Rêberê Gelê Kurd Ocalan mohra xwe 2013'an xist
09:57 25.12.2013 1 / 17 ALPER ATALAY / EREN DİNÇ
ENQERE (DÎHA) - Li Tirkiyeyê ji destpêka sala 2013'an de geşedanên girîng pêk hatin. Yek ji van geşedanan hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bû. Yekem car, di 3'ê Çileyê 2013'an de heyeta BDP'ê û KCD'ê çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Ocalan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê, Ocalan diyar kir ku pêvajoya Çareseriya Demokratîk da destpêkirin. Ocalan di Newroza 2013'an a li Amedê de peyamek dîrokî da û diyar kir ku ew ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn pêvajoyek nû dest pê dike. Ocalan di sala 2013'an de 13 caran bi heyeta BDP û HDP'ê e hevditin pêk anîn û peyamê girîng dan.
Li Tirkiyeyê di aliyê siyaset û aştiyê de gavên girîng hatin avêtin. Li aliyekî agirbest hat îlankirin û li aliyê din jî pêvajoya çareseriya demokratîk hat destpêkirin. Piştî ku Heyeta BDP'ê û HDP'ê bi Rêberê re hevdîtin pêk anî, pêvajoyek nû dest pê kir. Di sala 2013'an de pêvajoya çareseriya demokratîk û Jiyana Azad hat destpêkirin. Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya nû da destpêkirin şer rawestiya û kuştinên li qada çiyê bi dawî bûn. Herî dawî di navbera AKP'ê Cemîyeta Gulen de şerekî nû hat destpêkirin. Ocalan heri dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi parêzeran re hevdîtin pêk anî û piştre êdî bi hincetên cur be cûr hevdîtin pêk neanî. Di sala 2013'an de jî qet bi parêzeran re hevdîtin pêk neanî. Heyetên BDP û HDP'ê jî di nava salekê de tenê 13 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Bi hevdîtina Ocalan re pêvajoyek nû dest pê kir.
Yekem car heyeta BDP'ê çû îmraliyê
03'ê Çile: Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Parlamantera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat çûn Îmralî û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, di bernameya Tarafsiz Bolge ya CNN'ê de pirsên rojnameger Ahmet Hakan bersivandin. Turk, diyar kir ku heta gelê kurd azad nebe gelê tirk jî azad nebe û xwest, ji bo ev pêvajo ber bi aşityê ve pêş bikev, divê berî her tiştî înkara gelê kurd bi dawî bibe. Turk, der barê hevdîtina li Îmraliye de anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo vê pêvajoya aştiyê pêş bixe xwedî hêz û vîne û bi biryar e. Turk, da zanîn ku lazim e êdi ev firset neyê windakirin û her kes ji bo pêşketina aştiyek mayinde piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Turk, da zanîn ku rê û kîlîda çareseriyê Îmrali ye û gelê Kurd Ocalan weki vîna siyasî û Rêberê xwe qebûl kiriye. Turk, destnîşan kir ku Ocalan xwestiye berî her tiştî makeqanûna ku mafê welatiyê azad ê hemû gelê Tirkiyeyê diparêze bê avakirin û her kes xwedî heman maf be.
Di 13'ê Çile de Platforma Ji Bo Aştiyê, Ji Ocalan re Azadî, ji bo balê bikşîne ser tecrîda 14 salin li Îmraliyê didome li Otela Elit Worldê ya Stenbolê dest bi konferansek navneteweyî ya bi navê "Di pêvajoyên çareserî û muzakereyan de rola Serokan" kir. Di konferansê de gelek nivîskar, rewşenbir, rojnameger, hîndekar û siyasetmedaran amade bûn. Di konferansê de Sazûmanarên Platformê Serokê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Prz. Eren Keskin, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna, Prz. Ayşe Batumlu, Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Harlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat û Hurriyet Şener, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Parlamenterên BDP'ê Sebahat Tuncel, Nazmî Gur, siyasetmedar Ufuk Uras, Akin Birdal, Endamê Înîsiyatifa Azadiya Ocalan a Navneteweyî Reimar Heîder, Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa û Civaknas Îsmaîl Beşikçî amade bûn.
Di 14'ê Çile de Birayê Rêberê PKK Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan diyar kir ku di hevditinê de Ocalan ji ber qetlîama Parîsê pir qemgîn bû got ev 2'emîn qetlîama Dêrsimê ye. Mehmet Ocalan, da zanîn ku Ocalan qetlîam şermezar kir û diyar kir ku ger qetliam bê ronîkirin dê sûdê bide pêvajoyê û got: "Ocalan, anî ziman ku ev qetlîam îşaretek e."
Di 17'ê Çile de Heyeta Komîteya Astengkirina Îşkence û Lêkolîna Konseya Ewropayê (CPT) ku ji 9 kesan pêk dihat li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 5 girtiyên siyasî lê girtî ne, ji bo lêklînê çû Îmraliyê. Heyetê piştî li Îmraliyê lêkolîn kir bi helîkopterê vegeriya. Heyeta ku berê beyî rayedaran agahdar bike diçû Îmraliyê vê carê berî biçe Îmraliyê rayedar agahdar kirin.
Di 18'ê Sibatê de Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmralyê û hevditin pêk anî diyar kir ku birayê wî gotiye wî projeya çareseriya pirsirêka kurd pêşkêşî hikûmetê kiriye û wiha got: "Birayê min got nigê herî girîng yê çareseriyê milê Qandîl û Ewropayê ye. Birayê min Abdullah Ocalan, got ev mirov li Qandîl û Ewropayê yê ne. Kesên rêxistinê dimeşînin li wir in. Ez nikarim bi rêya çûkan agahiyan ji wan re bişînim. Got li benda heyeta KCD'ê u BDP'ê ye. Got li ser navan niqaşan dimeşînin, lê pirsirêk ne ya navê kesan e. Got kê ez anîm vir wan 3 jinên kurd li Parisê qetilkirin."
Di 23'ê Sibatê de di çarçoveya hevdîtina rayedarên dewletê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de heyeta BDP'ê ya ji parlementerên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Altan Tan pêk tê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Li ser navê heyetê Serokwekîla BDP'ê Pervîn Buldan daxuyanî da xebatkarên çapemeniyê wiha got: "Berî her tiştî ez spasiyê dikim. Ez dixwazim daxuyaniyekî kin a Birêz Ocalan bi were parve bikin. Berî her tiştî ez silavên xwe ji xebatkarên çapemeniyê re dişînim. Berî her tiştî ez ji ber hurmeta kedkarên çapemeniyê vê daxuyaniyê dikim. Ev hevdîtin gavekî dîrokî ye. Em pêvajoyekî dîrokî dijîn. Divê hemû alî di vê pêvajoyê de gelek baldar bin. Di destê dewletê de girtî hene. Di destê PKK'ê de jî girtî hene. Hêvî dikim ku PKK baş berê xwe dide girtiyên di destê wan de û di demekî kin de bigihijin malbatên xwe."
Di 21'ê Adarê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyama Newrozê ji 3 milyon gelê beşdari Newrozê bûbû re şand. Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku êdî pêvajoya şer bi dawî bûye û lazime ku bi siyaseta demokratîk pirsgirekê çareser bikin. Ocalan, da zanîn ku dem dema siyaseta demokratîk, komara demokratîk û yekîtiya demokratîk e. Ocalan anî ziman ku pêdivî dest bi têkoşinek nû kiriye. Ji raperîna çekdarî ber bi raperina siyaseta demokratîk ve em dimeşin. Em feraseta wekhevî û aştiyê esas digirin. Ev, ne dawîneke, destpêkeke nû ye. Ev ne dev ji tekoşînê berdane, destpêkirina tekoşîneke cuda ya nû ye. Avakirina erdnîgariyên etnîkî û yek netewî, ji armancên modernîteya kapitalîst yên derveyê mirovahiyê ne ku tê wateya înkarkirina eslê me. Ji bo ku tevahiya civakên Anatolyayê û Kurdistanê li gorî dîroka Kurdistan û Anatolyayê, ya qedîm bikaribin bi hevre, wekhev û di nav aşîtiyê de bijîn berpirsiyarî dikeve ser milê herkesî. Bi munasebeta vê Newrozê, ez bangewazî dikim ku, herî kêm bi qasî Kurdan Tirkmen, Ermen, Asûr, Erep û civakên din jî, tîrêjên azadî û wekheviyê wekî azadî û wekhevî ya xwe ya cewherî bibînin.
HPG'ê leşkerên destên xwe de serbest berdan
Di 13'ê Adarê de Heyeta parazvanên mafên mirovan bi protokolekê 8 leşker ji destê PKK'ê teslîm wergirtin. Heyeta ku ji parlamenterên BDP'ê, nûnerên ÎHD, MAZLUMDER'ê û Hirûmeta Herêma Federal pêk dihat bi protokolekê 8 leşker ji destê PKK'ê wergirtin. Di protokolokê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku di vê pêvajoya çareseriya demokratîk de divê berî her tiştî agirbesta dualî ye û ji bo vê yekê jî divê berî her tiştî dewlet operasyonan rawestîne. Dema operasyon hebe aştî pêş nakeve.
Di 25'ê Nîsanê de Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi civîneke çapemeniyê ya li Qendîlê dem, şert û mercên vekişîna gerîlayan ji raya giştî re aşkere kirin. Civîna çapemeniyê ji aliyê bi dehan weşanên navnetewî yên ragihandinê ve hate şopandin. Di heyeta daxuyanî da de ji bilî Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, Endamê Dîwana Serokatiya KONGRA GEL Hacer Zagros û Zekî Şengalî cihê xwe girtin. Karayilan dema destpêka vekişîna gerîlayan weke 8'ê Gulanê aşkere kir û destnîşan kir ku di rewşa êrîş û operasyonên li dij hêzên wan de wê vekişîn were rawestandin. Di daxuyaniyê de hate aşkere kirin ku li Bakûr, Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê konferans wê werin lidarxistin.
Di 14'ê Gulanê de piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalandi 21’ê Adarê Newroza dîrokî ya Amedê de bang kir û KCK’ê di 23’ê Adarê de agirbest îlan kir. KCK'ê dîsa li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, di 25'ê Nîsanê de daxuyanî da û biryar da ku di 8'ê Gulanê de dest bi vekiyşîne bike. Li ser biryara KCK'ê, endamên HPG’ê biryar da ku vekişin. Di çarçoveya vekişînê ya piştî 8’ê Gulanê destpêkir, koma yekem ya endamên HPG’ê saet di 07.00’an de gihiştin herêmên Parastina Medyayê ya Başûrê Kurdistanê. Koma 15 kesan pêk tê ya HPG’ê ji aliyê gelek rojnamevanên ku ji saziên çapemeniyê yên wekî ANF, Nuçe TV, Sterk Tv, DÎHA, Reuters, AFP, AP, El Cezîre, Dogan Haber Ajansi û gelek saziyên din ve hatin pêşwazîkirin.
Di 27'ê Gulanê de li dijî Parka Geziyê ya Taksimê ku li Navçeya Beyogluya Stenbolê ye û ji bo xizmeta civakê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê re hatibû tesîskirin, li gel biryara 6'emîn Dadgeha Îdarî û di çarçoveya projeya rêwîbûna Taksimê dest bi înşaetê kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li pêş kepçeyê rawestiya û çalakiyan da dastpêkirin. Ev çalakî li hemû tax û kolanên STenbolê û piştre li gelek bajarên Tirkiyeyê belav bû. Di van çalakiyên Parka Geziyê de polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir û piştî mudaxaleyê Ethem Sarisuluk Alî Îsmail Korkmaz, Abdullah Comert, Mehmet Ayvalitaş û Ahmet Atakan ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Di çalakiyan de 8 hezar û 163 kes birîndar bûn.
Di 3'ê Sibatê de Serokwezir Erdogan der barê hevdîtina bie Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de got peyamên ku Ocalan didin pir girîn in. Erdogan carek din pirsgirêka kurd înkar kir û got pirsgirêka kurd tune.
Di 17'ê Sibatê de Rojnameya The Guardian bi daxwaza Azadiya Ocalan peyamek weşand. Di 26'ê Sibatê de Erdogan, dîsa gotina yek milet, yek al, yek netew berdewam kir.
Di 28'ê Sibatê de hevdîtina bi Ocalan re di rojnameya Milliyetê de hat weşandin. Piştî vê yekê niqaşan dest pê kir.
Di 3'ê Adarê de Erdogan, astengkirina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re parast û diyar kir ku agahiyên derew belav dikin.
Di 18'ê adarê de heyeta BDP'ê 3'emîn car bi tevlebûna Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Wekila Koma BDP'ê Pervin Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder çûn Îmraliyê.
Di 3'ê Nîsanê de heyeta 4'emîn çû Îmraliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi riya heyeta BDP'ê ku çû Îmraliyê peyama 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna xwe ji Meşvanê Amara reşand û wiha got: "Di rojek wisa de mizgîniya ez bidim we ewe ku bi rasti şert û mercên aştiya bi rûmet ji her demê bêtir zêdetir bûne. Ev tiştê herî bi qîmet ê ku em pêşkêşî mirovên xwe bikin. Girîngiya vê rojê ji rojbûna min wêdetir, ji nûve rojbûna gelekî ye."
Di 14'ê Nîsanê de heyeta 5'emîn çûn Îmraliyê û di 18'ê Nîsanê deheyeta BDP'ê nameya Ocalan a çareseriyê gihandin Qandîlê.
Rojnameya Time di sala 2013'an de di nava mirovê herî bi bandor Ocalan jî bi cih kir. Nivîskar Gerry Adams, di nivîsa xwe de got Ocalan di pêvajoya girtîgehê de bû dengê aştiyê û xwest Ocalan serbest bê berdan.
Di 7'ê Hezîranê de heyeta BDP'ê ku ji Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş û Wekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan pêk dihat cara 6'emîn çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Abdullah Ocalan berxwedana Parka Geziyê silav kir û xwest Gel qadan ji Ergenekon û nijadperestan re vala nehêle.
Di 13'ê Hezîranê de piştî heyeta BDP'ê Demirtaş û Buldan bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn, bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anî.
Di 15'ê Hezîranê de Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê ku li ser Pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat. Konferansa ku bi niqaşên cuda dest pê kir û ji bo nasname, netew, yekîtî û mafê gelê kurd ên bingehîn pêk hat piştî niqaşên du rojan bi dawî bû. Di koferansê de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yekîtiya netewa gelê kurd hat xwestin. Konferansa ku li Otela Liluzê bi beşdariya 226 delegeyan pêk hat, piştî niqaşên fireh bi dawî bû. Di konferansê de azadiya Ocalan hat xwestin.
Di 1'ê Tîrmehê de Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên 2 girtiyên din ji bo hevdîtinê pêk bînin çûn Girava Îmraliyê. Malbatan piştî hevdîtin pêk anîn vegeriyan. Mehmet Ocalan diyar kir ku di bêvil, dev û lêvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de şewitandin çêbûbû û Ocalan xwest ku heyetek serbixwe ya doktoran biçe Îmraliyê. Ocalan di heftîtina bi Mehmet Ocalan de got "Ji bo min pêngava yekem a pêvajoyê di 1'ê Hezîranê de bi dawî bûye Divê aliyê din demek berî demekê gav bên avêtin."
Di 4'ê Tîrmehê de Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk ku tevî Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gutlan Kişanak li Qendîlê hevdîtin bi rayedarên KCK’ê re pêk anî. Turk derbarê hevdîtina wan a li Qendîlê de diyar kir ku ji ber bêdengî û gavneavêtina dewletê, hêviya aliyê Kurdan kêm dibe û got: “Lê em nikarin bêjin pêvajo bi dawî bûye.” Turk bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê û diyar kir ku ew di asta Wezaretê Dadê de hewl didin û got: “Em bawer dikin ku di demeke nêzîk de heyeteke bijîşkan biçin Ocalan bibînin û ji bo tenduristiya wan hin tiştan bike.”
Di 21'ê Tîrmehê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkbînin çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn.
Di 22'ê Tîrmehê de Midûrê Radikalê yê Enqereyê Omer Şahin, li ser pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li wezareta Dadê da û xwest biçe Îmraliyê.
Di 26'ê tîrmehê de Ocalan, hikûmet şiyar kir û xwest heta meha cotmehê gavan bavêje.
Di 16'ê Tebaxê de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayik, xwest demek berî demekê 8 komîsyonên ku Ocalan pêşniyar kirine têkevin meriyetê.
Di 17'e tebaxê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Serokalîkara Koma BDP'ê Pervîn Buldan çûn Îmrailyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ocalan diyar kir ku êdî rewşa wî ne amûr e û rewşa wî stratejîk e.
15 Eylül: BDP Eş Genel Başkanı Selahattin Demirtaş ve BDP Grup Başkan Vekili Pervin Buldan, PKK Lideri Abdullah Öcalan ile görüşmek için İmralı Adası'na gitti. Görüşme sonrası Öcalan adına yapılan yazılı açıklamada, "Bir yıl önce başlattığımız diyalog sürecini bundan böyle yeni bir formatla yani anlamlı bir müzakereye evrilterek, derinleştirerek sürdürmek gerektiğini düşünüyorum. Özellikle devletin, derinlikli bir müzakere için yeterli araçları ve imkânları yaratması sürecin ilerlemesi için elzemdir" ifadeleri yer aldı.
Di 15'ê îlonê de Heyeta BDP'ê, piştî hevdîtina ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anî li ser navê Ocalan daxuyanî da. Heyetê diyar kir ku Ocalan wiha gotiye: "Me salek berê pêvajoya diyalogê da destpêkirin û ez wisa difikirim ku divê li vir wiha pêvajo veguhere formateke nû ango veguherin muzakereyên bi wate, berfireh bibin û bidomin. Bi taybet jî ji bo muzakereyên berfireh divê dewlet amûr û derfetan biafirîne û ev yek ji bo pêşketina pêvajoyê pêwîstiyek e."
Di 23'ê Îlonê de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û daxuyanî neda.
Di 7'e Cotmhê de Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan piştî çû li Îmraliyê bi birayê xwe Abdullah Ocalan, re hevdîtin pêk anî vegeriya Gemlîkê û li vir daxuyanî da. Mehmet Ocalan diyar kir ku birayê wî Ocalan gotiye 'Niha tiştekî bêjim tune. Ez ê di 15'ê Cotemhê de fikr û ramanê xwe parve bikim'. "
Di 22'ê Kanunê de Mehmet Ocalan bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku Abdullah Ocalan der barê pêvajoyê wiha axivî: "Di vê astê de ez ji bo berdewamkirina pêvajoyê amade me. Min tiştên pêwîst ji heyeta dewletê re ragihand. Heyeta dewletê hêj bersiv nedaye. Ez nizanim dê bên an neyên. Li gorî min divê pêvajo bi awayekî nû û rengekî nû bidome. Ger heyeta dewletê werê, em ê bi wan re nîqaş bikin û li ser pêşveçûna pêvajoyê biaxivin. Ger heyeta dewletê neyê, bawer dikim ji bo wan pêvajo bî dawî bûye û ji bo me jî dê bi dawî bibe."
Di 10'ê Mijdarê de Heyeta BDP’ê û HDP’ê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Îmrali hevdîtin pêk anî vegeriya. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder got ku Ocalan gotiye, “Pêvajoya çareseriyê gihiştiye merheleyeke ciddî. Pêvajo ligel ku berdewam dike li ser pira siratê ye. Tevî hemû neyêniyan, tenê neferek jî bimîne biryara me ya em îradeya aştiyê dewam bikin heye.”
Di 20'ê kanûnê de Wêneyên Ocalan ên bi Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Cigirêserokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan re kişandibû li ser tora înternetê hat belavkirin. Di wêneya ku li ser Twîtterê belav bû de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û Pervîn buldan li dora mêseyê cîh digrin. Di 24'ê Kanûnê de ji 6 wêneyên Ocalan û heyetê yên resen bi riya DÎHA hatin belavkirin.
(mae)