1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Rê nedan rêveberiya KNN'ê cenazeyê Şûkrî Amêdî bibînin'
'Rê nedan rêveberiya KNN'ê cenazeyê Şûkrî Amêdî bibînin',rê,nedan,rêveberiya,knn,ê,cenazeyê,şûkrî,amêdî,bibînin

'Rê nedan rêveberiya KNN'ê cenazeyê Şûkrî Amêdî bibînin'

Berpirsê Ofîsa KNN'ê ya Dihokê Emîr Goran diyar kir ku rê ji wan re nehat dayîn weke rêveberiya KNN'ê cenazeyê rojnameger û nûçegehê KNN'ê Şûkrî Amêdî bibînin

A+ A-

HANA AZAD/HEWLÊR

Rojnameger û nûçegihanê qenala KNN’ê Şûkrî Amêdî ku piştî 4 rojan çarenûsa wî nehat zanîn, di 1'ê Kanûnê de cenazeyê wî li nêzî gundek qezaya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê hat dîtin. Heya niha nayê zanîn bi çi rengî hatiye qetil kirin.

Berpirsê Ofîsa KNN'ê ya Dihokê Emîr Goran der barê bûyerê de ji ajansa me re axivî û wiha got; "Her ku diçe dosyaya Şûkrî Zeynedîn zêdetir aloz dibe, ji ber sedemê daxuyaniyên polîsan û Sendîka Rojnamgeriya Herêma Kurdistanê. Gumanên me zêdetir bûne, ji ber ku dema rêveberiya KNN'ê hatin Dihokê, rê nehat dayîn cenazeyê rojnameger Şûkrî bibînin. "

Emîr Goran axafitina xwe wiha domand; "Baweriya me bi rapora polîsan û doktorên Tiba Edliyê nayê. Ji ber ku rê nedan em cenaze bibînin. Mirin li gel her kesê ye. Lê ji ber wan nêzîkbûnên wan ên nehiştin em cenazeyê rojnameger bibînin, wisan kir ku em guman bikin."

Şûkrî Zeynedîn nûçegihanê qenala KNN’ê ku piştî 4 rojan çarenûsa wî nehat zanîn, di 1'ê Kanûnê de cenazeyê wî li nêzî gundek qezaya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê hat dîtin. Şûkrî Zeynedîn bi navê Şûkrî Amedê tê naskirin. Di sala 1976'an de ji dayik bûye û bavê 9 zarokane.

(ab)