1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Rojeva me xurtkirina berxwedanê ye"
"Rojeva me xurtkirina berxwedanê ye",rojeva,me,xurtkirina,berxwedanê,ye

"Rojeva me xurtkirina berxwedanê ye"

Bayik: Rojeva me xurtkirina berxwedanê ye

A+ A-

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay ên bi awayê “Çekdanîna PKK’ê di rojevê de ye” û got; “Di rewşeke ku li ser Kurdan polîtikaya leşkerî û tevkujiyê hevqasî tund tê meşandin û di neçareseriyê de israr têkirin de tenê ya tê hêvîkirin bilindkirina berxwedanê ye.” Bayik destnîşan kir ku têkiliya hevdîtina Kiliçdaroglû û Erdogan jî bi cidiyetê re tune ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hat weşandin de hevdîtinên CHP-AKP û daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay ên bi awayê “Çekdanîna PKK’ê di rojevê de ye” nirxand.

POLÎTÎKAYA MIJÛLKIRINA KURDAN DIDOME

Bayik got; “Bi hemû kirinên dewleta Tirk diyar dibe ku ji şkandina îradeya Kurd û domandina tevkujiya siyasî pêde tu polîtîkayên wê tune ne. Ji aliyekî ve polîtîkaya mijûlkirina Kurdan didomîne, ji aliyê din ve jî zextên piralî li ser gelê Kurd dide meşandin. Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê CHP’ê û Tayyip Erdogan bi rojekê li Wanê hemû şaredar hatin binçavkirin. Li gelek bajaran gelek xwendekarên tibê hatin binçavkirin. Ev tê wateya bilindkirina şerê li dij gelê Kurd.”

PÊŞNIYAREKE CIDÎ YA CHP’Ê TUNE YE

Bayik destnîşan kir ku diyare hevdîtina serokên giştî yên CHP û AKP’ê tu têkiliya xwe bi cidîyetê re nîne û wiha domand; “Pêşniyareke cidî ya CHP’ê jî tune ye. AKP’ê ji bo mijûlkirin û xapandina gelê Kurd û hêzên demokrasiyê pêşniyara hevdîtinê ya CHP’ê qebûl kir. Armanca wan ew e ku bi van hevdîtinan bendewariyekê biafirînin û mijûl bikin. Şêwazê polîtîkaya AKP’ê li ser bingehê mijûlkirin û ferzkirina polîtîkaya wê hatiye sazkirin. Bi taybetî di mijara pirsgirêka Kurd de bi tevahî vê rêbazê dimeşîne. Di pirsgirêkeke gelekî girîng de serîlêdana vê rêbazê bêcidîyetiya AKP’ê jî nîşan dide. Ne berjwendiyê gelê Kurd, berjewendiyê alîgirên xwe li ber çavan digire. Ji ber vê yekê jî bi gotina, herî baş ez karim Tevgera Azadiya Kurd biçewisînim dibe xwediyê polîtîkayên klasîk ên dewletê.”

HÊVIYEK JI HEVDÎTINA CHP’Ê Û AKP’Ê TUNE YE

Bayik wiha domand; “Heta Kurd mîna îradeyeke siyasî neyên naskirin û rêveberiya wan a xweser a demokratîk neyê qebûlkirin pirsgirêka Kurd çareser nabe. Tevî ku ev rastî tê zanîn jî di vê mijarê de gaveke bi tenê ya erênî nayê avêtin. Polîtîkayên tevkujiya çandî û serdestiya siyasî yên nû ku AKP’ê nikarîbû bi gelê Kurd bide qebûlkirin, niha bi hevkariya CHP’ê û AKP’ê dixwazin bidin qebûlkirin. Ji vê yekê pêde tu wateya vê hevdîtinê tune ye.

ATALAY BERNAMEYA RASTÎN A AKP’Ê AŞKERE KIR

Ji aliyekî ve mijûlkirin, ji aliyekî ve şkandina îradeya Kurdan û ji aliyên din ve jî dayina qebûlkirin a polîtîkayên xwe bi Kurdan! Polîtikaya niha ya dewleta Tirk ev e. Bê gûmen ev polîtîkaya teslîmgirtinê ye.

Beşîr Atalay bi anîna rojevê ya danîna çekan û dersa bijarte ya Kurdî ku şêwazekî nû yê kursên Kurdî ye, bernameya AKP’ê ya rastî aşkere kir. Daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî bi vî rengî dixwazin bêbandor bikin. Ji xwe daxwaza Kurdan a rêveberiya xweser jî bi hinekî berfirehkirina qata xizmetê ya şaredariyan dixwazin vala derxin. Bi cewrehî, înkar jî, asîmilasyon jî, polîtîkaya jiholê rakirina Kurdan jî bi şêwazê nû tê meşandin.

YA TÊ HÊVÎKIRIN BERXWEDAN E

Gotina Beşîr Atalay a mîna wê çekan deynin tê wateya bilêvkirina polîtikiya wan a teslîmgirtinê. Di rewşeke ku li ser Kurdan polîtikaya leşkerî û tevkujiyê evqasî tund tê meşandin û di neçareseriyê de israr tê kirin de tenê ya tê hêvîkirin bilindkirina berxwedanê ye. Ji bilî vê yekê her gotin û nirxandin tê wateya gotinên xapandin û şerê psîkolojîk ê polîtikaya tasfiyeyê. Tiştê ku Beşîr Atalay dibêje bi tevahî tevgera şerê psîkolojîk e. Ji bilî vê tu wate û nirxên wê tune ne.

Fêrkirina Kurdî ya mîna dersa bijarte nayê wateya naskirina nasnameya Kurd û rawestandina asîmîlasyonê. Tenê dikare bibe amûra veşartina berdewamkirina polîtîkaya tevkujiya çandî. Bi welatiya makezagonî ya mîna versiyona nû ya gotinên bi salan Demirel dubarekirin û berfirehkirina qada xizmetên şaredariyan pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ev nêzîkatî ji “alavere dalavere, Mehmedê Kurd here nebotê’ pê de nayê tu wateyê. Dibe ku Tirkiye bi hin hêzên derve û hin Kurdan re beranberî înkarvanî û serdestiya nû di mijara çekdanîna gerîlayan de li hev kiribe. Lê ev xewn û xeyalên wê ne. Lê belê ne mimkune ku Tevgera Azadiya Kurd bi van polîtîkayan were xapandin û ji van teoriyên teslîmbûnê re bêje erê. Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd pozîsyon û helwesta xwe tim rawe dike jî, anîna rojevê ya van mijaran şik û guman nîne ku rêbazeke şerê taybet e.

ÊRÎŞ TÊN ASAYÎKIRIN

Heger bi baldarî were meyzandin dê bê dîtin ku gotinên bi vî rengî tim di demên ku êrîşên tasfiyeyê tên xurtkirin de tên rojevê. Şaredar tên girtin, li derve siyasetmedarekî demokrat nayê hiştin, zîndan ji ciwanan tên dagirtin, li ser gel teror tê meşandin. Di rewşeke wisa de atmosfereke mîna ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê tiştnan bikin diafirînin. Bi rêbaza dersa bijarte ya Kurdî ku şêwazekî nû yê kursên Kurdî ku ji bo veşartina polîtîkayên asîmilasyonê hatibûn rojevê bi ti awayî pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Tevî vê yekê di dema ku tevgera tasfiyeyê û zext zêde dibin de rojevên wisa tên afirandin. Bi vî rengî ser faşîzma AKP’ê tê girtin. Tê dîtin ku şaredar jî di nav de girtina siyasetmedarên Kurd nabê rojev. Girtina xwendekarên Kurd û li her derê meşandina êrîşan a li ser wan mîna nûçeyên rûtîn tên dîtin. Bi gotineke din ev êrîş tên asayîkirin.

Di rewşeka di vê astê de li ser gelê Kurd teror tê meşandin de qalkirina çareseriyê, hata guhdarkirina van guftûgoyan, xwe xapandin û bûyina amûrê polîtîkayên tasfiyeyê yên hikûmeta AKP’ê ye.

Helwest û sekna CHP’ê jî li hember polîtîkayên neçareserkirinê yên AKP’ê tu çareseriyê pêşkêş nake, berovajî hêzê dide polîtîkayên mijûlkirinê yên AKP’ê.

Di vê wateyê de nikare qala çaserî û nermbûna atmosferê we kirin. Di vê rewşê de dikare tenê qala têkoşîn a li dij polîtîkayên AKP’ê û li her qadê bilindkirina têkoşînê were kirin. Êdî bi berxwedanê bersivdayina her êrîşa AKP’ê û ji bilindkirina berxwedanê pêde divê tiştekî din neyê fikirîn. Her reman û meyldariya ji bilî vê yekê xemsarî û xeflet bi xwe ye.”

ANF NEWS AGENCY