1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Rênas: PJAK êdî partiyeke siyasî-îdeolojîk e
Rênas: PJAK êdî partiyeke siyasî-îdeolojîk e,rênas,pjak,êdî,partiyeke,siyasî,îdeolojîk,e

Rênas: PJAK êdî partiyeke siyasî-îdeolojîk e

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 21.06.2014 07:00:00 Hevseroka PJAK'ê Evîndar Rênas da xuyakirin ku PJAK di dema nû de dûrî têkoşîna çekdarî wê weke partiyeke siyasî-îdeolojîk pêşengiyê bike û got, "Li gorî heypeymanên neteweya demokratîk nabe ku hêzên parastina rewa bi partiyekê ve girêdayî be. Lewma YRK wê derveyî partiyeke siyasî, li gorî pêwistiya gelan bi erka parastina gel û nirxên civakê rabe."

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku di meha derbasbûyî de kongreya xwe ya çaremîn a awarte lidar xist, ji bo dema nû xwe weke partiyeke siyasî-îdeolojîk a dûrî têkoşîna çekdarî pênase kir. Hevseroka PJAK'ê Evîndar Rênas ku li gel Ebdulrehman Hecî Ehmedî weke Hevserok hat hilbijartin, ji nû ve rêxistinbûyîna PJAK'ê û têkoşîna çareseriya pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ya dema pêş ji ANF'ê re nirxand.

Rênas bal kişand ser ji nû ve rêxistinbûyîna HRK'ê ku beriya demeke kurt bi konferansekê veguherî Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û destnîşan kir, ku li gorî heypeymanên neteweya demokratîk nabe ku hêzên parastina rewa bi partiyekê ve girêdayî be.

Rênas diyar kir ku li ser vê bingehê ewê ji niha û pê ve weke partieyke siyasî-îdeolojîk xwe birêxistin bike û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelê Îranî bi siyaseteke exlaqî, weke partiyeke pêşeng tevbigere.

Rênas Komalgay Demokratîk û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ku bi têgihiştina sîstema konfederalîzma demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin nirxand û anî ziman ku ev pergal ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê rêya rast e, ew dipejirînin û weke partî di nav de cih digirin.

Çaremîn kongreya PJAK'ê di pêvajoyeke ku zextên dewleta Îranê li ser gelên Îranî bi taybetî jî gelê Kurd zêde bû de hat lidarxistin. Bi dîtina we sedema van çewisandin û zextan çi ne?

SIYASETA HESEN ROHANÎ YA LI HUNDIR SIYASETA MILÎTARÎZMÊ YE

Di wê pêvajoya ku me konferansa xwe damezirand de, bêguman li herêmê qeyranên ku hebûn her ku diçû aloztir û kurtir dibûn. Rewşa herêmê taybet li ser rejîma Îranê jî bandoreke xwe hebû. Her çiqas raste rast li ser Îranê êrîşeke berfireh nebû jî, lê hem rewşa li Suriyê dihate jiyîn hem jî di rojevdebûna enerjiya atomê ya Îranê, dibû sedema pirsgirêk û qeyranan. Li hemberê dewleta Îranê ambargoyeke navneteweyî dihate meşandin û ev bi xwe jî şêwazeke mudahileyê bû. Hem rewşa ku li herêmê dihate jiyîn û hem jî ambargoya ku kur dibû, dewleta Îranê xistibû nav fikar û metirsiyeke mezin. Rejîma cimhuriyê Îslamiya Îranê ji bo xwe ji vê krîzê rizgar bike, di milekê hewl dida ku siyaseta derve li hemberê xwe bê bandor bike û di heman dem li hûndûr ji bona pêşî li nerazîbûnên gelan ku derketineke bigre bi awayên herî hovane êrîş ser gelan dikir. Bi guhertina dewleta Ehmedînijad û ser kar anîna Hesen Rohanî heya astekê bi vê siyaseta xwe li herêmê xwe ji rewşa heyî rizgar kirin. Bêgûman dewleta Hesen Rohanî li hûndir bi awayeke pir aşkera siyaseta milîtarîzmê dida meşandin.

SIYASETA ÇEWISANDINÊ LI KURDISTANÊ BI AWAYÊ QIRKIRINÊ TÊ MEŞANDIN

Ev siyaset li Kurdistanê bi awayeke hê dijwartir dihate meşandin. Asta girtinan li Kurdistanê ji her demê zêdetir bû, êrîşên ser kolberan û qetilkirina xwandekarên kurd bi navê xwe kuştin û şewitina dibistanan weke siyaseteke qirkirinê dihate meşandin, valakirina gundên Kurdistanê û bi darê zorê ciwan û taybet xwandekarên kurd kişandina nav saziya Besîc û pêşxistina cerdevaniyê, destpêkirina operasyonên leşkerî hemberê hêzên parastina rewa û taybet di dema dewleta Rohanî de asta darvekirinê ji her demê zêdetir bû. Herçiqasî siyaseta bêdengkirin û çewisandinê di wê demê de di milê dewletê, li ser gelên din yê li Îranê jî dihate meşandin lê belê li Kurdistanê ev siyaset û êrîş bi konsepta şikandin û qirkirinê pêş diket. Hem dewleta Îranê hem jî dewletên din yê dagirker li Kurdistanê û taybet jî hêzên nav dewletî ku hertim pirsa kurd weke kartekê li herêmê bi kar anîne, ji destketiyên gelê kurd li herêmê ditirsiyan. Bi sedsalan hebûna gelê kurd ji bona hemû hêzan weke karteke stratejîk bû ku ji bona berjiwendiyê xwe li herêmê li ser siyaset didan meşandin. Têkoşîna ku gelê Kurd li herêmê dida û modela çareseriyê ku pêş dixist bêgûman ne li gor berjewendiyê hêzên destwerdêr û hegemonîk bû ne jî li gor plan û daxwazê hêzên statukuparêz bû.

SIYASETA ROHANÎ YA LI DIJÎ KURDAN PARALELÎ SIYASETA HIKÛMETA ERDOGAN E

Ji bona ku ev xeta 3. ku gelê kurd weke rêbazê têkoşîna demê diyar kiriye ser nekeve li hemberê gelê Kurd li Kurdistanê konsepteke hevbeş dihate meşandin. Siyaseta ku Rohanî li Rojhilatê Kurdistanê dida meşandin bêgûman parelelê siyaseta ku Hikumeta Erdogan hemberê kurdan dida meşandin bû. Sedema ku dewleta Îranê di vê pêvajoyê li hemberê gelê kurd ev siyaset dida meşandin û niha jî di siyaseta xwe de israr dike hevgirtina wan û Hikumeta Erdogan bû. Ji bona ku dewleta Rohanî xwe ji krîza heyî rizgar bike û ambargoya aborî ku li hemberê wan dihate meşandin lewaz bike bi Hikumeta Erdogan re ketibû nav hevkarî û dij bi gelê kurd hevbeş êrîşên tinekirinê dimeşandin. Bêguman em sedema van êrîşan bi awayeke hevbeş li her çar parçê Kurdistanê, nikarin ji statuya gelê kurd û siyaseta serketî ya demê ya ku di milê hereketên azadîxwaziyê ve tê meşandin qut bigrin dest.

GELÊ KURD WÊ LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ ÊDÎ DI XETA 3. DE TEVBIGERE

Rêbazê ku Kurdan ji bona diyarkirina statuya xwe li herêmê dide meşandin ji bona berjiwendiyên wan hêzan weke xeteriyekê tê dîtin. Ya ku li herêmê li hemberê gelê kurd tê meşandin israr di şer û şikandina îradeya siyasî ya gelane. Bêguman ne êdî hêz û rêbazê ku gelê kurd ji bona çareseriya pirsgirêka xwe dimeşîne yê rê neda van siyasetan. Dewleta Îranê jî pêwîste vê rastiyê baş bizane ku gelê kurd li Rojhilatê kurdistanê ji bona azadiya xwe yê di çarçoveya xeta 3. de bi hemû hêza beşdar bibe û yê weke berê tevnegere.

Di 4. Kongreya PJAK de li ser çareseriya pirsa kurd bi rêbazên demokratîk işaret hatiye kirin. Ji bo agirbesta heyî ber bi pêvajoyeke diyalog û muzakereyê ve biçe hewldanên we diyar in. Lê belê di rewşeke ku siyaseta înkar a rejîma Îranê berewam bike de wê agirbest ber bi ku ve biçe? Gelo baweriya we bi guhertina demokratîk a Îranê heye? Sedema israra we di muzakereyê de çiye?

GELÊ KURD HER TIM RÊBAZA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK ESAS GIRTIYE

Li Îranê ji bona çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên gelên din me her tîmî rêbazê çareseriya demokratîk hedef girtiye û li ser wê bingehê em hertim ji bona çareseriyê bi vi rêbazî amade bûne. Di çaremîn kongreya me de jî rewşa heyî ya herêmê, Îran û çareseriya pirsgirêkê gelan û taybet pirsgirêka kurd bi awayeke pir berfireh hate destgirtin û nirxandin. Encamên ku em gehiştinê ev bûn; bi sedsalane ku gelê kurd ji bona azadiya xwe li herêmê di serî de bi rêbazên aştîxwazane û têkoiînên pir mezin dane. Lê belê dagirkerên li Kurdistanê her timî li hemberê gelê kurd siyaseta xwe ya înkar û qirkirinê meşandiye. Vê siyasetê rê li ber şerên pir dijwar û êşên mezin vekiriye û her tim şerê ku pêş ketiye ji bona hêzên derve û hevkarên wan li Rojhilata Navîn weke destketiyeke xurt hatiye bikaranîn. Li Rojhilata Navîn berdewamiya qeyran û şerên tên meşandin ti faydeya xwe derveyê dijminahiya gelan, şer û aloziyan bi xwe re tiştek neaniye.

XETA 3. PÊŞÎGIRTINA LI QIRKIRINÊN LI HERÊMÊ YE

Lê belê hêzên derve û hevkarên wê li herêmê hertim ji bona ku serweriya xwe li herêmê bisepînin di kêliyê herî hesas ku du hêzên dijber li hev kirine bi rêya giladyoyên xwe pêşî ji vê yekê re girtine. Siyaseta ku îro li herêmê tê meşandin jî ev e. Hêzên hegemonîk bi êrîş û destwerdanên li herêmê di nava plansaziyê pir berfireh û stratejîk ji bona dema pêş in. Li gor vê siyaset û rastiya ku li ser gelên Rojhilata Navîn tê meşandin bêguman pêwîstî bi çareserî û rêbazekê ku ev siyaset vala bê derxistin hebû. Ya ku îro gelê kurd dide meşandin û li ser israr dike bêgûman ev e. Ji bona çareseriya pirsgirêkên li herêmê pêşxistina xeta 3. û çareserî bi rêbazên demokratîk wê tenê rêya çareserî û pêşîgirtin ji qirkirinên li herêmê be. Encamê şerên li Misir, Tunis, Surî û heya Iraqê ev rastî raxiste berçav.

LI DIJÎ ŞERÊ MEZHEBÎ Û ŞERÊ GELAN RÊYA ÇARESERIYÊ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E

Ji sala 2011 heya niha şerên herî dijwar li herêmê tên meşandin û ev şer her ku diçe rê li ber şerê mezhebî û şerê gel bi xwe vedike. Partiya me ji ber vê siyaseta ku bi ti şêwazî çareseriyeke mayende nîne, bi biryardariyeke mezin ji bona çareseriya pirsgirêkên li Îran û pirsgirêka kurd konfederalîzma demokratîk weke pergala herî rast dibîne û encax bi neteweya demokratîk û rêbazên demokratîk wê çareseriyeke mayende bê şer û zererên mezintir pêş bikeve. Ji bona çareseriya bi rêbazên demokratîk beguman diyalog û muzakere bi xwediyên pirsgirêkan re şertek e bingehîne. Piştî şerê Qendîl di navbera me û dewleta Îranê de pêvajoyeke agirbestê hate despêkirin. Em di wê baweriyê dene ku ev pêngav ji bona destpêkirina diyalogê derfeteke mezin û xwedî girîngiye. Ger dewleta Îranê bi rêbazên demokratîk bê şer û pevçûn bixwaze pirsgirêka gelê kurd çareser bike pêwîste ku vî derfetê heyî baş binirxîne. Lê belê ger dij vê nêzîkatî û rêbazê ku em ji bona pêkanîna wê amadene, siyaseta qirkirin, inkarê berdewam bike û pîvanên agirbesta heyî bê şikandin wê demê gelê me ji bona çareseriya pirsa kurd di çarçoveya xweseriya demokrtîk de wê bi her şêwazî têkoşîna xwe ya azadiyê bide meşandin.

HEVGIRTINA GELAN WÊ ÇARESERIYA DEMOKRATÎK LI SER DEWLETA ÎRANÊ FERZ BIKE

Pêwîste ku dewleta Îranê rastiya gelê kurd li herêmê û destketiyên wê û heta ku xeta kurd li herêmê temsîl dike baş bizane û li gor vê yekê tevbigere. Gelê kurd ji sedan qirkirinan re derbas bûne lê belê ti car dev ji têkoşîna azadiya xwe bernedan û heya çareseriya pirsa kurd wê ji vir û şûnda jî bi riheke hê bilintir beşdar bibin. Her çiqas siyaseta ku di milê dewleta Îranê li hemberê gelê kurd taybet di vê demê de tê meşandin ti rengê xwe yê demokrasiyê nîne û hêviya bi awayeke demokratik ya çareseriya pirsa kurd nade jî, em bi wê bawerin ku hemû gelên li herêmê ger hevgirtineke xurt pêş bixin û ji bona çareseriya pirsgirekên xwe xeta 3. bingeh bigrin şanseke dewleta Îranê ku vê rebazê têkoşîna gelan pêşî lê bigire wê nemîne.

HÊZÊN PARASTINA GELAN NABE DI BIN XIZMETA TI PARTIYAN DE BE

Di pêvajoyeke berî niha de konferansa HRK'ê pêk hat û di vê konferansê de HRK ê xwe weke YRK birêxistin kiriye û gotiye di çarçova parastina rewa de wê girêdayî ti partiyan nebe! Di heman demê PJAK jî di kongreya xwe de ragihandiye ku ji vir û şûnde wê xebatê parastina rewa neke. Ji vir û pê ve PJAK wê di kîjan qadan de xwe birêxistin bike?

Di çaremîn kongreya PJAK'ê bêguman li gor pêwîstiyên demê û têgîna çareseriya pirsgirêka kurd di çarçoveye civaka azad û neteweya demokratîk de guhertinên paradîgmayî xwedî girîngî bû. Li gor paradîgmaya me hêzên parastina gelan nabe ku di bin xizmet û rêveberiya ti partiyan debe. Erka hêzên parastina rewa, parastina hemû nirxên civakê ye. Ger hêzên parastinê tenê li gor siyaseta partî yan jî hêzekê de be di pêvajoyên demdirêj de wê rê li ber desthilatdarî û xwe sepandina wan hêzan ser civakê be. Ku ev yek jî li gor hevpeymanên neteweya demokratîk wê gengaz û rast nebe. Ji ber vê sedemê di kongreya me de biryareke bi vi rengî hate girtin ku hêzên parastina rewa erk û misyonê wan di nava partiyan de nabê ku bê diyarkirin û ev hêz pêwîste ku di çarçova parastina pergala gelan de xwe rêxistin bike.

PJAK WÊ ÊDÎ WEKE PARTIYEKE SIYASÎ-ÎDEOLOJÎK TEVBIGERE

PJAK ji vir û şûnde weke partiyeke siyasî-îdeolojîk wê xwe rêxistin bike. Ji bona çareseriya pirsa kurd û pirsgirêkên gelên Îranî wê bi siyaseteke exlaqî weke partiyeke pêşeng tevbigere. Bi hêza xwe ya pêşeng jin, ciwan û hemû beşên civakê di qada siyasî, bîrdozî, civakî de yê xwe çalaktir bike.

PJAK’ê piştî damezerandina pergala KODAR beşdariya xwe di nava sîstema KODAR de ragihand, pêwendiyê PJAK û KODAR çawaye û PJAK wê di ku dera vê sîstemê de cih bigre?

KODAR JI BO CIVAKÊ SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK E, EM DI NAV DE CIH DIGIRIN

Damezerandina pergala KODAR weke alternatîf li hemberê pergala netewe ewlet ji bona çareseriya piresgirêkên gelên azadîxwaz li Îranê bêguman pêşketineke dîrokî ji bona gelê wê herêmê ye. Netewe dewlet bi rebazê ku îro li Îranê tê meşandin maf û azadiya kom û neteweyên din li Îranê ku dewlemendiyekê îfade dikin, napejirîne û civakê bi rêya netewegeriyê entegreyê dewletê dike nijadperestî, bin pêkirina mafê gelan di asta inkar û imhayê tê meşandin. Ev rêbazê heyî di sedsala 21 de ji bona rêvebirina gelan wê bi ti şêwazî serketî nebe, ji ber vê sedemê em pergala Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê kurdistanê ji bona çareseriya pirsgirekên gelan û civakê weke alternatîfeke bi hêz ya demê dibînin. Beşdariya me di nava pergala KODAR de; em sîstema KODAR ji bona çareseriya pirsgirêkên heyî li Îran û Kurdistanê weke pergaleke demokratîk ser bingehê pêşvebirina civaka azad û neteweya demokratîk dibînin û vê sîstemê fermî nas dikin û di têde cîh digirin. Di qada siyasî ya sîstema KODAR de pirensîbên ku ji bo siyaseteke exlaqî û neteweyî di nava hevpeymana civakî de hatiye destnîşankirin dipejirînin. Ji bona pêşxistina civaka azad û siyaseteke ku nirxên civakê diparêze û têkoşîna azadiya gelan pêşve dibe wê esas bigrin. Di nava pergala KODAR de weke partiyeke siyasî bi awayeke xweser û taybet beşdariya xwe li ser bingehê ku partiya me xeta xwe diyar kiriye û li ser esasê bername û esasnameya xwe yê ji bona azadiyê têbikoşin. Pêywendiyê me bi Pergala KODAR re wê bi temsîla ku em di qada siyasî ya KODAR de weke partiyeke siyasî cih digirin pêş bikeve.