1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Rojnamevan nayên kuştin lê ya tên sirgûnkirin an jî girtin'
'Rojnamevan nayên kuştin lê ya tên sirgûnkirin an jî girtin',rojnamevan,nayên,kuştin,lê,ya,tên,sirgûnkirin,an,jî,girtin

'Rojnamevan nayên kuştin lê ya tên sirgûnkirin an jî girtin'

A+ A-

10:25 05.04.2014

ZUHAL ATLAN

ENQERE (DÎHA) - Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundem Huseyîn Aykol anî ziman ku rojnamevan di vê demê de nayên kuştin, lê ya bi daxwaza cezayên giran tên darizandin an jî sirgûnî Ewropa tên kirin. Aykol got, "Me rojên zehmet derbaskirin. Lê belê, em îro hêzeke mezin a medyayê ne. Ev bi saya şehîdên me, hevalên me yên di zîndanan de û yên hatine sirgûnkirin pêk hatiye."

6'ê Nîsanê roja qetilkirina rojnamevan Hasan Fehmî Bey, ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) ve wek "Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin" hatiye qebûlkirin. Rojnamevan Fehmî Bey, di Rojnameya Serbestî de Gerînendeyê Karên Nivîsê û sernivîskar bû. Piştî bi awayekî tund rêveberiya Îttîhat û Teraqqî rexne kir, di 6'ê Nîsana 1909'an de li ser Pira Galata hat gullebarankirin û qetilkirin. Fehmî Bey, li Tirkiyeyê wek yekemîn "şehîdê çapemeniyê" di dîrokê de cihê xwe girt. Di 1996'an de TGC'ê her sal 6'ê Nîsanê wek, "Roja Şehîdên Çapemeniyê" qebûl kir. Di sala 2005'an de navê rojê wek, "Rojnamevanên Hatine Kuştin" hat guhertin.

Li Tirkiyeyê 112 rojnamevan hatin qetilkirin

Li gor Platforma Piştevaniya bi Rojnamevanên Girtî re, piraniya rojnamevan û nivîskarên hatine qetilkirin ermenî û kurd in. Di dîroka Tirkiyeyê de di 105 salan de 112 rojnamevan li kolan û binçavan de hatin qetilkirin.

45 rojnamevan girtî ne

Li gor rapora binpêkirinên mafan a 2013 a Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC); 150 rojnamevan ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Herî kêm 36 rojnamevan rastî êrîşan hatin. Herî kêm der barê 44 rojnamevanan de doz hat vekirin. Herî kêm 38 rojnamevan rastî astengkirina wergirtina mafê agahiyan hatin. Herî kêm 73 rojnamevan ji kar hatin derxistin. Li gor daneyên Platforma Piştevaniya bi Rojnamevanên Girtî re ji 26'ê Adara 2014'an ve li girtîgehên Tirkiyeyê 45 rojnamevanên girtî an jî yên ceza wergirtine hene.

'Li Tirkiyeyê cureyekî rojnamevanan ê genetîka wan hatiye guhertin pêş ket'

Serokê Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇHD)'ê Ahmet Atabay diyar kir ku azadiya ramanê li Tirkiyeyê dîroka kuştinan e. Atabay anî ziman ku girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin û têkildarî bêdengiyê jî wiha got, "Ji ber ku cureyekî rojnamevanan ê genetîka wan hatiye guhertin pêş ket. Rojnamevanên di bin zextan e û girtîgehan de neparastin. Rojnamevanên desthilatdariyê derketin holê. Wan ne hempîşeyên xwe, desthilatdarî û zext parastin."

'Di bin zextan de me karê xwe dikir'

Hevrêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundem Huseyîn Aykol anî ziman ku di salên 90'an de çapemeniya kurd ku wek pêdiviyekê derket holê, wek hemû beşên civaka kurd rojnamevan jî rastî zexta dewletê hatin. Aykol axaftina xwe wiha dewam kir, "Dema rojnameya me nû vebû, buroya me ya Amedê hatibû bombekirin. Di bin zextan de ku bi vî awayî em dixebitîn, aggahiya qetilkirina hevalê me Cengîz Altun ji Êlihê hat. Paşê hevalên me yêndin jî hatin qetilkirin."

'Me rojên zehmet derbas kirin lê em îro hêzeke mezin a medyayê ne'

Aykol anî ziman ku rojnamevan di vê demê de nayên kuştin, lê ya bi daxwaza cezayên giran tên darizandin an jî sirgûnî Ewropa tên kirin. Aykol got, "Me rojên zehmet derbaskirin. Lê belê em îro hêzeke mezin a medyayê ne. Ev bi saya şehîdên me, hevalên me yên di zîndanan de û yên hatine sirgûnkirin pêk hatiye."

(yş/mae)

05.04.2014 - 10:23:40