Rojnamegeran salona dadgehê terk kir
2'emîn rûnişitna doza rojnamegerên kurd ên ji doza KCK'ê di 20'ê kanûna 2011'an de hatin binçavkirin û girtin li Stenbolê hate dîtin.
Rûniştinê bi gotina "Ez li vir im" dest pê kir. Di rûniştinê de bi zorê xwestin Nûnerê DÎHA yê Enqereyê Kenan Kirkaya, ji salonê derxin. Rojnamegeran helwesta dadgehê şermezar kir û bi çepikan salon terk kirin.
2emîn rûniştina doza 34 jê girtî 44 rojnamegerên kurd ên di 20'ê kanûna 2011'an de hatin binçavkirin û hatin girtin li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Sîlîvriyê hate dîtin. Polîs û leşkeran li ber deriyê salonê tedbirên awarte girtin. Kesên ketin salonê bi kuçikên perwerdekirî û leşkeran ve yek bi yek di lêgerînê re derbas bûn. Ji bo şopaninê tenê rojnamegerên karta wan a zer hebûn hildan hundir. Serokê Komîsyona Şopandina Azadiya Çapemeniya Tirkiyeyê û Parlementera Ewropayê û Wekîlê Polanya yê AP'ê Jaroslaw Walesa, Hevserokê Parlementoya Parastina Tirkiye ya Ewropayê Helene Flautre û endamên komîsyonê, Serokê Konseya Çapemeniyê Orhan Birgit, Parlementera BDP'ê ya Wersê Birtane, Wekîla BDP'ê ya Îdirê Pervîn bûldan û parêzerên rojnamegeran amade bûn.
Rûniştinê bi tesbîta nasnameyan dest pê kir. Rojnamegeran bi kurdî "Ez li vir im" Rojnameger Evrim Kepenek bi Hemşinî û Murat Eroglu û jî Zazacakî bersîv da. Serokê dadgehê agahiyên nasnameyê xwest. Rojnamegeran bi kurdî bersîva agahiyan da. Fatma Koçak, Nîlgun Yildiz, Semiha Alankuş, birsa heyetê bi bersîva "Bersiv nadim. Ez verger dixwazim" dan. Lê Serokê heyetê jî got min fam nakir û dan rûniştandin.
Nûnerê DÎHA yê Enqereyê Kenan Kirkaya, der barê greva birçîbûnê ya li girtîgehan xwest mafê axaftnê bigire. Serokê Dadgehê Alî Alçik, diyar kir ku berdewama greva birçîbûnê tune. Kirkaya, diyar kir ku hemû kesên ji vê dozê tên darizandin ji bo parastina zimanê zikmakî û tecrîda li Îmraliyê ketine greva birçîbûnê. Serokê Dadgehê mudaxaleyî Kirkkaya kir û li ser vê yekê Kirkkaya got "Tu dê li me guhdar neke. Mirov hatin sînorê mirinê" û bertek nîşan da. Prz Gulizar Tuncer jî rabû ser piyan û got "Hûn neçarin mafê axaftinê bidin. Tiştekî wisa nabe." û bertek nîşanî serokê dadgehê dan. Serokê Dadgehê jî xwest bi zorê Kirkaya derxin derve. Li ser vê yekê rojnamegerên salonê bi çepikan bersiv da û salon terk kirin. Heyetê 15 deqîqe naber da rûniştinê.
Rûniştina dozê piştî navberê disa dest pê kir. Serokê heyetê destûr neda ku şopdar û temaşevanên dozê têkevin salona dozê. Heyetê destûr neda rojnameger jî têkvin salonê. Parêzerên rojnanegeran ku ketin salona rûniştinê ji heyetê xwetin ku daxwazên rojnamegeran ji hneyetê re ragihînin. Parêzekan diyar kirin ku mafê axaftinê ji destê rojnamegeran nayê girtin û ev yek li dijî hiqûqê ye. Serokê Heyetê Alî Alçik li Çaglayanê 3 rojan daxwazên xwe anîn ziman û dê hêj daxwazên çawa bînin ziman. Heyetê ji spîkerê TRT'ê xwest îdîayê bixwin û destûrê axaftinê neda dadgehê.
Prz. Gulizar Tuncer jî bertek nîşanî serokê heyetê da û wiha got: "Ma hûn fermadar in. Ma vir Kişla ye? Hûn çawa destûrê nadin axaftina wan. Parêzer tune hûn dê îdîanameyê ji kêre bixwînin. Ev mirov di greva birçîbûnê dene. Ev mafê we tune. Lê heyetê li gel renazîbûna parêzeran dîsa îdîaname da xwendin. Li ser berteka parêzeran heyetê dîsa 15 deqîqe navber da rûniştinê. Li ser niqaşên parêzeran û rojnamegeran cendirmeyan rojnameger ji salonê derxistin derve. Piştî parêzer Ozcan Kiliç ji katîp re got "Biçe ji Serokê Heyetê re bêji parêzer dernakevin" Piştî rageşiya demekê parêzer ketin salonê, parêzer axivîn. Prz. Ercan Kanar, helwesta dadgehê rexne kir û wiha got: "Di bin sîya çekan de darizandin nabe. Girtî ji bo mafê xwe û nirxên xwe ketin grevê, lê hûn destûê nadin parastinê û parastina wan tehamul nakin.
Piştî parêzeran salon vala kir, heyeta dadgehê dîsa xwendina îdîanameyê berdewam kir. Îdîaname bi tevlêbûna Nûçegîhanê Rojnameya Vatanê Çagdaş Ulus û parêzerên wî berdewam dike.
DİHA