1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnamevanên Sînornenas ji bo Firat daxuyanî
Rojnamevanên Sînornenas ji bo Firat daxuyanî,rojnamevanên,sînornenas,ji,bo,firat,daxuyanî

Rojnamevanên Sînornenas ji bo Firat daxuyanî

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ji bo Rojnamevana Kurd Denîz Firat a ku di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand û wiha got: "Em ji malbatê û hemû xizmên wê re sersaxiyê dixwazin."

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ji bo Rojnamevan Kurd Denîz Firat a ku di 8'ê tebaxê de li Mexmûrê dema nûçe dişopande di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cenazeyê Denîz li Wanê cihê lê ji dayik bûye hatiye veşartin û wiha hate gotin, "Rojnamevanên Sînornenas ji malbat û xizmên wê re sersaxiyê dixwazin. Der barê mercên mirinê yên Leyla Yildizhan de divê lêpirîn bê destpêkirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê ev bûyera bi êş nîşanî aliyan bide ku di rewşa şer de rojnamevanî çiqasî girîng e û wiha hate bilêvkirin: "Pêwîste ji bo ewlekariya rojnamevanan û sivîlan hewldan bên dayîn."

Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de bi Rojnameger Denîz Firat re qemeramanê El Ahad Tv Xalîd Alî Hamada jî di 16'ê hezîranê de li Diyala jiyana xwe ji dest dabû.

(bd)