1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Rojev xurtkirina berxwedanê ye"
"Rojev xurtkirina berxwedanê ye",rojev,xurtkirina,berxwedanê,ye

"Rojev xurtkirina berxwedanê ye"

Bahoz Erdal: Rojeva me xurtkirina berxwedanê ye

A+ A-

Endamê Konseya Fermandeya (komûta) Leşkerî ya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal bal kişand ser êrîşên bi armanca tunekirinê yên hikûmeta AKP’ê û diyar kir ku kesek nikare li hemberî vê yekê behsa abirbest an jî çekdanînê bike. Erdal ragihand ku dê hêzên gerîlayan berxwedana xwe bidin berdewamkirin.

Endamê Konseya Fermandeya Leşkerî ya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal gotûbêjên der barê agirbest û çekdanînê de nirxand û got; “Heta êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’yê ya mêtînger berdewam bikin, dê berxwedana gerîlayan jî berdewam bike.”

Erdal, bal kişand ser operasyonên di zivistanê de pêk hatin û diyar kir ku ev operasyona bi armanca tunekirina hêzên wan pêk dihatin . Erdal got; “Tevî êrîşên leşkerî, tecrîdek heta niha nehatiye dîtin li ser Rêbertiya me heye. Di encama polîtîkayên gitin û helandinê de, kapasîteya girtîgehan tije bûn û girtîgeh veguherîn kampên berhevkirina Kurdan. Dîsa, bi rêya çapemeniyê kampanyaya şerek prîkolojîk tê meşandin.”

SEDEMA HARBÛNA ERDOGAN ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN IN

Erdal bal kişand ser coşa Newrozê û diyar kir ku piştî berxwedana gel a di Newrozê de û gerîlayan dest bi pozîsyona xweparastina aktîf kir, ji Amanosan heta Serhedê, heta Qeyseriyê, li gelek aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên bi bandor pêk hatin û got; “Niha jî çalakiyên bi bandor ên gerîlayan berdewam dikin.”

Erdal diyar kir ku her çendî bi fermana AKP’ê di çapemeniyê de cih negire jî, lê nayê wê wateyê ku peçvûn kêm in. Erdal got ku di van demên dawiyê de çalakiyên serkeftî yên gerîlayan pir zêde bûye û sedema harbûna Erdogan a di van demên dawiyê de binketina li hemberî çalakiyên gerîlayn e.

BÛYERA FARQÎNÊ NEHATIBÛ PLANKIRIN

Fermandarê HPG’ê Erdal diyar kir ku çapemenî û dewleta Tirk tu carî agahiyên rast der barê şer û pevçûnên li Kurdistanê de nedane û got ku her tim agahiyan berevajî dike. Erdal got; “Ger hin caran neçar bimîne jî, agahiyan bi awayekê dezenfomasyon dike û ji bo bandora wê ya li ser raya giştî û civakê bi kar tîne.” Erdal bal kişand ser mînaka bûyera Farqînê ya ku her tim hikûmeta AKP’ê tîne rojvê û got; “Ev çalakî berê nehatibû plankirin, pevçûna li vir di encama operasyonên artêşa Tirk ên bi armanca tunekirinê li Farqînê pêk hatin, pêk hatiye.”

TABÛRA NEMIRAN DÊ ÎNÎSIYATÎFA XWE BI KAR BÎNE

Erdal bersiv da pirsa “Dê çalakiyên weke ya Pinarbaşiyê bidomin an na?” û diyar kir ku dewleta Tirk a “mêtînger” ku welatê gelê Kurd, Kurdistanê dagir kiriye, Kurdistanê talan dike û cîhan li hemberî vê yekê bê deng dimîne û wiha domand; “Her roj zilm û îşkenceyê li gel dike. Ev yek jî ne bes e, girtîgehan tije dike. Hemû cûre heqaret û îşkence li Rêbertî û nirxên vî gelî dike. Gel tune dihesibîne û hewl dide ku tune bike. Ma ev yek dê jêre bimîne? Bila baş bizane ne Kurdistan û ne jî gelê Kurdistan ne bêkes e û bê parastin e.”

Erdal diyar kir ku berxwedana hêzên wan ên parastinê girêdayî êrîşên artêşa Tirk in û got; “Ger êrîş berdewam bikin, dê berxwenda û xweparastina li hemberî vê yekê jî dijwar bibe. Heta rewşa Rêbertiya me ku ji bo gel û tevgera me pir girîng e û komkujiyên weke Roboskî di rojevê de bin, Tabûra Nemiran jî dê înîsiyatîfa xwe bi kar bîne.”

JI BO HEVKARÊN DEWLETÊ HIŞYARÎ

Erdal destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurdistan û Kurdistanê ne tenê bi kuştina gerîlayan û girtina siyasetmedaran ve sînordar e û bal kişand ku zarokên Kurdan bi bişaftinê re rû bi rû ne, ev yek jî di tu carî di dîroka komarê de negihiştiye vê astê. Erdal got; “Dîsa cihên bi berhem û dîrokî yên Kurdistanê dixwazin di bin avê de bihêlin, tenê li Şirnex, Colemêrg, Sêrt û Wanê 80 projeyên ji bo van bendavan hene. Dixwazina bi van bendavan axa Kurdan parçe bikin û Kurdan koçber bikin. Dîsa, dema li bajarên Tirkan, agirek biçûk bi daran dikeve, bi dehan hekîkopter û yekîne diçin agir divemirînin, lê li Kurdistanê daristan ji aliyê artêşa Tirk ve tên şewitandain. Her roj li Tirkiyeyê kargehên nû têne vekirin, lê li Kurdistanê jî her roj qereqol têne çêkirin.”

DIVÊ GEL LI HEMBERÎ AVAKIRIAN BENDAVAN RABE

Erdal bal kişand ser polîtîkayên girtinê yên ji aliyê hêzên wan ve hatine desptêkirin û diyar kir ku ji biharê ve kesên ji aliyê hêzên me ve hatine girtin bûne amûrên polîtîkayên qirkirin û tunekirinê. Erdal destnîşan kir ku gelek kes û derdor, ji bo pereyan, ji bo polîtîkayên qirkirin û tunekirinê yên li hemberî gelê Kurd tên meşandin bûne amûr. Erdal got; “Şîrketa bi navê Gokçen-Ay a ku birayên Alîkarê Serokê AKP’ê Huseyîn Çelîk hevkarê wê ne, hemû îlaheyên li herêmê werdigirin, li hemberî vê jî bi wesayîtên xwe yên sivîl, yekîneyên taybet ên artêşa Tirk dibin operasyonan. Dîsa ji Stenbolê heta, Antalya, heta Botanê şîrketa Kadioglûyê heye. Ev şîrket jî ji bo leşkeran neqiliyat dikin û agahiyên sîxûrî didin wan. Evane û gelek kesên din bi awayeke sivîlane tevdigerin, lê dibin hevparên polîtîkayên tunekirinê yên li hemberî gelê Kurd. Em careke din, van kesane hişyar dikin ku ji bo van polîtîkayên li hemberî gelê me tên meşandin nebin amûr. Dîsa dibêjin ku divê bi taybet gelê me li hemberî avakirina bendavan rabin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”

LI KURDISTANÊ HIQÛQA KCK’Ê TÊ PÊKANÎN?

Erdal bersiv da pirsa dar barê daxuyaniya HPG’ê ya bi awayê “Dê li Kurdistanê hiqûqa KCK’ê bê pêkanîn” û got ku li Kurdistanê hiqûq dewleta Tirk li ser esasê mêtîngerî û tunekirina gelê Kurd hatiye avakirin. Erdal got; “Ne li Kurdistanê û ne jî ji bo gelê Kurdistanê tu cihek ê vê hiqûqê tune ye. Hiqûqa dewleta Tirk ji bilî îşkence, komkujî, girtinê tu tiştek din nade gel. Hiqûqa me jî azadî û hebûna gelê me esas digire. Ji ber wê jî, em ê di çarçoveya hiqûqa xwe de li hemberî kesên ziyanê didin gelê Kurdistanê, Kurdistan û têkoşîna me ya azadiyê, kesên cerdevaniya siyasî û leşkerî ji bo dewleta mêtînger a Tirk dikin û dibin hevkarên şerê taybeb bibin.”

AGIRBEST DI ROJEVÊ DE NÎNE

Bahoz Erdal bal kişand ser gotûbêjên têkildarî agirbestê jî û got; “Tu yê bêjî pirsgirêka Kurd qediya, ji bo balefirên bê mirov ji DYA’yê bikirin, dê Erdogan û Gul biçin û deh teqleyan biavêjin, tu yê bi dehhezaran tîmên taybet bişînî Kurdistanê, her roj dê ji bo tunekirina hêzên me operasyon li dar bixe, her roj dê bajar bi bajar, navçe bi navçe nêçîra siyasetmedarên Kurd didomîne, evane jî ne bes in, tu yê rabî îşkenceyeke sîstematîk ku rumeta zarokên Kurd ên ku pêkanînên di girtîgehên Pozanti û Osmaniyeyê de qewimîn aşkere kirin, dişkînin pêk bînî, li ser vana hemûyan re tu yê ji mirovan re bêjî ez li çareseriyê digerim û bawer bikin. Tu yê bi aşkereyî komkujiy Roboskê pêk bînî û fermandarê ku vê komkujiyê pêk aniye spas bikî, tu yê Rêbertiya me di sîstemek îşkenceyê ya ji Gauntonamoya Amerîkayê xirabtir de di tecrîdê de bihêlî û tu yê rabî behsa nermbûn û çekdanînê bikî.!

Hikûmeta AKP’ê bi hemû hêza xwe hewl dide ku tevgera me û gelê me tasfiye bike û ev ye jî wekî rojê zelale. Gotinên kesên wekî Beşîr Atalay û Bulent Arinç hemû derew in. Parçeyeke şerê psîkolojîke. Di nava gelê me de û rayagitşî de hêviyên sexte, ruhekê bendewariyê diafirîne. Polîtîkayên wan yên derveyî mirovahiyê ji alî de tê meşadin. Bi van polîtîkayan hewl didin ku civakek bê bertek û refleks biafirînin. Bi van gotinên zexte û derew dixwazin bala gel û rayagitşî ni operasyonên leşkerî û siyasî dûr bixin.

Hikûmeta AKP’ê li ser vî esasî, niha polîtîkaya herî xeter, herî binkol û ya durû dimeşîne.Em di wê baweriyê de ne ku gelê me û rayagitşî dê li hemberî van xapandinan dê xwedî helwest bin û dê helwesta xwe nîşan bdin. Dema ku ev qas êrîş û qirêjî li holê hebin kî dikare behsa agirbestê bike, kî dikare behsa çek danînê bike? Em wekê hêzên gerîla rojeva me eve ku em li hemberî van operasyonên qrikirinê berxwedana xwe bilind û berfirehtir bikin.

NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ ROBOSKÎ, LI HEMBERÎ DOZA GELÊ KURD E

Nêzîkatiya AKP’ê û Erdogan a li hemberî Roboskê li hemberî gelê kurd, li hemberî doza gelê Kurd e. Ev hilberîna feraseta mêtînger ya ku li gorî xwe kurdan tune bike ye. Di rastiyê de tiştekî ku ne aşkere , tiştekî ku ne li benda lêpirsînê tuneye. Generalek nekare bi balafrina bike nava hewldanê , nekare emir bide û rayeyek wî ya wisa tune. Vê talîmatê ya serokomar, ya serokwezîr, ya fermandarê gitşî an jî fermandariya hêzên hewayî dikare bide.Ji berk u Erdogan bi xwe ev talîmat daye bi ser buyerê de naçe.dixwaze bide jibîrkirin, serê bûyerê digire.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî