Rêbaza pakêtê naveroka wê jî diyar dike
NAVENDA NÛÇEYAN 23.09.2013 ANF Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku şêwaza amadekirina pakêtê bi zelalî diyar dike ku ev ne gaveke niyeta çareseriyê dihundirîne û got, "Dema pakêt hat amadekirin, ji vîna gelê Kurd nehat pirsîn. Lewma zehmet e bersivê bide daxwazên Kurdan. Dema Kurd weke civak hat qebûlkirin û vîna wan a siyasî hat naskirin, hingî çareseriyê pêk were."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku gelê Kurd hînê weke vîneke siyasî nayê qebûlkirin, lewma di dema amadekirina pakêta demokratîkbûyînê de ji vîna siyasî ya Kurdan nehatiye pirsîn. Bayik got, "Di rewşe bi vî rengî de dê pakêt bersivê nede daxwazên Kurdan, wê ji daxwazên hikûmet û dewletê re bibe bersiv."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de, pakêta 'demokratîkbûyînê' ya AKP'ê û rêbazên çareseriyê nirxand:
"Serokwezîr got ku ew ê di 30’ê Îlonê de pakêta xwe aşkera bike. Eger ku ev pakêt jî gavên ku pirsgirêka kurd çareser dike nehundirîne ew ê wekî pakêtên din qet encamekê bi dest nexe û ew ê wekî manewrayên polîtîk ên xelaskirina roja xwe bikeve nav rûpelên dîrokê. Lê eger ku vê carê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên radîkal neyên avêtin AKP dê binê xwe bikole. Ew ê bi vê yekê ve girêdayî baweriya ji AKP’ê re qet nemîne û krediya ku ji civak û gelan jî wergirtiye dê biqede. Dibe ku rêjeyeke dengên xwe biparêze lê wekî îqtîdareke ku ne karibûye Tevgera Azadiya Kurdan têk bibe û ne jî çareseriyeke pêş bixe ew ê îqtîdara xwe winda bike. Eger ku desthilatdariya xwe bidomîne jî dê ev yek demeke dirêj berdewam neke.
'EGER JI ÎRADEYA KURDAN NEYÊ PIRSÎN, EV PAKÊT DÊ BERSIVÊ NEDE DAXWAZÊN KURDAN'
Ev pakêt ne ku bi muxatabên wê re hatiye axaftin, ne ku li serê nîqaş hatine meşandin û hatiye amadekirin e. Ji ber van sedeman ne ji pêdiviyên kurdan ne jî yên civakên din re dibe bersiv. Ji ber vê yekê daxuyaniyên bi vî rengî di nav civakê de coş û peroşînek an jî heyecaneke pêk nayne. Halbukî demokratîkbûn hemû civakan dixe nav heyecanê. Nemaze jî kurdan dixe nav heyecanê. Eger ku kurd ji vê daxuyaniyê nakevin heyecanê ev tê wê wateyê ku ev pakêt ne pakêteke demokratîkbûnê ye. Ev pakêt gaveke ku ji bo çareseriyê hatiye avêtin nîn e. Dibe ku siyasetmedarên kurd bibêjin; “Gelo di vê pakête de çi heye.” Tavilê ew ê nebêjin ji vê pakêtê tiştek dernakeve. Siyaseta kurd ji ber vê yekê bi himet nêzî mijarê dibe. Lê gel tu tiştekî jê hêvî nake û ne di bendewariyê de ye. Di axaftinên siyasetmedarên kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê yên ne li ber raya giştî xuya ye ku ew jî tu tiştekî ji vê pakêtê hêvî nakin û ne di nav bendewariyekê de ne.
'MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ, MAFÊ JIYANÊ YE'
Kurd îro roj çima ji pakêtekê ku dema hatiye amadekirin ji îradeya wan a siyasî, ji Rêbertiya wan, ji hêzên demokratîk ên siyasî nehatiye pirsîn û amadekirin bikevin nav bendewariyekê û tiştên baş jê hêvî bikin! Ji ber ku eger ji îradeya siyasî ya kurdan neyê pirsîn ev pakêt dê ji daxwazên kurdan re nebe bersiv. Bibe nebe ew ê bibe pakêteke ku ji daxwazên dewlet û hikûmetê re bibe bersiv. Ev jî wekî her demê ji bilî ku rojê xelas bike û ji bilî mijûlkirinê neyê tu wateyê.
Pirsgirêka kurd ji ber ku kurd wekî civak û gel nehatine naskirin û îradeya wan a siyasî nehatiye naskirin derketiye holê. Hê jî kurd ji ber ku wekî gel û civak nayên dîtin û naskirin dema ku pakêt tên amadekirin kurd wekî muxatab nayên dîtin û daxwaza wan nayê pirsîn. Pakêtekê ku ji aliyê zîhniyeteke wisa were amadekirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tiştekî nikare pêş bixe. Kesên ku kurdan wekî civak qebûl nakin, dê mafên wan ên kolektîf ên civakî jî nas nekin. Jixwe didin xuyakirin ku ew ê mafên kurdan ên civakî nas nekin. Mafê civakî yê pêşî ji bo kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafê jiyanê ye. Kesên ku ji bo civakê mafê jiyanê jî nas neke ne pêkan e ku ji bo çareseriyê gavan biavêje.
'AKP BES DIXWAZE BI VÊ PAKÊTÊ RE FIŞARA CIVAKÊ LI SER XWE KÊM BIKE'
AKP bes dixwaze ku bi vî awayî fişara ji aliyê civakê ve li ser wê tê kirin derbas bike. Dema ku kurd vê pakêta ku mafên civakî jî nas nake red bikin ew ê bi vegotina; “ez gav diavêjim kurd qebûl nakin” polîtîkayên xwe yên tasfiyeyê bidomîne. Niha îro roj tiştê ku tê dîtin ev e. Me hêvî ku AKP bi vê pakêta xwe van fikrên kurdan ên neyînî ji holê rake. Dabixwîne ku ew ê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî di nav de hemû mafên kurdan nas bike û bi vê yekê ve girêdayî ew ê ji bo çareseriyeke mayînde gav biavêje û şert û mercên Rêberê Gelê Kurd biguherîne.
'EGER GAVEKE SIYASÎ NEYÊ AVÊTIN, ÇIMA GERÎLA VEKIŞÎNE DEWAM BIKE?'
Çareserî dema ku kurd wekî civak hatin qebûlkirin û îradeya wan a siyasî hat naskirin ew ê pêk were. Eger ku Rêberê Gelê Kurd bi civaka kurd re, bi rêxistina xwe re, bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re bikaribe hevdîtinan pêk bîne wê demê mirov dikare bêje ku niyeta AKP’ê ya ji bo çareseriyê heye. Ji bilî vê tu nêzîkatiyeke din ew ê çareseriyê neyne. Ji ber ku ji mînakên li dinyayê jî diyar e ku çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî bi muxatabgirtina yên li hemberî xwe pêk tê. Tu yê rabî heyetan rê bikî, hevdîtinan bidî kirin lê ew ê ev yek bi tu awayî fermî û qanûnî neyê qebûlkirin! Ev yek helbet ne nêzîkatiya kes û derdorên ku niyeta wan a çareseriyê heye, ye. Ew ê gerîla vekişe lê tu yê vê jî bi awayekî fermî û qanûnî nebînî û tu yê rabî behsa çareseriyê bikî! Ev yek wisa nabe. Gerîla îro roj eger nirxekê qanûnî, hiqûqî û fermî ya vekişînê tune be, eger li hemberî vê vekişînê gaveke siyasî neyê avêtin çima vekişînê bidomînin? Divê ku her kes vê yekê fêm bike. PKK û gerîla xwe sûcdar nabînin. Dê qebûl nekin ku wekî komên sûcdaran werin dîtin û ew ê qebûl nekin ku muameleyên bi vî rengî bibînin. Ji ber van sedeman PKK’ê di Kongreya xwe ya 11’emîn de biryara rawestandina vekişînê girt û ev biryar pêşkêşî KCK’ê kir. KCK’ê jî ji ber dît tu nirxeke vekişînê û li hemberî vê yekê gaveke nehat avêtin vê pêşniyarê qebûl kir.
Bendewariya ku ew ê ji vê pakêtê ev derkeve yan jî ew derkeve şaş in. KCK ji bo ku nekeve pozîsyona di serî de redkirinê nêzîkatiyeke neyînî nîşan nedaye. Ev nêzîkatî di esasê xwe de ji ber îhtîmaleke biçûk be jî dewlet û hikûmetê ji bo ku helwesteke rast nîşan bidin teşwîq bike hatiye nîşandan. Yan na hatina pêncşemê ji çarşemê diyar e. Şêwaza amadekirina pakêtê jixwe bi zelalî diyar dike ku ev ne gaveke ku niyeta çareseriyê dihundirîne, ye.
Kurd û hêzên demokratîk bêyî ku bikevin bendewariyeke ji AKP’ê divê ku têkoşînê pêş bixin û asta wê bilind bikin. Ji bo vê yekê jî divê hêzên demokratîk bibin yek. Heta ku tevgereke hevpar neyê pêşxistin û asta têkoşîna demokrasiyê neyê bilindkirin dewlet û AKP dê gav neavêjin. Di serê meha hezîranê de diyar bûbû ku ew ê hikûmeta AKP’ê gav neavêje. Rêberê Gelê Kurd di serê hezîranê de bi gotina; “Qonaxa yekem bi dawî bû, em di qonaxa duyem de ne” bi awayekî vêkirî vê yekê anî ziman. Ji ber vê sedemê diviyabû ku kurd û hêzên demokratîk biketana dewrê û asta têkoşînê bilind bikirana, bi vê yekê re jî AKP’ê ji bo gavên demokratîkbûnê tengav bikirana. Îro roj tiştê ku were kirin jî li cihê bendewariya ji aliyê AKP’ê ve vekirina pakêtê, divê asta têkoşînê bilind bikin."