1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnameya Ronahî gaveke din avêt
Rojnameya Ronahî gaveke din avêt,rojnameya,ronahî,gaveke,din,avêt

Rojnameya Ronahî gaveke din avêt

A+ A-

EFRÎN – Rojnameya Ronahî li kantona Efrînê derbasî qonaxeke nû ya weşangerî bû û dest bi pêngaveke din kir.

Rojnameya Ronahî ji roja ku hatiye damezirandin û hetanî 17’ê îlon / rezber a 2016’an li kantona Efrînê bi rûpelên biçûk ango bi dirêjahiya 30 cm û panahiya 15 cm dihate çapkirin.

Ji ber dorpêçiya li ser kantona Efrînê û nebûna alavên teknîkî ku rûpelên mezin çap bikin, derfet tune bû ku rûpelên bi awayekî mezintir werin çapkirin.

Piştî xebateke demdirêj hin kesan karîbû pêdiviyên avakirina çapxaneyeke mezintir peyda bikin.

Di 18’ê îlon / rezber a 2016’an de yekemîn car rojname bi rûpelên mezin hate çapkirin (Hejmara 327). Ev roj ji bo rojaneya Ronahî li kantona Efrînê wekî pêngaveke nû ya ber bi pêşxistina xebatên weşangeriyê ve bû.

Ji vê rojê û şûnve êdî derfet çêbû ku gelek mijar, gotar, nûçe û wêne bi awayekî berfirehtir werin weşandin. Rûpelên nû dirêjahiya wan 50 cm û panahiya wan 35 cm ye. Vê yekê hişt ku rojname hejmara zêde ya rûpelan jî daxîne 16’an.

Li gorî serokê edîtoriya ya beşê zimanê Erebî ya Rojnameyê li Efrînê Cemîl Reşîd, rûpelên rojnameyê êdî li şûna 1100 gotin dikare 2000 gotin rakin.

Rojnameya Ronahî di 14’ê cotmeha 2011’an de ji aliyê 8 rewşenbîr û rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê bi armanca ronîkirina riya civakê, derxistina rastiyê bi awayekî objektîf hate damezirandin. Hejmara yekemîn a rojnameyê di 16’ê cotmeha 2011’an bi qasî 500 kopî hate çapkirin û li Rojava, Heleb û Şamê hate belavkirin.