1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnameya Azadiya Welat û Gundem wekî sûc hate dîtin
Rojnameya Azadiya Welat û Gundem wekî sûc hate dîtin,rojnameya,azadiya,welat,û,gundem,wekî,sûc,hate,dîtin

Rojnameya Azadiya Welat û Gundem wekî sûc hate dîtin

A+ A-

MUTHA ÇETÎN Di 8'ê gulanê de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê teqîna biçûk pêk hatibkû. Piştî teqînê Rektoriya Zanîngeha Stenbolê gotibû "Ji ber basinca zêde teqînek biçûk pêk hatiye". Lê li gel vê yekê dozger der barê 3 xwendekaran de doz vekir û cezayê "muebetê" ji wan xwest. Dozger bi tevahî 191 sal cezayê girtîgehê diwaze.

Dozgerê Komarê yê Stenbolê der barê 3 xwendekarên Zanîngeha Stenbolê de, têkildarî teqîna di 8'ê gulanê de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê pêk hat de, cezayê muebeê û 191 sal cezayê girtîgehê xwest. Di teqînê de xwendekarên zanîngehê Mucahît Ozdemîr, Raziye Ay û Emel Çetîn hatibûn binçavkirin. Piştre Mucahît Ozdemîr serbest hate berdan, lê xendekara Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Zanistiya Siyasetê Emel Çetîn û xwendekara Beşa Aboriya Xebatê Raziye Ay hatibûn girtin. Pişti teqîna ku tenê zerara maddî pêk hat Rektoriya Zanîngeha Stenbolê gotibû "Ji ber basinca zêde teqînek biçûk pêk hatiye". Lê li gel vê yekê dozger der barê 3 xwendekaran de doz vekir û cezayê "muebetê" ji wan xwest. Dozger bi tevahî 191 sal cezayê girtîgehê dixwaze.

Di meha Hezîranêde dîsa li dijî xwendekarên Zanîngeha Stenbolê operasyonek din hat lidarxistinû 10 xwendekar hatin binçavkirin û jê 7 xwendekar hatin girtin. Xwendekarê bi navê Oktay Gurdegir, Şahin Kaya, Ferhat Kavak, Gurkan Îsteklî, Zeki Yilmazsoy, Ugur Tekdal û Muammer Cesur hatin girtin û şandin girtîgehê. Dozgerê Komarê yê Stenbole pişt re dosyayê hemû xwendekaran kirin yek û der barê 13 xwendekarên ku 9 jê girtî de 61 rûpel îddîaname amade kir. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Ekrem Beyaztaş, diyar kir ku xwendekaran piştî daxuyaniya çapemeniyê bi telefonê hevditin kirine û endamên Ciwanen Welatparêz û Demokratîk ên meclîsa BDP'ê ne. Dozger li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê doz vekir. Îdîaname ji aliyê heyeta dadgehê ve hate qebûlkirin. Dozger di îdîanameyê de wekîe "Buyera Yekem" û "Bûyera duyemîn" bi nav kir. Di bûyera duyemîn de jî têkiliya endamên Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Demokratîk pêve girêda û cih da têkiliyên bi telefonê yên 10 xwendekarên zanîngehê.

Li gori dozger şermezarkirina Roboskî û YOK'ê çalakiyen dijzagonî ne

Dozger di îdîanameyê de çalakiyên li dijî YOK'ê, komkujiya Roboskiyê, kuştina Şerzan Kurt, girtina xwendekaran û pîrozbahiyên Newrozê wekî suc nîşan da. Dozger ji bo komkujiya Roboskiyê jî wiha got: "Di 29'ê kanûna 2011'an de li Robosiya Qilebana Şirnexê 35 kes kuştî hatin bidestxistin" binav kir. Dîsa stranên ku di mp3'ê de hatin bidesxistin, wekî strarên propaganda rêxistinê dikin binav kir.

Dozger Ugur Kaymaz, Seyît Riza, Ape Musa, Mem û Zîn wekî endamê rêxistinê bi nav kir

Dozger peyama ku ji telefona Savaş Butkul re hat û helbesta "Çîrokek çiyayî. Ez dûrbîna şevê ya li derdorê sînor im. Min li Cizîrê bikujin ez slavê bibim ji Mem û Zinê re. Min li Qoserê bikujin, ez bibim Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan hatin qetilkirin... Min li Dêrsimê bikujin û li Mûnzîrê bişon ez slav bibim ji Seyit Rıza re. Min li Amedê bikujin ez bibim Apê Musa û bi kurdî bifîkînim. Min li Dîcleyê bikujin ez bibim ninfîra çavê te.. An jî min serbest berdin ez li welatê xwe azad bi zimanê xwe bixaivim û bijîm..." wekî propaganda "PKK/KCKê dike nirxand.

Rojnameya Azadiya Welat û Gundemê bû sedema endamtiyê

Dozger dîsa rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên li mala Emel Çetin û Raziye Ay de hatin dîtin wekî delîlên rêxistinê nîşan da û Çetîn û Ay, wekî "Endamê Rêxistinê" nîşandan. Dozger diyar kir ku pereyên rojnmaeyan dişînin ji PKK'ê re. Dozger ji bo xwendekaran bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne", "Bi armanca rêxistinê bi zanebûn mirov birîndar kirine" ji bo her kesekî di navbera 15 sal û 29 salan de ceza xwest. Bi tevahî 226 sal ceza dixwaze. Dozger ji bo Emel Çetin, Raziye Ay û Ugur Tekdal jî bi îdîaya "Yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye", "Zerar daye malê dewletê", "Bombeya destan çêdikin", "Teşebusî kuştina gelek kesan kiriye" der barê 3 xwendekaran de ji bo Çetin 69 sal, ji bo Tekdal 57 sal, ji bo Ay jî 65 sal czeayê hepsê bi tevahêi ji bo 13 xwendekaran 417 sal cezayê girtîgehê xwest.

Rûniştina doza xwendekaran dê li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 27'ê Kanûnê de li Edliyeya Stenbolê bê dîtin.

(mae)