'Rêberê me Ocalan e'
Li gelek bajar û navçeyan li aliyekî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin çalakiyên gireva birçûbûnê pêk tînin, li aliyê di bi girseyî 15'ê Sibatê şermezar dikin. Welatiya bi navê Rıhan Akgul, ku dest bi çalakiya girevê kir diyar kir ku li cihanê rêberê her neteweyekî heye û rêberê netneweya gelê kurd jî Ocalan e. Li Amed Şirnex, Agirî û Mêrdînê çalakiyên girevê didomin.
STENBOL
Rêxsitina BDP'ê ya navçeya Kuçukçekmeceyê di 12'e Sibatê de bi boneya 15'ê Sibatê û tecrîda li ser Ocalan şermezar bike bi koma 50 kesan dest bi gireva birçîbûnê kiribû. Komê bidaxuyaniyekê li girevê anî. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Salîh Baykal, daxuyanî da û diyar kir ku gelê kurd tê heta dawî li doza xwe û rêberê xwe xewdî derkevin. Rıhan Akgul ku ketibû çalakiyê diyar kir ku li cihanê rêberê her neteweyekî heye û rêberê netneweya gelê kurd jî Ocalan e. Li Amed Şirnex, Agirî û Mêrdînê çalakiyên girevê didomin. Girev bi dirûşmeyên "Biji Serok Apo", "Bi can bi xwîn em terane ey Serok", "Be Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
BÛRSA
Meclisa Ciwanan a BDP'e ya Bûrsayê jî bi boneya 15'ê Sibatê gireva birçûbûnê dest pê kir. 20 kes li avahiya BDP'ê ya Navçyea Yildirimê dest bi girevê kir.
AMED/ŞIRNEX/MÊRDÎN/AGİRÎ
Li Agiri, Amed, Şirnex, Mêrdînî jî çalakiyên gireva birçûbûnê didomin. DÎHA (mae)