Rojên Amedê li Duhoke dest pê kir
Rojên Nasandina Amedê li Duhokê bi bernameya folklor û Pêşandana wêneyan li Duhokê dest pê kir
Rojên Nasandina Amedê li Duhokê bi bernameya folklor û Pêşandana wêneyan li Duhokê dest pê kir. Di mihrîcane de Serokê Melîsa Gişti ya Duhokê Dr. Fadil Omer, anî ziman ku dem dema yekîtiyê ye.
Mihrîcana Rojên Nasandina Amedê li Duokê ku bi hevkariya Şaredariya Duhokê û Sûrê li Duhokê hate lidarxistin bi bernameya pêşandan wêneyên Mehmet Mahsum Suer û pêşandana lîstika folklorê dest pê kir. Ewil ji bo kesên di têkoşîna aşti û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn dest pê kir. Bernameyê li Parka Azadiyê li Hola Panoramayê dest pê kir. Şaredarê Duhkê Şevket Mehmet Emir, Şaredarê Sûrê Abulha Demîrbaş, Nûneren saziyên sivîl ên civakî yên Duhokê u Amedê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Di bernameye de ewil Serokê Meclisa Gişti ya Bajarê Duhoke Dr. Fadil Omer axivi u diyar kir ku hevkarî û pêvendiya di navbera şaredariyan de di qada abarî, ziman û çandê de gelek girîng e. Omer, anî ziman ku gelê kurd ji ber polîtîkayên serdestan di her alî de perçe buye. Omer, da zanîn ku çand, ziman, nasname û aboriya kurdan perçe bûye û divê dêdî di her qadê de yekitiya hevkariya xwe xurt bikin. Omer, anî ziman ku ew hevî dikin ku ev mihrican dê bibe pira yekîtiya neteweya gele kurd. Omer, daxuyad ku ew dê ji niha û şûnde ji ji bo yekîtiya gelê kurd ava bikin di nava hewldanan de bin û wiha got: “Dem dema yekîtiyê ye. Divê êdi gele kurd di her qadê de yekîtiya xwe ava blikin.
Demîrbaş: Ev roj roja yekitiya kurdan e
Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş jî mafê axaftine girt û ani ziman ku ev roja yekitiya kurdan e û wiha got: “Ev roj roja yekitiya kurdan e. Em hemû pêşengên kurdan yek bi yek slav dikin. Em Deyndanên wan in. Wan ji bo yekitiya kurdan gelek bedel dan. Divê em îro daxwazen wan têxin meriyete. Pêşengên kurdan ji bo yekîtiya kurdan canê xwe dan. Em jî ji bo dni qada ziman, nasname, çand û siyasete pêk bînin û daxwazên pêşengên xwe bi cih tînin. Hêvidarim ku ev xebat dê bigêje encama xwe. Pitî axaftinan listika folklorê ya şaredariya Duhokê hate listin û pêşandana wêneyan a Mehmet Mahsum Suer hate pêşandan. Bername didme.
(mae)