"Ronîkirina komkujiya li Parîsê dê rê li ber çareseriyê veke"
NÎLAY EGELÎ 06.01.2014 07:00:01 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku aşkerakirina berpirsyarên komkujiya Parîsê tê wateya aşkerakirina astengiyên li pêşiya pirsgirêka Kurd û got, "Komkujiya Parîsê bûyereke ku girêka kor a Kurd kiriye girêka kor. Eger girêka kor di komkujiya Parîsê de vebe, wê girêka kor a Kurd jî çareser bibe, pêşî lê vebe."
Beriya salvegera qetilkirina şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez Kalkan ji ajansa me re axivî û diyar kir ku komkujiya 9'ê Çileyê gefek li tevgera Kurd, gefek li çareseriya pirsgirêka Kurd e. Kalkan ragihand ku hin derdor ji bo pêşî li çareseriyê bigirin, dikevin nava her şêweyên hewldanan.
Kalkan da zanîn ku komkujiya Parîsê, bûyereke ku girêka kor a Kurd kiriye girêka kor û got, "Eger girêka kor di komkujiya Parîsê de vebe, girêka kor a Kurd jî dikare çareser bibe, dikare pêşî lê vebe. Ji ber vê yekê divê bi tenê weke bûyerek, weke komkujiyekê neyê dîtin."
Kalkan der heqê hêzên li pişt komkujiya 9'ê Çileyê, armancaên wan û bandora wan a li pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ji ajansa me re axivî.
Eger em li 9'ê Çileyê û beriya wê vegerin, komkujî çawa çê bû? Dema wê rasthatineke?
Beriya her tiştî di yekemîn salvegera şehdata wan de rêhevalên Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Soza bicihanîna hesret û armancên wan careke din dûbare dikim. Komkujiya 9'ê Çileyê bi rastî jî di dîroka Têkoşîna me ya azadiyê de yek ji bûyerên bingehîn e.
Komkujiya 9'ê Çileyê û pêkhatina vê li Parîsê bêguman rasthatinek nîne. Tevî ku di ser re salek derbas bûye jî nehatiye ronîkirin, ev rastî jî radixe pêş çavan ku rasthatinek nîne. Ya rast; tiştekî were ronîkirin li holê hîne, her tişte zelal û li pêş çavan e. Lê belê berpirsyar bi awayekî zelal nayên bilêvkirin.
Rêveberiya Fransa ku xwe qaşo weke welatê azadî û demokrasiyê bi nav dike, diyare bi ser vî karî de naçe. Wer xuyaye ku ew bi xwe jî hevkarê sûc e. Yan jî bi gotineke herî sivik, hewl dide di ser vê bûyera bi êş de polîtîkayê bimeşîne. Li dû hesab û berjewendiyên polîtîk e.
Der heqê rewşa pêkhatina komkujiya Parîsê de em dikarin vê bêjin: Rêber Apo diyar kir ku wê rojê ew li Îmraliyê bi heyeta dewletê re di hevdîtinê de bû. Lewma da xuyakirin ku komkujî êrîşek li dijî pêvajoya çareseriya siyasî ya demokratîk a nû ye. Sala derbasbûyîbû jî ev rastî bi awayekî zelal raxist pêş çavan. Dijberên çareseriya pirsgirêka Kurd çawa ku hewl dan gava destpêkê ya çareseriyê asteng bikin, ev helwest û êrîşên xwe di tevahiya salê de dewam kirin. Rêber Apo ev weke dewleta paralel bi nav kir.
‘RÊVEBERIYA TEVGERA ME RASTÎ GEFAN DIHAT’
Komkujiya Parîsê di destpêka pêvajoya Rêber Apo afirand de, pêk hat. Lewma komkujî xwedî taybetmendiyeke gefxwarinê ye. Di heman demê de di dawiya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê 2011-2012'an de pêk hat. Pêwendiya xwe bi vê pêvajoyê re jî heye. Divê ev yek jî bi ti awayî ji nedîtî ve neyê. Bi vê rewşê ve girêdayî, ji xwe tevgera me û rêveberiya me rastî gefan dihatin. Gelek derdoran ev yek bi awayekî vekirî dikir. Gelek derdoran îlan û îdîa dikir ku 20 rêveberên PKK'ê bên qetilkirin, dê ev kar biqede. Divê bûyer ji van cuda neyê dîtin û nirxandin.
‘BI PSÎKOLOJIYA GUNEHKARAN RE DI ROJA DESTPÊKÊ DE DAXUYANÎ DAN’
Heman piştî komkujiyê, tevî Serokwezîr Tayyîp Erdogan hemû rêveberên payebilind ên AKP'ê li dû hev daxuyanî dan. Halbûkî ev yek ji bo wan ne pêwîst bû. Hînê rêveberên PKK'ê nenirxandin, di ser re hînê haya raya giştî baş ji bûyerê çê nebûbû, Mehmet Alî Şahîn, Huseyîn Çelîk û yên mîna wî bi psîkolojiya gunehkaran rabûn daxuyanî dan. Bi vî rengî hikûmeta AKP, dewleta kûr a Tirk kete rewşeke gumandar. Em hînê jî van gumanên xwe diparêzin. Qet nebe bi dîtina me beşek ji AKP'ê di vî karî de heye.
Bêguman dibe ku hin hêzên din di nava vê komkujiyê de hebin. Ji xwe zehmet e ku komkujiyên bi vî rengî ji aliyê hêzeke bi tenê ve were kirin. Tevî ku gelekî zelal û li pêş çavan e jî Fransayê hînê der barê bûyerê de daxuyaniyeke têrker nedaye. Halbûkî hema bêje li ser sûc hatiye zevtkirin, ji rewşa wî kesî ev yek dikarî bi hêsanî bihata ronîkirin. Lê belê ji ber ku Fransa bûyerê bi awayekî fermî îlan nake û di çarçoveya hiqûqê de bi ser de naçe, rewşeke cidî û bi guman derdikeve holê. Dema ji vê derê li bûyerê were temaşekirin, tê dîtin ku rasthatinek nîne.
‘QETILKIRINA 3 JINAN JÎ RASTHATIN NÎNE’
Ji xwe hevalên hatine qetilkirin jî ne ew hevalên ku bi rasthatinekê bibin hedefa êrîşê. Qetilkirina hevala Sara rewşeke gelekî zelal û pêş çavan e. Yek ji damezrînerên partiya me ye. Şoreşgera bi tenê ya jin e ku ji yekemîn kongreya me ya avabûnê û vir ve di nava rêxistina me de bû. Demeke dirêj di zîndana Amedê de ma û nîşaneyeke berxwedanê bû. Bi eşqê, bi rêxistinê û Rêber Apo re dilsoz bû. Hevaleke jin ewçend bi partiyê re dilsoz, di heman demê de Elewî û ji Dêrsimê! Xwedî van taybetmendiyan bû. Hedefa êrîşan ev hemû taybetmendî bûn. Rastiya jinê, rastiya Elewîtiyê, rastiya Dêrsimê û israra di PKK'ê de hedef digirt.
Hevalên din jî xwedî heman rewşê ne. Hevala Rojbîn bi rastî jî di warê nasandina tevgera me li qada Ewropayê, di warê dîplomasiyê de kesayeteke afirîner û wêrek bû. Li gel hemû dorpêçî, yaftayên terorîst, hewldanên tecrîdkirinê jî bi zanebûn û bi afirînerî xwe re hemû dorpêçî belav dikir. Lewma hedefa êrîşê çi bû li holê ye.
Dîsa hevala Ronahî, bêyî qelsî, xwe vekişandin, rawestandin, xemsarî derkeve holê, bi coş, heyecan û dilsoziyeke mezin milîtanek beşdarî Têkoşîna Azadiyê bû. Semboleke rastî ya ciwanêrn Kurd e. Bi beşdariya xwe, bi heyecana xwe, bi hewldanên xwe re milîtaneke şoreşger, milîtaneke ciwan bû dikarî li her qadê têbikoşe.
Hedefgirtina van hemûyan rasthatinek nîne. Pêkhatina êrîşeke bi vî rengî li Ewropayê jî rast hatinek nîne. Wateyek xwe heye ku li Ewropayê rû da. Bi vê yekê re gef li tevahiya civakên Ewropayê, li sîstema Ewropayê hat xwarin. Gef hat xwarin û hat gotin, helwesta li dijî PKK'ê wê bi vî rengî be, divê kes nekeve nava polîtîkayeke cudatir.
KOMKUJÎ GEFA 'DÊ DESTÛR JI VÊ ÇARESERIYÊ RE NEYÊ DAYÎN' BÛ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina heman piştî komkujiyê de gotibû "ev komkujî işareteke". Komkujî nîşaneya çi bû? Armanca komkujiyê çi bû?
Komujî nîşaneya gefekê bû. Li gel hemû dorpêçî, astengî û plansaziyên dijber, gefek li israra di çareseriya pirsgirêka Kurd de, gefek li demokratîkbûyîna li ser bingeha xwişk û biratiya gelan bû. Yanî gotin; emê vê bi we nedin kirin, hûn çi bikin bikin, serî li kîjan rêbazan bidin bidin, bikevin nava kîjan hewldanên jî, pêşiya we nevekiriye, dê ew firsend ji we re neyê dayîn, dê çareseriya pirsgirêka Kurd bê astengkirin, wê destûr ji çareseriyê re neyê dayîn! Em vê yekê jê fêm dikin.
90 SAL IN KOMKUJÎ DEWAM DIKIN
Ne tenê komkujiya Parîsê, bi taybetî 90 sal bi giştî jî du sed sal in Kurd ji her çar aliyan ve, di nava Kurdistanê de jî rastî komkujî û qirkirinan tên. Di van komkujiyan de bi mîlyonan şehîd dan. Komkujiyên bi serê Kurdan de hat li ti devera cîhanê bi serê kesî nehat. Rêberê wan hatin darvekirin. Şêx Seîd, Seyid Riza, Îsmaîl axa, Qazî Mûhammed, Barzanî hatin qetilkirin.
Li hemberî gelê ku rêberên wan hatin qetilkirin, qirkirinên hovane hatin kirin. Komkujiya Parîsê jî parçeyek ji vê ye. Êrîşên li hemberî PKK'ê jî ji vê cuda nîne. Êrîşên li zîndanan, êrîşên li çiyê li hemberî gerîla, bi taybetî jî êrîşên li hemberî Rêber Apo ji vê cuda nînin. Hemû mîna hev in, dişibin hev.
Em rastiya komploya navneteweyî bînin bîra xwe, komploya 9'ê cotmehê, komplooya 15'ê Sibatê. Hêzên ev komplo meşandin, ev înkar nekirin, bi awayekî zelal li xwe mukur hatin. Rêber Apo ev yek bi zelalî got. Got; hêzên komkujî kirine ew hêzên ku komploya navneteweyî kirine ye. Ev tespîteke rast e. Em vê rastiyê bibînin. Hêzên ku naxwazin li Rojhilata Navîn demokrasiyeke nû bicih bibin hene. Van hêzan li Parîsê komkujî kirine.
‘KOMKUJIYA PARÎSÊ DIŞIBE QETILKIRINA HAKÎ KARER’
Hînê PKK komeke propaganda bû rêheval Hakî Karer bi şêweyekî dişibe vê komkujiyê hat qetilkirin. Ew komkujî li Dîlokê pêk hat. Dîlok di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de bajarekî di rewşeke girîng a têkiliyê de bû. Ew jî provokasyoneke cidî bû. Êrîşeke xwedî taybetmendiyên bi heman rengî bû.
‘HAT XWESTIN KU PEYAM JI TEVAHIYA RÊXISTINÊ RE BÊ DAYÎN’
Li Parîsê ji ji xebatên cuda, ji nifşên cuda sê milîtanên jin hatin qetilkirin. Bi vê komkujiyê re gelo hat xwestin peyameke çawa ji Têkoşîna Azadiyê ya Jinê re bê dayîn?
Yên bûyer kirin plan kirin ku di çarçoveya armancên xwe de darbeyeke giran li Tevgerê bidin. Ev yek mesajek ji hewldanên Rêber Apo re ye, mesajek ji bêçarehiştina pirsgirêka Kurd, peyamek ji gefxwarina li rêveberiya me, peyamek li dijî xweserî û azadiya jinê ye. Ji ber ku dikarîbûn li hemberî hedefên cuda jî êrîş pêk bianîna. Ji xwe hewl dan. Ya ku di wê demê de hat kirin bi tenê komkujiya Parîsê nebû. Li Qendîlê, li gelek deverên din hewldanên komkujiyê kirin.
Di encamê de di Çileya 2013'an de li Parîsê rêhevalên Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kirin. Ez dixwazim vê bêjim; armanc bi tenê ne ew bûn û xwestin peyamê bidin tevahiya tevgerê, bidin Rêbertiyê. Jin xeta me ya azadiyê temsîl dike. Gefa 'xeta te wê bi ser nekeve' li Rêber Apo hat xwarin.
‘JI MILÎTANIYA JINÊ GELEKÎ DITIRSIN’
Li gel vê yekê tevgera me ya azadiya jinê bi awayekî cidî li gefan rast hat. Milîtaniya jinê pêşketineke derxistibû holê û diyar bû ku gelekî zor dida. Bi komkujiyeke bi vî rengî re xwestin milîtaniya jinê bitirsîne, qels bike û belav bike. Yek ji armancên wan ên girîng ev bû. Ev yek jî nîşan dide ku ji xeta azadiya jinê, ji Têkoşîna Azadiyê ya Jinê gelekî ditirsin, gelekî zerarê dibînin.
Lê belê hêviya wan di gewriya wan de ma. Qelsbûyîn li aliyekî, li ser bingeha xwedîderketina li rêhevalên şehîd re Têkoşîna Azadiyê ya Jinê xurtir bû û li gel asta xwe ya neteweyî, xwe gihad asta navneteweyî.
‘HESABÊN NÛ HENE’
Ji roja destpêkê ve der heqê komujiyê de we gotin ku dewleta Tirk di nav de heye. Hêzên li pişt komkujiyê kî ne? Ew hêzên ku weke dewleta paralel a "tarî" ye? Gelo çê dibe ku haya dewletê ji sûîkasteke wiha tinebe?
Bêguman ev pênasekirin girîng e û xwedî wesfa ronîkirina bûyerê ye. Rêber Apo got; hêzên ku komploya navneteweyî kirin, hêzên ez anîn vir û hêzên komkujiya Parîsê kirin, heman hêz in. Em jî dizanin ku hêzên komploya navneteweyî kirine kî ne. Ev rewşeke nayê zanîn nîne.
Got; hêzên dewleta paralel ên naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, hene. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ew binav kir. Li ser lobiyan rawestiya. Ev lobî niha ji nû ve dikevin nava tevgerê. Gelek hevdîtin hene, gelek soz hene, hesabên nû dixin rojevê.
‘QET NEBE HIN HÊZÊN FRANSAYÊ DI NAV DE HENE’
Divê guhertina salekê ya di têkiliyên Tirkiye-Fransayê de were şopandin. Tê gotin ku hikûmet guherî lewma têkilî diguherin. Na, hindik mabû Tirkiye û Fransa têkevin rewşeke pevçûnê. Lê belê di ser komkujiya Parîsê re dijberiyeke wiha ji holê rabû. Êdî li Tirkiyeyê ne hikûmet ne jî hin derdorên cuda bi Fransayê re pev naçin. Digotin ku li pêş ketina wan a li nava Yekitiya Ewropayê Fransa asteng e. Berê her tim ev digotin. Diyare ku hin bazarî ji vê derê vegeriyan, hatin kirin. Çawa ku komploya navneteweyî li bingeha Yewnanîstanê, bi destê wan hat kirin, komkujiya rêhevalên Sara jî li Parîsê bi heman rengî hat kirin. Ji ber ku ew jî ne li Parîsê bûn, li welatên din ên Ewropayê diman. Ji bo demekê hatibûn Parîsê û bi komkujiya li Parîsê re xwestin tiştekî pêk bînin. Qaşo xwestin di têkiliyên Tirkiye-Fransayê de guhertinê bikin. Hesabên wan ên bi vî rengî hebûn.
Lewma qet nebe hin hêzên Fransayê di komkujiyê de hene, hin hêzên Tirkiyeyê di nava komkujiyê de hene. Aktorên sîstema global hene ku wan birêve dibin. Divê em vê yekê qebûl bikin.
‘BILA OMER GUNEY BIDIN AXAFTIN, EV SALEKE ÇI GOT?’
Ji ber daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê û rêveberên wê, li gel me şik û guman derket holê ku pêwendiya hikûmetê bi bûyerê re heye. Telaşa AKP'ê gunehkariya wê radixist pêş çavan. Yên ku sûcek kir, di çarçoveya armanca wî sûcî de hewl da berpirsyariyê biavêje stuyên hinekî din. Helwesta hikûmet û rêveberên AKP'ê bi vî rengî bû. Hem darbe lê dan hem jî bi xapandinê re hewl da berê me bidin rêyeke şaş. Lê em ne tevgereke welê ne ku ji her gotinan bawer dikin û derdorê tawanbar dikin. Derdorên hatin diyarkirin, di hin astê de para wan di bûyerê de heye. Naxwe kê kiriye? Her hal dînek derneket, nekir! Bila Omer Guney bidin axaftin, çima nadin axaftin? Çima ew bêdeng kirin? Ew li ku derê veşartin? Li ku derê ye? Bi rastî jî girtî ye? Bi çi karî re mijûl e? Ev saleke çi kiriye Çi ji kê re got? Çawa dijî? Kî wî xwedî dike? Bila van werin ronîkirin. Yanî bersiva ji van pirsan re jî dê têra aşkerabûna detayên bûyerê bike.
‘KOMPLO DEWAM DIKE’
Lê belê bala xwe bidinê, sîstema mezin a Ewropayê, hikûmet û dewleta Fransayê van nake, qaşo nikare bike! Kiyê ji vê bawer bike? Ti baweriya xwe nîne. Lewma em vê dibînin. Komplo dewam dike. Hewldanên ji bo pêşîgirtina li demokrasiya ji Rojhilata Navîn dewam dikin. Bi taybetî jî ji çareseriya pirsgirêka Kurd ji pêkhatina Rojhilata Navîn a Demokratîk a xwe dispêre şoreşa azadiyê ya Kurdistanê ditirsin. Lewma ji bo pêşî li vê bigirin, dikevin nava her şêweyên êrîşan. Çi ji dest tê dikin. Komkuiya Parîsê, gelek bûyerên bi heman rengî jî li ser heman bingehê tên jiyîn.
‘BELÊ BÊDENGIYA FRANSAYÊ JI HEVKARIYA WÊ YA SÛC TÊ!’
Fransayê der heqê komkujiyê de lêpirsîn vekir. Ji bilî girtina kesekî, ti daxuyaniyek ji bo Kurdan tetmîn bike ji aliyê Fransayê ve nehat dayîn. Mîna ku jinên Kurd di çalakiyên xwe de dibêjin; gelo bêdengiya Fraansa ji hevkariya wê ya sûc tê?
Belê, tê wê wateyê. Ew nêrîna wan rast e. Israra wan jî teqez rast e. Bi taybetî malbatên rêhevalên şehîd, ji kêliya destpêkê ve şik û gumanên xwe danîn holê. Xwestin rêveberiya Fransayê bûyerê ronî bike. Dema ku ronî nekirin vê carê jî pirsa "Sosyalîzm ev e, edaleta Fransa, azadiya Fransa ev e, ji şoreşa Fransayê ev ma?" kirin û lêpirsîn. Ev helwestên rast in, gotinên rast in. Jinên Kurd niha rastiyê baş dibînin û dibin şopdarên bûyerê. Her roj di çarçoveya bûyerê de di nava çalakiyan de ne. Girîngiyê didin bûyerê. Weke êrîşek li dijî hebûn û azadiya xwe dibînin. Ji ber vê yekê ronîkirina Komkujiya Parîsê û hesabpirsîn, tê wateya têkoşîna azadî û hebûnê. Lewma bi hemû hêza xwe dikevin nava hewldanan. Ev yek xwezayî ye, mafdar e. Ji helwesta rêveberiya Fransayê gumanbar in. Ev guman rast e. Nirxandina wan jî di cih de ye; eger rêveberiya Fransa ne di nava bûyerê de be hingî divê aşkera bike, têbikoşe û hiqûqê bikar bîne.
NE TENÊ ROJÊN ÇARŞEMÊ, TÊKOŞÎNEKE HERDEMÎ DIVÊ
Jinên Kurd ev saleke ji bi daxwaza ronîkirina komujiyê her Çarşem li qadan e. Hûn têkoşîna gelê Kurd bi taybetî jî ya jinên Kurd ji bo ronîkirina komkujiyê çawa dinirxînin? Hûn bangeke çawa li Kurdistanyên li Ewropayê dikin?
Em girîngiyê didin vê têkoşînê, hewldanên tên kirin jî watedar dibînin. Em hemûyan silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Êrîşê weke êrîşa li dijî xwe dibînin, di ronîkirina wê de jî azadiya xwe dibînin. Ji ber ku hevala Sara, hevala Rojbîn, hevala Ronahî mirovên ji rêzê nebûn, her yek ji wan di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de, di nava Têkoşîna Azadiyê ya Jinên kurd de xwedî cihekî girîng bûn. Rêber Apo got; azadiya jinê jiyana Sara ye, têkoşîna wê ye, çîroka wê ye. Li ser vê bingehê hem tevgera me hem jî tevgera jinê ya azad hewl didin rast têbigihêjin û xwedî lê derkevin. Ji ber vê yekê çiqasî têkoşîn bê dayîn, ewçend jî rast e. Pêwîste heta dawiyê hestiyarî hebe.
Ne têkoşîneke qels û dem bi dem, pêwîste têkoşîneke xurt û timî were meşandin. Ne tenê rojên Çarşemê. Niha vaye salveger tê, beriya salvegerê û piştî salvegerê di nava mehekê de her roj, her kêlî, divê ji bo ronîkirina rastiya bûyerê û hesabpirsîna ji berpirsyaran, veguhere pêvajoya têkoşînê. Pêwîste gelê me yê welatparêz, bi taybetî jî jin û ciwanên li Ewropayê heta dawiyê xwedî li vê têkoşînê derkevin û bimeşînin. Li ser vê bingehê wê encamek jê were.
‘RONÎKIRINA KOMKUJIYA PARÎSÊ RONÎKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E’
Her wiha girîng e ku şêweyê çalakiyê dewlemend be. Çalakiyên timî, çalakiyên piştevaniyê, çalakiyên girseyî yên demokratîk dikarin li Fransa û tevahiya Ewropayê bên kirin. Jinên Kurd ên li Ewropayê li ku bin, welatparêzên Kurd li ku bin, pêwîste bi hevkariyê hesab ji vê komkujiyê bipirsin. Ji ber ku ev yek ne tenê ronîkirina bûyerekê ye, ronîkirina pirsgirêka Kurd e. Kî çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dike? Yên ku ev pirsgirêk afirandine kî ne? Dê ev derkevin holê. Dê ji aliyekî ve pirsgirêka Kurd çareser bibe.
Komkujiya Parîsê, bûyereke ku girêka kor a Kurd kiriye girêka kor. Eger girêka kor di Komkujiya Parîsê de vebe, dê girêka kor a Kurd jî dikare çareser bibe û pêşî li wê vebe. Rêber Apo jî vê bi vî rengî dinirxîne.
Ez bang li hemû jinên Kurd, tevahiya gelên me yê li Ewropayê, ciwanan dikim ku komkujiya Parîsê rast fêm bikin, ji gelek aliyan ve dersê jê derxînin, xwe di xeta Rêbertî û Partiyê de ji nû ve birêxistin bikin û bi armanca ronîkirin û hesabpirsîna ji komkujiya Parîsê li her qadê têkoşîna demokratîk bilind bikin û encamê bigirin.
SIBÊ: Birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz behsa Cansiz dike...