rojda Felat anî ziman, jinên YPJ'yî yên di nava pêngava Xezeba Firatê de şer dikin, ji bo zilma li jinê tê kirin ji holê rakin, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Felat ragihand, jin bi her gava xwe dîrokê ji nû ve dinivîsînin û anî ziman, meşa azadiyê ya jinê wê dewam bike.
YPJ HEMÛ JINÊN CÎHANÊ TEMSÎL DIKE
Fermandara QSD'ê Rojda Felat diyar kir, hebûna YPJ'ê li nava pêngavê, hemû jinên cîhanê temsîl dike û got, YPJ bi vê têgihiştin û berpirsyariya dîrokî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Felat destnîşan kir, ku ew ê tola hemû jinên destavêtin lê hatin kirin, li bazaran hatin firotin û hatin kuştin, hilînin.
Rojda Felat da xuyakirin, ku têkoşîna YPJ'ê bandoreke kûr li tevahiya jinên cîhanê bi taybetî li jinên Ereb dike. Felat bal kişand ser berpirsyariya girîng a şervanên Ereb ên ji nava YPJ'ê, ku di nava civakê de veguherîneke mezin dikin û destnîşan kir, ku jin wê bi rizgarkirina Reqayê re zincîra koletiyê biqetînin.