Rojên Hunerê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Rojên Hunerê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn dest pê dike
DÎCLE MUFTUOGLU
AMED (DÎHA) - Akademiya Çand û Hunerê ya Cegerxwin bi şîara "Em Jiyana Azad bi Çanda Demokratîk Biafirînin" dê di navbera 21-23'ê Hezîranê de berhemên xwe yên salê pêşkêş bikin. Xwendekarên navendê dê hunerê xwe pêşkêş bikin.
Akademiya Çand û Hunerê ya Cegerxwin ku di bin baneya Şaredariya Peyasê de xebatên çand û hunerê dimeşîne, bi şîara "Em Jiyana Azad bi Çanda Demokratîk Biafirînin" dê di navbera 21-23'ê Hezîranê de bi bernameyekê bernameyên xwendekarên xwe pêşkêş bikin. Bernameya ku di 21'ê Hezîranê de dest pê bike dê 3 rojan berdewam bike. Xwendekarên ku salekê perwerde dîtin dê di bernameya ku bi silogana "Em Jiyana Azad bi Çanda Demokratik Biafirînin pêk bê dê huner û afirîneriya xwe bi gelre parve bikin. Şahî dê ji berhemên xwendekarên ku di beşên muzîk, dans, sinema, resîmê de perwerde dît pêk bê. Akademiyê têkildarî bernameyê diyar kirku wan salek çand û hunerê li pey xwe hiştin û dixwazin bi vê bernameyê hilberîn û afirîneriya xwe ya salekê bi civakê re parve bikin. Akademiyê diyar kir ku wan di salekê de kedek da û ji bo ku vê keda dane bi civakê re parve bikin û di pêşerojê de berhemên hîn xweştir û baştir pêş bixin dixwazin xebatên xwe bi civakê re parve bikin. Akademiyê bi kurmancî, dimilî biroşura bernameyê amade kir û li welatiyan belav kir. Di buroşurê de ew ji bo çanda demokratîk û jiyana azad ava bikin di nava ked û hewldanekê dene u wiha hat gotin: "Bê guman ji bo hunera kurdan çiqas ked bê dayîn hindik e. Bê guman ji bo huner û çanda kurdan rêyek dûr û dirêj li pêş me ye. Di vê rêyê de gelek tiştên girîng ku em bikin hene. Tiştê ku me di salekê de kir tenê perçeyekî ji vê beşê ye. Jibo em xebatên xwe yên salekê bi gelê xwe re parvebikin em pêdivîbi vê bernameyê dît. Em li bendê ne hûn jî tev li vê xebata me ya rengîn bibin û reng bidin xebata me."
Bernameya ku xwendekarên di beşên muzîk, dans, sinema, resimê de perwerde dîtine û hunerê xwe pêşkêx bikin wiha ye:
21 Hezîran În:
Lîstikên gel: Listikên herêma Mêrdînê- Xwendekarên Beşa Dansên Gel Pêşengeh: Pêşengeha berhemên xwendekarên Resîmê. Konser: Koroya xwendekarêm beşa Muzikê. Pêşandana Fîlman: Pêşandana fîlbên beşa Sinemayê. Şano: Lîstika Wenda ya ji aliyê xwendekarên beşa şanoyê ve.
Cih: Salona Navenda Çand û Hunerêya û Ciwawan a Cegerxwîn Saet: 16.00/ 16.15 / 18.00 / 20.30
22 Hezîran Şemî:
Panel: Ciwan wêjeyê dibêjin / Xwendekarên Beşa Ziman û Çandê. Pêşandana Filman: "Li cîhekî din", "Keliya Meşan", "Tenur", "Fecîra" Şano: Hawarî
Cih: Salona Navenda Çand û Hunerêya û Ciwawan a Cegerxwîn Saet: 13.00 / 18.00 / 20.00
23 Hezîran
Panel: Di pergala dengê muzîka kurdî de rola jinê Pêşandana fîlman: XWendekarên beşa Sinemayê. Toren: Torena mezûniyetae xwendekarên Akademiyê Cih: Salona Navenda Çand û Hunerêya û Ciwawan a Cegerxwîn Saet: 13.00/15.00/ 19.30
(mae)