1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. RojNews belgeya bazara DAIŞ’ê ya ji bo firotina jinan belav dike
RojNews belgeya bazara DAIŞ’ê ya ji bo firotina jinan belav dike,rojnews,belgeya,bazara,daiş,ê,ya,ji,bo,firotina,jinan,belav,dike

RojNews belgeya bazara DAIŞ’ê ya ji bo firotina jinan belav dike

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Çeteyên DAIŞ’ê piştî dagirkirina cihên ku çûneyê, jin û keçên êzdî û xiristiyan ên ku girtine, di bazaran de wekî koleyan difirûşin.

Ajansa RojNews cara yekemîn belgeyekî fermî ya jinên ji aliyê çeteyan ve di bazaran de tên firotin belav dike. Tişta herî balkêş di wê belgeyê de, ji bo mamelekirina bi wan jinan helwesta terorîstî ya ji bo çeteyên Tirke. DAIŞ di bazara koleyan a jinan de, îmtiyazên taybet ji bo Tirk û Sunneyan heye û jin ji bo wan bê perene.

Ev belge ji aliyê emîrekî DAIŞ’ê, rêveberiya bilind a wê grûbê û bi morekî taybet hatiye derxistin. Di belgeyê de derdikeve holê ku çeteyên DAIŞ’ê bazarek ji bo kirîn û firotina jinên Êzdî û Xiristiyan vekiriye. Egera wê yekê heye ewe bazar li bajarê Reqqa yê Sûriyê be, ji ber ku wir wekî navenda serekî ya çeteyan hatiye naskirin. Wekî ew bi xwe dibêjin, ew jin xenîmene, jinên êzdî şeytanperest û Xiristiyanin.

Belge 14’ê Zulhecce 1435 ango 16.10.2014’an derketiye. Di wê nivîsê de tê gotin ku li bazarê jinên di her temenekî cûda de hene û nirxê jinên bi temen erzane. Lê jinên biçûk bi nirxekî giran tên firotin. Yê wê fermanê red bike, cezayê wê kuştine.

Rêveberiya çeteyan û emîrên wan, di belgeyê de bi navê nirxê firotina xenîmeyan (destkeftî) bi vî awayî tê nivîsandin.

“Bi navê Xwedayê dilovan û mîhrîban

Li gor agahdariyên ketine desê me, bazarekî ji bo kirîn û firotina jin û xenîmeyan hatiye vekirin. Niha nirxê wê bazarê gelek kêm bûye û ew nirx jî tê wateya ketina aboriya Îslamê. Lewra her kesê wê kirîn û firotinê red bike, cezayê wî mirine.”

Di belgeye ku ji bo bazara xenîmeyan hatî amadekirin, ketina nirxê kirîn û firotina xenîmeyan bandor li ser qezenca rêxistina çeteyên DAIŞ’ê û rêvebirina çeteyan kiriye. Lewra DAIŞ’ê biryar girtiye ku wê bazarê bêxe di bin kontrola xwe de.

Nirxê keçên di temenê 1-9 salî de 200 hezar dînare

Di beşa jêr ya belgeyê de nirxê firotina jin û keçên ku DAIŞ wekî kole girtine û mamele ligel dike, wan jinan wekî jinên Xiristiyan û Şeytanperest bi nav dikin. Li gor wê belgeyê nirxê wan li gor dînarê Sûrî bi vî awayiye: Jinên Êzdî û Xiristiyan yên temenê wan 40-50 salî 50 hezar dînar.

Jinên Êzdî û Xiristiyan yên temenê wan 30-40 salî 75 hezar dînar.

Jinên Êzdî û Xiristiyan yên temenê wan 20-30 salî 100 hezar dînar.

Jinên Êzdî û Xiristiyan yên temenê wan 10-20 salî 150 hezar dînar.

Jinên Êzdî û Xiristiyan yên temenê wan 1-9 salî 200 hezar dînar. Jin ji bo Tirk û Sûriyan bê pere ye Di beşekî din a wê belgeyê de hatiye gotin ku her kesek dikare tenê 3 jinan bikire, lê ji bo çeteyên Tirk û Sûriyeyî çend jinan bixwazin dikarin bidin wan.

Li gor gelek çavdêran ev yek vedigere ji bo wê yekê ku Tirkiye alîkarî û piştgiriya çeteyan DAIŞ’ê dike, di warê aborî, çek û teqemeniyan de alîkariya wan dikin û Sûriyeyî xwediyê malê ne.

Li gor agahdariyan çeteyên DAIŞ’ê ji ber şikestinên mezin ên li Kobanê û vekişîna wan a ji gelek herêmên Iraqê, niha li Sûriye û Mûsilê rastî krîzekî mezin hatine. Lewra bi hemû rêyekê hewl didin ku vê krîzê çareser bikin. Lewra dibe ku bi vekirina bazarên firotina koleyan û kontrolkirina wan a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, yek ji hewldanên wan ên ji bo rizgarbûna ji vê krîzê be.