Rojnameger: Berpirsê qetilkirina Wedad Elî PDK’ê ye
ŞÎNDA EKREM
QAMIŞLO – Rojnamevanên Rojava û derveyê welat, qetilkirina nûçegihanê Rojnews Wedad Hisên Elî li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Rojnamevanan gotin ku yê ku Elî qetil kiriye PDK’ê ye û xwestin ku kesên ku ev sûc kirine, bên eşkerekirin û radestê edaletê bên kirin.
Rojnamevanên Rojava û derveyê welat, derbarê qetilkirina Nûçegihanê Rojnews Wedad Hisên Elî, ku li bajarê Dihokê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat revandin û paşê jî kuştî hat dîtin, ji ANHA’yê re axivî.
Rojnamegerê serbixwe Mihemed Hisê:
Xebata ragihandinê xebateke sivîle û armanca wê, gihandina rastiyê ye. Ji bo vê yekê êrîşa li ser rojnamevan kiryarekî kirêt û cihê şermezariyê ye. Hêzên PDK’ê ji vê êrîşên li dijî rojnamevanan, berpirsyar in. Ji bo wê jî heta ku sûcdar neyên eşkerekirin û radestê edaletê neyên kirin, em ê PDK’ê weke berpirsyar û sûcdar bibînin.
Nûçegihanê Çira TV ku li Almaniya dexebite Mehsûm Şerîf:
Em Kuştina Elî şermezar dikin û weke kiryarekî hovane bi nav dikin. Binpêkirina mafê rojnamegeran ji aliyê PDK’ê ve ne tiştek nû ye. Ew dibînin ku kesên ku xizmeta desthildariya wan neke, ne ji mafê wî ye ku li Başûrê Kurdistanê, karê rojnamegeriyê bike. Beriya ku bê revandina, Elî rastî tehdît û gefên PDK’ê hatibû. Wan ji wî dixwestin ku li gorî berjewendiyên wan û îstîxbarta wan tevbigere, lê wî ev yek qebûl nekir. Ji ber ku qebûl nekir, xizmeta desthilatdariya wan bike, ew destpêkê revandin, êşkence kirin û paşê jî kuştin. Ez bang li hemû sazî û dezgehên ragihandinê yên herêmî û navnetewî dikim, vê kiryara hovane şermezar bikin. Her wiha dengê rastiyê yê ku li Başûr hatiye fetisandin, derxin holê û bidin bihîsint.
Endamê Navenda Lêkolînên kurdî yê li Almaniya Îbrahîm Kapan:
Kuştina û tesfiyekirina rojnamegeran ji aliyê hêzên PDK’ê ve êdî tiştekî ku di pêvajoyên derbasbûyî de, hatiye zanîn û naskirin û êdî nayê veşartin. Ev bûyer bûyreke din a ku di sala 2010’an de pêk hat tên hişê mirov. Wê demê Rojnamevan Zerdeşt Osman hat kuştin. Kuştina Wedad jî berdewamiya rêzekiryarên bi wî rengî ku li dijî kesên ku li gorî berjewendiyên wan tevnagerin e.
Ez bang li hemû saziyên têkildar ên navnetewî dikim ku rojnamevanên ku li herêmên di bin desthilatdariyê PDK’ê dixebitin, biparêze. Ji ber ku ev herêm niha bûne weke tuneke tarî ku tê de kiryarên hovane, li dijî dengê rastiyê û dengên azad tên kirin.
Nûçegihanê Rojnameya Ronahî ya Rojavayê Kurdistanê, Sîpan Can:
Revandin û kuştina rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê ne tiştekî nû ye. Rojnamegerên ku li wir dixebitin û dixwazin dengê rastiyê ragihînin, her dem bi kiryarên revandin û kuştinê re rû bi rû ne. Li gorî agahiyan Rojnamevan Wedad çend caran rastî gefên PDK’ê hatiye. Ev yek jî cihê gumanê ye. Ji ber vê yekê parlemento û hêzên ewlekariyê yên herêma Başûr, vê bûyerê zelal bikin û kesên sûcdar radestî edaletê bikin. Dubarebûna van kiryaran diyar dike ku hin alî hene ku dixwazin, hin rastiyên heyî veşêrin û ser binixumînin. Her wiha bûyerên girtin û lêdana rojnamegeran jî li Başûrê didome. Herî dawî jî Nûçegihanê Rojnewsê Rovan Reşîd rastî, bûyereke bi vî rengî hatibû.
(dm)
ANHA