Rojnameyên ereban ên îro behsa çi dikin?
NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya di navbera komên çekdar ên li Helebê, Civîna Konseya Ewlekariya ya derbarê Helebê ku tê payîn îro bê lidarxistin, êrîşên intharî ku li Mûsilê li dijî Arêtşa Îraqê pêk hat, çalakiya li dijî Polîsên Tirkiyê ya li Qeyseriyê mijarên sereke yên îro yên rojnameyên ereban e.
Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di rûpela xwe ya yekem a îro de sernavê ʺKomên çekdar ên Sûriyê di bin yek fermandariyê de dibin yekʺ Rojanmeyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: ʺLi dijî pêşketinên rêjîma Sûriyê yên li Helebê û ketina Helebê di destê wan de, Eniya El-Nusra (Cehbet Fetih El-Şam) û Ehrar El-Şam ragîhandin ku wan yekîtiya xwe ragîhandin û dê li Bakurê Sûriyê mina dewletekê ragihînin. Di heman demê de 14 komên bi navê cûda xwe di bin sîwana wan de kirin yek û bi navê ʹDesteya Islamî ya Sûriyêʹ ragîhanin. Fermandarê wê yê giştî jî Ebû Emar Teftenaz ku berê Fermandarê Ehrar El-Şam bû hate erkdarkirin. Di heman demê de Fermandarê Cebhet El-Nusra Ebû Mihemed El-Colanî fermandarê wê yê leşkerî be û Tewfîq Şihab El-Dîn Fermandarê Tabûra Nûredîn El-Zengî jî Serokê Meclîsa wê ya Şêwirî be.ʺ
Rojnameya El-Nehar li ser rewşa Sûriyê nivîsek bi sernavê ʺKonseya Ewlekariyê dengdarê li ser pirojeya derxistina ji Helebê dikeʺ avêt. Di nivîsê de hate gotin ku Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî dê îro ji bo pêşniyara Firansa ya pêkanîna berpirsyariyên Netewyên Yekbûyî jib o parstina sivîlan kom bibin. Biryara ku duh Rutersê li naveroka wê nerî dibêje ku divê derketina ji Helebê bi dildarî be û cihê ku ew dixwazin herinê, her wiha divê ewlekariya sivîlan bê parastin, kesên dixwazin di malên xwe de jî bimînin, gelek bimînin. Tê payîn ku îro Konseya Ewlekariyê ya navdewletî li ser mijarê dengdayînê bike.ʺ
Derketina ji taxên rojhilatê Helebê ku înê pêk hat, piştî ku alîgirên rêjîmê daxwaz kirin ku beranberî wê welatiyên ji gundên El-Fûa û kefreya yên Idlibê bêne derxistin, hate rawestandin.
Rojnameya El-Heyat têkildarî opersyona rizgarkirina Mûsilê jî sernavê ʺTîmên intîharî digerin û Arêtşa Îraqê hedef digirinʺ avêt. Di nivîsê de hate gotin ku Polîsên Itîhadî yên Îraqê xwe amade dike ku tîmên xwe yên antî teror ku derbeyên giran li rojhilatê Mûsilê xwarin xurtir bike. Rojanemeyê di nivîsa xwe de her wiha bal kişand ser koçberan jî got ku ji destpêka Opersyona rizgarkirina Mûsilê û heta niha hejmara koçberên Mûsilê sed hezar derbas kiriye. Rojnameyê her wiha bal kişand ser daxuyaniya Fermandarê Antî Teror Ebdulxenî El-Esedî ku duh li nêzî Mûsilê da saziyên çapemeniyê û got ku ʺHêzên Îraqî DAIŞʹê ji 40 taxên rojhilat derxistineʺ El-Esedî her wiha got ku taxên mane jî dê di nava çend rojan de werin paqijkirin û destnîşa kir ku tê payîn bersiva DAIŞʹê lawaz bibe û bi taybet piştî ku beşek mezin ji taxên rojhilat ji destê wê hatine derxistin. El-Esedî gelekî bal kişand ser girîngiya şerê rojavayê bajar.ʺ
Çalakiya li bajarê Qeyserî ya Tirkiyê jî di rojnameyên ereban de wekî mijara sereke derket pêş. Rojnameya El-Seferî ya Lubnanê sernavê ʺ86 kutî û birîndar di êrîşa bi tirmpêla bombebarkirî. Rojnameyê destnîşan kir ku 13 leşkerên Tirk hatine kuştin û 55 birîndar bûne û wiha dom kir: ʺÊrîş bi tirmpêleke bombebarkirî pêk hat. Arêtşa Tirk got ku dibe ku di nava qurbaniyan de kesên sivîl jî hebin. Êrîş li dijî otobîsek ku leşker dibirin pêk hat. Dema otobîs ji bargeha leşkerî derket, erbeya bombebarkirî hate teqanin. Televizyonê bermahiyên tirmpêla hatiye teqandin weşandin. Embulansan jî birîndar radikirin nexweşxaneyê. Ev êrîş pişt 2 êrîşê ku di mijdarê de pêk hat û di encamê de 44 kes mirin, pêk hatiye.
(dc)
ANHA