1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojeva bingehîn a Fûara Pirtûkan a Anarşîst, Rojava bû
Rojeva bingehîn a Fûara Pirtûkan a Anarşîst, Rojava bû,rojeva,bingehîn,a,fûara,pirtûkan,a,anarşîst,rojava,bû

Rojeva bingehîn a Fûara Pirtûkan a Anarşîst, Rojava bû

A+ A-

LONDON - ANF Li Fûara Pirtûkan a London Anarşîst ku her sal tê lidarxistin, îsal şoreşa Rojava mora xwe lê xist. Gelek anarşîstên roja Şemiyê li Zanîngeha Queen Mary a li paytext Londonê hatin cem hev, eleqeyeke mezin nîşanî nîqaşa li ser Rojava dan.

Di Fûara Pirtûkan a London Anarşîst de, ku di serî de berxwedana Kobanê, şoreşa Rojava xala bingehîn a rojevê bû, pankarta bi nivîsa "Bijî Serxwebûna Rojava, ji Londonê heta Kobanê piştevanî" li salona bingehîn a fûarê heta dawiya fûarê daliqandî ma. Panela bi mijara Şoreşa Rojava jî rastî eleqeyeke mezin hat. Federasyona Anarşîstên Kurd û Koma Piştevaniyê ya Haringey ku îsal Rojava ziyaret kirin, çavdêriyên xwe bi beşdaran re parve kirin.

ROJAVA JI BIHARA EREB CUDATIR E

Ji heyetê Zaher Bahar di axaftina xwe ya li panelê de behsa sîstema demokratîk û şoreşa li Rojava tê jiyîn kir. Hat ragihand ku di şoreşa Rojava ya weke "Tevgera civaka demokratîk" tê pênasekirin de, sîstem ji jêrê ber bi jorê ve xwe birêxistin dike, her nasname, koma çandî, bawerî û civakî bi wekhevî di asta herî bilind de tê temsîlkirin. Hat destnîşan kirin ku li gel ve yekê şoreşa Rojava ji bihara Ereban cuda ye.

Di panelê de hat ragihandin ku li Kobanê li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa tê nîşandan û hat gotin ku divê ev berxwedan ji her alî ve bê destekkirin.