1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnamevaniya Kurdî dikeve sala xwe ya 115’an
Rojnamevaniya Kurdî dikeve sala xwe ya 115’an,rojnamevaniya,kurdî,dikeve,sala,xwe,ya,115,an

Rojnamevaniya Kurdî dikeve sala xwe ya 115’an

Bi wesîleya 115’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî, rojnamevan û serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dan daxuyanî dan

A+ A-

HEWLÊR (DÎHA) - Bi wesîleya 115’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî, rojnamevan û serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dan diyar kirin ku li Kurdistan û gelek welatên cîhanê bi taybet li Tirkiyê mafê rojnamevanan tê binpêkirin û ji ber ramana xwe rojnamevan tên cezakirin.

22’ê Nîsana 1898’ê li paytexta Misrê Qahîrê ji aliyê rojnamevanê Kurd Mîqdad Mîthat Bedirxan ve yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê Rojnameya ‘Kurdistan’ derket. Rojnameya ku di dîroka rojnamevaniya Kurdî te yekem rojnameye,weke destpêka Rojnamevantiya Kurdî tê pejirandin. Ji wê rojê û pêve 22’ê Nîsanê weke Roja Rojnamevanên Kurdistanê hatiye pejirandin û di wê rojê de gelê Kurd ahengên pîrozbahiyê li dardixin. Bi vê bûneyê Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn û rojnamevan Ehmed Zawîteyî ji ajansa me re axivîn. Têkildarê mijara azadiya rojnamevaniyê, mafên rojnamevan, binpêkirin mafên rojnamevantiyê û Roja Rojnamevaniya Kurdî, Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn ji ajansa me re axivî. Emîn diyar kir kû ew 22’ê Nîsanê dî dîroka rojnamevaniya Kurdî de cihek xwe yê taybet heye û vê rojê her sal di salvegera wê de pîroz dikin û wiha got: “22’ê Nîsana 1898’ê li paytexta Misrê Qahîrê yekem rojnameya Kurdî ya Rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîqdad Mîthad Bedirxan ve hate derxistin. 22’ê Nîsana 2013’an dibe 115’emîn salvegera derxistina Rojnameya Kurdistan. Ev roj weke Roja Rojnamevaniya Kurdî hatiye diyar kirin. Di heman demê de bizava siyasî ya Kurd jî bi pêşketina çapemeniya Kurdî re bû xwedî rol û birêya çapemeniyê karîn hizir û ramanên xwe bigihînin gelê xwe. Di aliyek din de jî derketina Rojnameya Kurdistan li welatek biyanî nîşaneya zext û zordariya dagirkerên Kurdistanê li ser gelê Kurde kû nekarine li welatê xwe bi awayek azad xebatên xwe yên çapemeniyê bimeşînin.”

Di 20 salên dawî de li Kurdistana Federal rojnamevanî pêş ket

Di berdewama axaftina xwe de Hemedemîn rewşa rojnamevaniya li Herêma Kurdistanê wiha bilêv kir; “Li Herêma Kurdistanê mirov dikare bêje di van 20 salên dawiyê de pêşxistina çapemeniyê gihiştiye asta herê zêde û bi sedan rojname û kovar, bi sedan radyo û tv’yên herêmî û esmanî hatine damezrandin. Di nava van 20 salan de bi awayek yasayî li Herêma Kurdistanê gelek zagonên têkildarê azadiya rojnamevaniyê hatine derxistin. Piştî derketina van zagonan rojnamevan dikarin rexne li sîstema rêveberiyê ya Herêmê bikîn herwiha dikarin saziyên çapemeniyê yên serbixwe jî damezrînin. Yek ji delîla wan saziyên kû dikare sîstema rêveberiya Hikûmeta Herêmê rexne bike jî, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye.”

'Em dixwazin Federasyona Rojnamevanên Kurdistanê avabikin'

Emîn balkêşand ser mijara avakirina Federasyona Rojnamevanên Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Sendikaya Rojnamevanên Kurdistan endamê IFJ (Internatioan Federation of Journalists) êye. Em wek Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan dixwazîn di demek nêzîk de Federasyona Rojnamevanên Kurdistan damezrînîn. Lîcneyek ji nûnerên rojnamevanên her çar parçên Kurdistanê û ji dervey welat hatiye sazkirin, di van rojan de bi hevre bernameya xwe diyar dikin û di demek nêzîk de Konferansa Netewî ya Rojnamevanên Kurdistan li darbixîn.”

Li Tirkiyeyê rojnameger ji ber fikra xwe girtî ne'

Rojnamevan Ehmed Zawîteyî jî diyar kir kû rojnamevanên Kurd ji ber ramana azad niha di zindanê Tirkiye û Îranê de ne. Dewletên dijmin û dagirkerên Kurdistanê bi awayên corbicor êrîşan dibin ser tekoşerên gelê Kurd. Bi heman armanca tunkirinê carna jî wek gel saziyên kû rolê wana di pêşketina hêza azadiya Kurdistan de heye dil êrîş dibin ser û dixin zîndanê de û wiha got: "Yek ji wan saziyan jî xebatên rojnamevantiyê ne. Dijminên gelê Kurd bi taybet Tirkiye û Îran bi salane zextê li ser azadiya ramana Kurdî dike û li ser vi bîngehî bi dehan rojnamevan xistine di zindanan de, bi dehan rojnamevan hatine qetilkirin û bi sedan pirtuk û rojname hatine qedexe kirin. Dijminên gelê Kurd herdem rê û rêbazên curbecur bikartînin di xwazin bi vêyekê cavên kurdan bitirsine kurdan bixe nav metirsîyan. Bi taybetî jî li ser rojnamevanan tund û tujîyan dikin, ji ber ku rola rojnamevanîyê di tekoşîna gelê Kurd de rolekî xweyê sereke heye. alîyên deselatdar rojnamevanan ji xwere weke metirsiyekî dibîne ji ber wî jî zordarîyê li ser rojnamevana dike û di xwazin karê wan astenk bikinSedema vê yekê jî rojnamevanên kurd rastî û heqîqetê di şopînen li ber çavan radixe ,alîyên deselatdar jî ji vê yekê tengezardibin wê deme jî êrişan dibe ser rojnamevanan û digrin binçavan sizadikin. Dewletên dujmin yên dagirker rojnamevanên kurd weke pêşmerge, gerîlla û weke sîyasetmedarek kurd dibîne û weke hedef didin nîşandan.sedema viya herî mezin jî rojnamevanên kurd rastîyan ravey gelê kurd dike û kiryarên ku ji aliyên dujminên kurd ve tên kirin ên herêmên kurdan teşîrdike. Lewra em li dijî vê polîtikaya dagirkerên Kurdistanê ya li hember çapemeniya gelê Kurdîn û dibêjîn divê ew demek ji ya din zûtir werin azadkirin. Ji ber kû di qada navnetewî de pîvanên azadiya raman û rojnamevaniyê hene û pêwîste dewleta Tirk û hemkiryarên wê azadiya rojnamevaniyê li ber çavan bigrin.”

Li herêmê kuştina rojnamegeran wekî qeza tê nasandin

Zawîtewî balkêşand ser mafê rojnamevaniyê û diyar kû zagonên li ser bingehê azadiya rojnamevaniyê ku li Herêma Kurdistanê ve hatine derxistin li gorî min zagonên goncawin û mafê rojnamevan di van zagonan de tê parastin û wiha pêde çû; “Ez bawerim ev zagonên ku ji bo azadiya raman, mafê rojnamevan û azadiya rojnamevantî di destora Herêma Kurdistanê de hatine pesendkiririn, di destorgelek dewletên cîhanê de tunebe. Bi taybet dewletên cîran yên wek Tirkiye ku xwe bi sîstemek demokratîk navdikin nekarîne weke Herêma Kurdistanê azadiya rojnamevantiyê û mafê rojnamevan bi riyê zagonan biparêze. Lewra dibêjim ev zagonên li Herêma Kurdistanê heyî li Tirkiyê tunene. Lê di vir de ya girîng ne tenê hebûna zagonên azadiya rojnemevaniye, anîna cih ya wan zagonan girînge. Li Herêma Kurdistanê zext zêdetir li ser rojnamevan û çapemeniya navxweyî tê kirin. Rojnamevan yan jî çapemeniya jibo navnetewî xebatên xwe didin meşandin zêde li hember zext û zorîyê nayên. Bes li Herêma Kurdistanê kuştin, revandin, girtin û lêdana rojnamevanan tê kirin. Herçendî kû ev yeke ne di rêjeyek zêde de be jî lê ev kiryarên dijî mafê azadiya rojnamevaniyê tên kirin. Ev wek şerekê di navbera sîstema desthilat û azadiya ramanê de ye. Û kuştina rojnamevanan dema tê kirin jî ji aliyê desthilatê ve weke tiştek ne bi zanabûn û bi awayê qeza dide nîşa kirin. bi kûrtî aqûbeta rojnamevanên tên kuştin, girtin, birîndar kirin û îşkencekirin li Herêma Kurdistanê nayê eşkere kirin. ev alozî û pirsgirêkek ciddîye û divê Hikûmeta Herêmê li ser vê bisekine. Bes li Herêma Kurdistanê aliyê kû hêvî û keyfxweşiyê dide me ewe kû rojbiroj ev zext û qedexeyên li ser rojnamevanana û çapemeniyê kêm dibin.“

Zawîteyî di dawiya axafitina xwe de Roja Rojnamevaniya Kurdî bi van gotinan pîroz kir: “Ez 115’emîn salvegera Rojnamevaniya Kurdistanê 22’ê Nîsanê li hemû rojnamevanên Kurd bitaybet rojnamevanên kû niha di zîndanên dewletên dagirkerên Kurdistanê û ji derveye welat pîroz dikim. Hêvî dikim rojnamevaniya Kurdî li gorî pêşketina demê pêşbikeve 3u bi gehe asta doza gelê Kurd."

(wd/mae)