Rê nadin yên ji Kobanê hatine vegerin!
RIHA 24.09.2014 06:08:42 5 hezar Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê sînor derbas kirin û hatin Pirsûsê, dixwazin li Kobanê vegerin lê destûr ji wan re nayê dayîn. Kobaniyên ku li dijî propaganda "Kobanê hat valakirin" a hikûmeta AKP'ê derdikevin, dibêjin destûrê nadin wan ku ew biçin xaka xwe biparêzin.
5 hezar Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên dij mirovahiyê DAIŞ'ê sînor derbas kirin û hatin navçeya Riha Pirsûsê, dixwazin li Kobanê vegerin lê destûr ji wan re nayê dayîn. Ji Kobaniyên ku ji aliyê wezîran ve hatin pêşwazîkirin yên dixwazin vegerin, rastî astengiya leşkerên Tirk tên. Kobaniyan dan xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze Kobanê vala bike û destnîşan kirin ku eger ji wan re destûr neyê dayîn ji Deriyê Sînor ê Kobanê derbas bibe, ew ê sînor derbas bikin û biçin.
Li Deriyê Sînor ê Kobanê duh 3 hezar kesên derbasbûna wan hat astengkirin, xwe ji ser derî avêtin û derbas bûn. Nêzî 2 hezar kesên li navenda Pirsûs û gundên wê bicih bûne jî, sekna wan a li ser sînor dewam dike. Teyyar Ahmed ê 62 salî ku dibêje berî 4 rojan ji Kobanê derbasî Pirsûsê bûne anî ziman ku wan ji polîtîkaya durû ya dewleta Tirk re şahidî kirine. Ahmad got, "Ji nişka ve atmosferek panîkê hat afirandin, lewma me cih û warê xwe terikandin. Piştî me sînor derbas kirin, wezîrên dewleta Tirk li pêşberî medyayê em pêşwazî kirin û rûyê xwe yê mesûm nîşan dan. Niha em dixwazin careke din vegerin Kobanê, lê belê bi êrîşa bi çoyan dewleta Tirk bersivê dide vê daxwaza me."
Huseyîn Mûhammed jî ku dibêje di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Qaramox ê Kobanê bi malbata xwe re hatiye Pirsûsê, ji bo parastina Kobanê ew ê biçe şer û got, "Min hevser û zarokên xwe li vir hişt, lê belê ji bo parastina Kobanê dixwazim biçim. Tevî vê jî dewleta Tirk me li vir dîl digire. Ji ber şer me yên îxtiyar, nexweş û zarok anîn vir, lê em ên dikarin welatê xwe biparêzin dixwazin vegerin. Dewleta Tirk destûrê nadin me ku em vegerin. Em êdî dizanin ku dixwazin Kobanê vala bikin. Yên ku dema em hatin li rûyê me dikeniya, niha dema em dixwazin vegerin, êrîşî me dikin."