1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Rola dewleta Tirk belgekirî ye’
'Rola dewleta Tirk belgekirî ye’,rola,dewleta,tirk,belgekirî,ye

'Rola dewleta Tirk belgekirî ye’

Fermandarê YPG’ê Kobanê Cemîl Mazlum, diyar kir ku li gorî belge û planên êrîşê yên di destê wan de yên têkildarî komkujiya Kobanê, zelal e ku baskê êrîşê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye

A+ A-

SEDAT SUR - KOBANÊ / ANF Fermandarê YPG’ê Kobanê Cemîl Mazlum, diyar kir ku li gorî belge û planên êrîşê yên di destê wan de yên têkildarî komkujiya Kobanê, zelal e ku baskê êrîşê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye.

Di 25’ê Hezîranê li Kobanê êrîşek pêk hat û bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî êrîşên çeteyan rola dewleta Tirk tê nîqaşkirin û her wiha Fermandarê YPG’ê yê Kobanê Cemîl Mazlum diyar kir ku têkildarî plana êrîşê di destê wan de belge hene û wiha got: “Lêpirsîn didome, lê li gorî belge û agahiyan, xuyaye ku êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin.” Cemîl Mazlum anî ziman ku dewleta Tirk bi qasî ji yekbûna Rojava ditirse, ji têkiliya ku hêzên YPG-YPJ’ê ya bi gelê Tirkmen re ava kiriye jî tirsiyaye û plana dagirkirina Rojava pêk aniye.

Cemîl Mazlum têkildarî hedefa êrîşa hovane axivî û got: “Em destpêkê vê êrîşa çavsor lanet dikin. Em ji malbatên hemû şehîdên xwe re sersaxiyê dixwazin. Em li dijî hevrêyên xwe yên bi qehremaniyeke mezin li ber xwe dan û şehîd ketin, bi rêzdarî serî ditewînin.

Em li dijî êrîşek wiha çi bêjin kêm dimîne. Bi van êrîşan qezencên Kurdan ên li Rojava hedef hatin girtin. Hewl dan ku modela jiyana nû ya li Kobanê û Rojava hatiye rûniştandin, asteng bikin. Beşeke gelê me li Bakurê Kurdistanê ye û xwe amade kirin ku vegerin. Di demek wisa de ev komkujî pêk hat. Xwestin pêşî li gelê me bigirin ku venegerin xaka xwe. Çeteyên DAIŞ’ê li dijî YPG-YPJ’ê ti encam negirt û li ser vê jî ketin nava tirs û fikarê û dest bi êrîşan kirin.”

ROLA DEWLETA TIRK

Cemîl Mazlum destnîşan kir ku di vê êrîşê de desteka şênber a dewleta Tirk heye û ev tişt anî ziman: “Encamên me xwe gihandinê hene. DAIŞ’ê bi 84 kesî êrîşî Kobanê kir. Têkildarî êrîşê belge û agahî destê me de hene. Agahiyên ketine destê me, nîşan didin ku baskê êrîşê ji Tirkiyeyê hatiye. Çeteyê Misirî yê sax hatiye girtin û du çeteyên din ên hatine girtin di vî alî de agahî dan.

DI BELGEYAN DE ÇI HENE

Di plan û belgeyan de, rêyên ku çeteyan bikar anîne, piştî êrîşê kîjan rê bikar anîne hene. Di plansaziyê de tê gotin ku baskek ji Tirkiyeyê û yê din jî ji Sirînê dikevê. Hema li pey vê jî tê plankirin ku ji ser Qarakozak a Cerablusê komek bi armanca destekê wê bê û êrîş bike. Yanî xeta Cerabllusê ya dewleta Tirk tîne ziman, du komên ku du roj beriya êrîşê hatine, êrîşa li ser Kobanê plan dikin. Bêguman lêpirsîn û tehqîqat didome. Belge û agahî nîşan didin ku êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye.”

TEDBÎRÊN DIKARIN BÊN GIRTIN

Mazlum di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku ger berfirehî û desteka hatiye dayîn bê hesabkirin, hêzên me li dijî van êrîşan bi fedaîbûnek mezin li ber xwe dane û êrîş şikandine. Mazlum wiha pêde çû: “Lê çete ketin qada YPG-YPJ’ê lê ne û komkujî pêk anîn. Ev jî nîşan dide ku di mijara tedbîrên ewlehiyê de qelsî hene. Em jî di vê rewşê de neçarin xwe rexne bikin. Xebatên me yên têkildarî rola hêzên parastina gund, hêzên parastina cewherî, YPG û hêzên asayîşê de didome. Em ê ji van bûyeran dersan derxin û tedbîran bigirin. Em ê li dijî êrîşên wisa bisekinin.

Tê gotin ku ji hundir ve destek dane êrîşan. Di vê mijarê de agahî hene. Em niha lêpirsîn dikin ku gelo çi destek hatiye dayîn. Îstîxbarat çawa hatiye pêkanîn. Ji ber teqeze ku îstîxbarat hatiye dayîn. Dîsa tê gotin ku hinek kesên ji koma girêdayî Ebu Îsa veqetiyane û DAIŞ’ê re hevkarî kirine hene. Ger zelal bibe em ê bi raya giştî re parve bikin.”

REWŞA KOBANÊ

Mazlum anî ziman ku li eniya rojava û rojhilat a Kobanê operasyon bi serketî temam bûne. Mazlum ev tişt gotin: “Li eniya Başûr jî operasyonên me destpê kirin. Herî dawî me pêngava azadkirina Sirrîn da destpêkirin. Ev pêngava me di heman demê de pêngaveke tolgirtinê ye. Bi serketî didome.

Piştî serketinên YPG û YPJ’ê dewleta Tirk ji ber tirsa ku çete ji Cerablus, Ezaz, Mînbîc û Babê bên paqijkirin, dijî. Dewleta Tirk ji yekbûna Rojava û qezencên Kurdan ditirse. Dewleta Tirk ji ber vê dixwaze mudaxale bike. Rewşeke wisa tê çi wateyê her kes dizane. Dizane wê çawa bersivê jî bide.Ji bo gelê xwe çi pêwist me em ê bikin.”


Bêjeyên Miftehî