1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Rojnamegeriya Kurdî
Rojnamegeriya Kurdî,rojnamegeriya,kurdî

Rojnamegeriya Kurdî

113 sal berê rojnamegeriya Kurdî bi ‘Kurdistan’ ê di 22'ê Nîsanê (Avrêlê) de li Qahireyê dest pê kir, niha bi kevneşopiya Azadiya Welat ku li Tirkiyeyê yekane rojnameya Kurdî ye didome...

A+ A-

113 sal berê rojnamegeriya Kurdî bi ‘Kurdistan’ ê di 22'ê Nîsanê (Avrêlê) de li Qahireyê dest pê kir, niha bi kevneşopiya Azadiya Welat ku li Tirkiyeyê yekane rojnameya Kurdî ye didome...

Kok û kevneşopiya rojnamegeriya Kurdî 113 sal berê li sirgûniyê di 22’e Nîsana 1898’an de li Qahîreyê yekem car bi çapkirina rojnameya ‘Kurdistanê’ dest pê kir. Yekemîn rojnameya Kurdî ku 31 hêjmar hat çapkirin û piştre hat girtin. Piştre vê kevneşopiyê bi rojnameyên Hawar, Riya Teze, Ozgur Gundem û Azadiya Welat berdewam kir. Van rojnameyan di nava şert û mercên pir dijwar û êrîşan de weşanên xwe kir û rastî gelek êrîşên dijwar hatin. Hatin komkirin û rastî ceza hatin. Her wiha xebatkarên wan jî hatin binçavkirin, girtin, kuştin û rastî îşkenceyê hatin. Li gel hemû astengî û zextan di sala 1992’yan de kevneşopiya rojnameya ‘Kurdistan’ yekane rojnameya Kurdî Azadiya Welat ev kevneşopiya rojnamegeriya Kurdî berdewam kir.

KURDISTAN

Rojnamegeriya Kurdî cara yekem di 22’yê nîsana 1898’an de li Qahîreyê bi rojnameya Kurdistanê, bi tîpê erebî derket ser dika dîrokê. Rojnameya ku ji hêla Mîqded Mîdhet Bedirxan ve dihat derxistin ji ber zextê Osmaniyan piştî hejmara 6’an, ji hêla kurê Bedirxan ên din Abdurrahman Beg ve li Cenewreyê weşana xwe domand. Hin hejmarê Kurdistanê bi tevahî Kurdî bûn hin jî bi Kurdî û tirkî bûn. Rojname heya sala 1902’yan li cihê wekî Qahîre, Cenewre, Londra û Folkston weşana xwe domand. Rojname ji ber ku ji hêla rêvebiriya Osmaniyan ve hatibû qedexekirin bi riyên veşartî li Kurdistan, li herema Edene û Şam û hwd. li Ewropa dihat belavkirin. Rojnameya ku 31 hêjmarê wê hat weşandin, di 1902’yan de weşana wê hat rawestandin. Her wiha roja destpêkê 22’yê Nîsanê wekî ‘Roja Rojnamegeriya Kurd’ tê pîrozkirin.

RIYA TEZE

Li Paytexta Ermenistanê Êrîvanê di sala 1930’î de ji hêla Partiya Komunîst ve Rojnameya Riya Teze di bin pêşengiya 3 welatiyên ermenî ku baş bi Kurdî dizanin de dest bi weşanê dike. Di sala 4’emîn de rêveberiya rojnameyê teslîmî welatiyên Kurd dikin. Lê di 1937’an de ji ber ku ziman, çand û musîkiya Kurd tê qedexe kirin, Riya Teze jî tê girtin. Riya Teze, di 1955’an de carek din dest bi weşanê dike. Rojname di dema Yekitiya Sowyetê de wekî yekem rojnameya Kurd ku li Sowyetê dihat weşandin ket nav rûpelê dîrokê. Rojnameya ku wekî weşana Partiya Komunîst bû ne tenê li Ermenîstan her wiha li temamê Sovyetê dihat belav kirin. Rojnameya ku ji 4 rûpela pêk dihat, heya sala 1994’an hefteyê 2 rojan dihat çap kirin. Riya Teze ji ber şert û mercên aborî di sala 2003’yan de neçar ma hat girtin. Rojnameya ku demekê bi tîpê krîlî dihat weşandin di salên dawî de bi tîpên latînî weşana xwe didomand. Riya Teze her wiha bi taybetiya ku herî weşana demdirêj bû jî di dîrokê de cihê xwe girt. Di 1932’yan de li Şamê Kovara Hawar heya 15’ê Tebaxa 1943’an hat weşandin û 57 hejmar derket. Di 1941’an de li Bexdadê Kovara Gelawej heya salên 1950’yî weşana xwe domand. Dîsa di nîsana 1942’yan de li Şamê ji hêla Celadet Alî Bedirxan ve Kovara Ronahiyê hat derxistin. Kovara ku 28 hejmar derket di sala 1945’an de hat girtin.

HAWAR

Di kovara Hawarê de yekem car di dîroka Kurdan de zimanê Kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê Kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawarê di 15’ê gulana 1932’yan de derket û heta 15’ê tebaxa 1943’yan 57 hejmar derket. Cihê xebat û weşandina kovarê paytexta Sûrîyeyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawarê, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve dihat derxistin. Kovara Hawarê ku di dîroka weşanvgeriya Kurdî de xwedî cihekî girîng e. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi Kurdî, ji wêjeya Kurdî nivîsên bijartî hatine weşandin. Bi vî awayî Hawar di wêje û mijara zimanî da bûbû ekolek û heta sala 1943’yan weşana xwe berdewan kir.

Ligel Kurdî di her hejmarekê de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23’yan nivîsên Kurdî yên kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latînî hat weşandin. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevli wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya Kurdî da bûn kesên navdar. Roja destpêka weşana kovara Hawarê (15’ê gulanê) îro wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

ÇAPEMENIYA AZAD

Ji destpêka çapemeniya azad ku di 15’ê hezîrana 1988’an de bi Toplumsal Dîrîlîş derkete rê û heya niha di ser 50’i rojnameyî de weşan hatine derxistin. Ji bilî Toplumsal Dîrîlîş ku di demeke kin de hat îmha kirin, gava yekemîn di 22’yê nîsana 1990’î de bi Halk Gerçegî ku tenê 9 hejmar hat weşandin û di bin pêşengiya derhênerê weşanê Huseyîn Aykol de derket hat avêtin. piştre Yenî Halk Gerçegî jî tenê 3 hejmar derket û ji hêla rêvebiriya rojnamê ve hat girtin. Di 20’ê cotmeha 1990’î Yenî Ulke dest bi weşanê kir û di roja ewil de buroya wê ya Amedê ji hêla Rêxistina Îslamî Cihat ve hat bombekirin.

OZGUR GUNDEM

Di 30’ê gulana 1992’yan de rojnameya rojane Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir. Ji 580 hejmarê rojnameyê der barê 486’an de doz hat vekirin û 147 sal ceza li edîtor û rojnamegerên wê hat birîn. Rojnameya ku biryara rêvebiriya wê hat girtin di 26’ê nîsana 1993’yan de di pêşengiya Gurbetellî Ersoz de carek din dest bi weşanê kir. Di 10’ê kanûna 1993’yan de bi sedan polîs bi ser rojnameyê de girt û xebatkarên wê tev xistin bin çavan. Piştre Ozgur Ulke di 28’ê nîsana 1994’an de dest bi weşanê kir. 3 buroyê vê rojnameyê jî di 4’ê kanûna 2004’an de di heman demê de hatin bombekirin. Di êrîşa bombeyî de Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 21 xebatkar jî birîndar bûn. Piştre bi belgeyan derket holê ku emrê bombeyan Serokwezîra demê Tansu Çîller daye. Digel vê êrîşê jî rojnameyê navber neda weşana xwe. Ozgur Ulke jî 247 hejmar derket. 7 mudûrê karê nivîsê yê rojnameyê hatin girtin. Ozgur Ulke, di 2’yê sibata 1995’an de berî saleke xwe tijî bike ji hêla dadgehê ve bi hinceta ku berdewamiya Ozgur Gundemê ye hat girtin. Piştre di 13’ê Nîsana 1995’an de Yenî Polîtîka dest bi weşanê kir.

Piştî rojnameya Ozgur Gundem hat girtin kevneşopiya Çapemeniya Azad bi nav û teşeyên din berdewam kir. Herî dawî li şûna rojnameya Gunluk di 4’ê nîsana 2011’an de kevneşopiya çapemeniya azad ji înadê re dîsa Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir. Ozgur Gundem piştî 17 salan dîsa derket.

AJANSÊN ÇAPEMENIYA AZAD

Rojnamegeriya Kurdî her wiha di hêla serwîskirina nuçeyan de jî di nava hinek hewldanan de ye. Bi vê armancê cara yekem di salê 1990’î de bi navê DEM Ajans li Almanya ajansek hat damezirandin. Piştre navê xwe bi Mezopotamya Haber Ajansı (MHA) guherand. Di 5’ê îlona 2005’an de polîsê alman bi ser saziya MHA’yê de girt û weşana wê rawesitand. Li ser vê yekê di 26’ê cotmeha 2005’a Ajansa Nuçeyan a Firat (ANF) hat damezirandin. Li Tirkiye’yê jî di 4’ê Nîsana 2002’an de bi tirkî, Kurdî û ingilîzî Ajansa Nuçeyan a Dîcle (DÎHA) hat damezirandin. Ajansa DÎHA ku 9 salin bi 3 zimanê weşanê dike, li gel hemû zext, zordarî û astengiyan weşana xwe didomîne. Niha 8 nûçegîhan û xebatkarên ajansê ji ber nûçeyan hatine girtin.DÎHA

ROJNAMEYA KU ALA ROJNAMEGERIYA KURDÎ BILIND DIKE: AZADIYA WELAT

Rojnameya Kurdî Welat di 22’yê sibata 1992’yan de dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 115 hejmar derket ji ber ceza û dozan neçar ma weşana xwe rawesitand û piştre jî bi rojnameya Welatê Me weşana xwe domand. Heta 1996’an 46 hejmar derket û piştî girtina Welatê Me Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Azadiya Welat di 15’ê tebaxa 2006’an de dest bi weşana rojane kir. Ji ber ku dem dem weşana Azadiya Welat hat rawesitandin ji bo tijîkirina vê valahiyê di 24’ê adara 2007’an de Dengê Welat, di mijdara 2008’de Welat, di 16’ê Nîsana 2009’an de Rojev, di 6’ê gulana 2009’an de Hawar, di 13’ê cotmeha 2009’an de Rojev û herî dawî di 31’ê Adara 2010’an de carek din Rojev derket.

Di vê pêvajoyê de Midûrê Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê yê Azadiya Welat Vedat Kurşun rastî 166 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat.

Dîsa Midûra Karên Nivîsan Emîne Demîr rastî 138 cezayê girtîgehê hat. Herî dawî Midûrê Karên Nivîsan Ozan Kilinç rastî 21 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat û ev ceza li dadgeha bilind hat xerakirin.

Her wiha dîsa ji dosyayek din 6 sal ceza jê tê xwestin. Kilinç û Kurşun, niha girtî ne. Midûrê Karên Nivîsan Mehdî Tanrikulu jî ji ber bi Kurdî parastin kir hat girti û dîsa serbest hat berdan.


Bêjeyên Miftehî