Rojnamevanê Baskî: Rapora li ser Rojava ji rastiyê dûr e
TUESDAY, 06 Gulan 2014 10:42 E- NAVENDA NÛÇEYAN– ANHA - Rojnamevanê ji herêma xweser a Baskê ya Îspanyayê Klaus Zorro Tuza, destnîşan kir ku rapora Rêxstina Rojnamevanên Sînornenas li ser Rojava amade kiriye û tê îdîakirin ku mafê rojnamevanan tê binpêkirin, ji rastiyê dûr e. Tuza, bal kişand ku wî bixwe jî li herêmê kar kiriye, herwiha kesên rapor amadekirine jî li herêmê wekû muxalif kar dikin û pirsa, “ger ku astengî hebe, çawa dikarin li wir bixebitin û raporekê amade bikin?” pirsî.
Îspanyayê Klaus Zorro Tuza, têkildarî rapora ku di 1’ê Gulanê de hatibû weşandin de, nêrîn û çavdêriyên xwe ji çapemeniyê re şandin. Tuza, bi gotina, “Min rapora Rojnamevanên Sînornenas a ku derbarê binpêkirina mafên hevalên me yên rojnamevan ên li bakûr Suriyê de, di 1’ê gulanê hatibû weşandin xwend. Ez hîs dikim ku erka min exlaqî û meslekî ye ku li ser vê mijarê nêrînên bînim ziman” dest bi nirxandinên xwe kirin.
Nirxandinên Tuza wiha ne:
“Destpêkê ez nikarin piştrast bikim ka ev rapor rast e yan derew e. Lê dixwazim bêjim ku li kuderê be bila bibe, ez li dijî hemû rengên binpêkirina mafên hevalên me yên rojnamevan im. Tevî vê yekê ez dibêjim ku rêxistinek resen û xwedî çavkanî ya wekî Rêxistina Rojnamevanên Sînonenas pêwîst beriya ku raporek wiha biweşîne, divê agahî û çavkaniyên xwe piştrast bike.
Dema min ev rapor dît, ez şok mam. Ji ber ku tecrubeya min a rojnamevaniyê ya li wê herêmê nîşan dide ku ev rapor nerast e. Heta niha ez 6 caran çûme herêma ku di bin kontrola kurdan de ye. Çûna yekemîn beriya şer bû, her 5 carên din piştî meha tîrmehê ya sala 2012’an bûn. Min rapora xwe ya derbarê rewşa wir de di dawiya meha nîsanê de weşand.
Dema ez li herêm Cizîrê ya bakûrê Suriyê bûm, mi di hevdîtinên xwe yên bi pêkhateyan û welatiyan re de tu zehmetî nedîtin û bi awayekî xebata xwe meşand. Ev jî nakokiya di rapora rojnamevanên sînornenas de nîşan dide.
Beriya ku kesek min alîgiriya cihekî siyasî tawanbar bike, dixwazim eşkere bikim ku min ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim xwestibû ku derbarê îdîayên binpêkirinên mafan ên li hemberî endamên opozîsyonê û têkiliyên wan ên bi rejîmê re de agahî bide. Min ev agahî di meha tebaxa 2012’an de xwestibûn.
Di heman demê de min raporek li ser kar û xebatên siyasî yên li herêmê amade kiribû. Mînak min li ser bîrên neftê yên li herêma Rimîlanê raporek amade kiribû. Ez naxwazim hîn zêdetir xwendevanan li ser mijara ku ez rojnamevanekî serbixwe me û minakan aciz bikim.
Ger ku em careke din li rapora rojnamevanên sînornenas vegerin, dema min dît ku ev rapor rojnamevan Mesut Hamid amade kiriye, ez gelekî matmayî mam. Min û birêz Hamid di payîza borî de bi hevre li Cizîrê kar dikir. Têkiliyên wî bi serokên partiyên kurdî re hebûn û alîkariya min kir ku ez xwe bigihînim berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl. Her wiha ez bi riya wî giham Serokê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro jî.
Mesut Hamid midûrê rojnameyek herêmî ya li Qamişlo ye û ew rojname muxalefetiya PYD’ê dike.
Di vê rewşê de pirsa ku divê bê pirsîn ev e, “ger ku rewş wekî di raporê de hatiye gotin be, Mesud Hamid çawa dikare bi rojnamevanên biyanî re bigire û vê raporê amade bike?”
Di serdana min a dawî ya meha nîsanê ya ji bo Cizîrê de, ez bi Yekîtiya Ragihandina Azad re ketim têkiliyê. Ev yekîtî çavdêriya saziyên çapemeniyê yên herêmê dike. Wê rêxistinê diyar kir ku dema ez bixwazim wê heta dawiyê alîkarî bikin. Min dema xwe piranî li paytexta Cizîrê di nava hevalên xwe yên herêmê ku piraniya wan alîgirên PDK’ê bûn de derbas kir. Wan hevalên min tu caran aciziya xwe ji yekîtiya ragihandinê re ne anî ziman.
Ez bi Mesut Hamid an jî Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas re şer nakim, lê wekî min di destpêka nameya xwe de jî got, ez van nakokiyên di rapora wan de, ji wan re dihêlim.
Em li bendê ne ku derbarê vê raporê de zelaliyek bê nîşandan, lê dîsa ez tecrubeya xwe bi we re parve dikim. Ez hêvîdarim ku hemû rojnamevanên li herêmê kar dikin û bi taybetî yên ku têkiliya wan bi vê raporê re heye, çîroka xwe vebêjim da ku rastî derkeve holê.”
(aq)