Rojhat bi girseyî hate verêkirin
Endamê HPG'ê Mehmet Rojhat Agirî li navçeya Dutaxê ya Agiriyê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi sloganan hate definkirin
Cenazeyê Endamê HPG'ê Mehmet Cemîl Ozturk (Rojhat Agirî) ê ku li naçveya Bazîdê ya Agiriyê jiyana xwe ji dest da li navçeya Dutaxê ya Agiriyê ji aliyê hezaran kesan ve bi sloganan hate definkirin.
Cenazeyê Endamê HPG'ê Mehmet Cemîl Ozturk (Rojhat Agirî) ê ku di operasyona li Çiyayê Tendurekê yê di nabera navçeya Ebexê ya Wanê û navçeya Bazîdê ya Agiriyê de jiyana xwe ji dest da li gundê Şemî yê navçeya Dutaxê yê Agiriyê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Parlementerên BDP'ê Mulkiye Bîrtane û Halîl Aksoy, Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz, Şaredarê Konakuranê Kemal Çetîn, Alîkara Şaredarê Qaqizmanê Çîgdem Ozlu, rêveberên BDP'ê yên navçeyên û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîma cenaze de sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Tolhildan" û "Qatîl Erdogan" hatin berzkirin. Di merasîma cenaze de wêneyên HPG'î Ozturk û alên Konferderalîzmê hatin hilgirtin. Piştî karê definkirinê li goristanê rêzgirtin pêk hat.
'Samîmiyeta AKP’ê di pirsgirêka kurd de hema'
Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku tu samîmiyeta AKP'ê di pirsgirêka kurd de nemaye. Aksoy, anî ziman ku di 10 salên dawî de bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Aksoy, anî ziman ku gelêl kurd ji bo çareseriya demokratîk gelek bi israr e. Parlementera BDP'ê Mulkiye Bîrtane jî diyar kir ku gelê kurd li hemberî zilma tê jiyîn dê di 14'ê tîrmehê de li Amedê mitîngeke dîrokî pêk bîne û bertekên xwe nîşan bide. Bîrtane, anî ziman ku saleke destûrê nadin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û tecrîd pêşiya aştiyê digire û wiha got: "Heke muzakere dest pê nekin dê gelek ciwanên din jiyana xwe ji dest bidin. Êdî geleê kurd cenazeyan naxwaze. Divê êdî pêşiya aştiyê bê vekirin. Ji bo aştiyê gelê kurd dê li qadan be." Bîrtane, da zanîn ku divê demildest bi Ocalan re hevdîtin bên destpêkirin. Bîrtane, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku tevlî mitînga 14'ê tîrmehê bibin.
Piştî axaftinan girse konê şînê yê ji bo Ozturk hate vekirin ziyaret kir.
(bd/mae)