Rêveberiya Hewlêrê li cihê Tirkiyê PKK şermezar kir
HEWLÊR / ROJNEWS
Balafirên şer ên Tirkiyê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve Herêmên Parastina Medya bombebaran dikin.
Berî du rojan boriya petrolê ya navbera başûrê Kurdistan û Tirkiyê de ji aliyê gerîlayan ve hat teqandin. Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê ji cihê êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistan û baregehên PKK’ê şermrezar bike, PKK şermezar kir û got: “Divê PKK dijmintiyê ligel welatiyên başûrê Kurdistanê neke.”
Balafirên şer ên Tirkiyê ji 24’ê Tîrmehê ve xaka başûrê Kurdistanê û baregehên PKK’ê bombebaran dikin. Îro jî balafirên şer ên Tirkiyê gundê Zergelê yê Qendîlê bombebaran kirin. Di encamê de 9 sivîl hatin qetil kirin û nêzî 15 sivîl jî birîndar bûn. Berî du rojan boriya petrolê ya di navbera başûrê Kurdistan û Tirkiyê de ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hat teqandin.
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê hê jî êrişên Tirkiyê yên li dijî Herêmên Parastina Medya û Başûrê Kurdistanê şermezar nekiriye. Lê duh bi daxuyaniyekê teqandina boriya petrolê şermezar kir û wiha dibêje: “Roja 29’ê Tîrmehê boriya ku petrola Herêma Kurdistanê vediguhêze, li navçeya Şirnexê di nava sînorê Tirkiyeyê de hat teqandin. Piştre jî HPG ku hêza çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye bi şêweyeke fermî berpirsyariya xwe li hember wê teqînê ragihand.” Di daxuyaniya civata wezîran de wiha tê gotin: “Hikûmet û xelkê Kurdistanê ji ber sedema neşandina bûdceyê ya ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê û şerê DAIŞê ve, di nava tengasiyek mezin a darayî de ye. Ew xeta petrolê take çavkaniya sereke ya mûçe û debara xelkê Herêma Kurdistanê ye. Herwiha sedemeke sereke ya berxedana xelkê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember hemû zextan bû, di heman demê de çavkaniya sereke ya qezanca şerê pêşmergeyan a di şerê li dijî DAIŞ’ê bû. Çavkaniya alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo milyonek û 800 hezar penaberên li Herêma Kurdistanê bû.” Serokatiya Civata Wezîran teqandina boriya petrolê şermezar kir û wiha dibêje: “Em bi tundî wê êrişa PKK’ê şermezar dikin û bi karekî neberpirsane ya li hemberî jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê, parastina pêşmerge û jiyana penaberan li Herêma Kurdistanê dibînin. Ji derveyî lêdana li aboriya Herêma Kurdistanê û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê, ti wateyeke wê nîne. Bi rastî cihê wê yekê ye ku ew êrişa PKK’ê ji aliyê xelkê Kurdistanê û hemû aliyan ve were şermezarkirin.
Em daxwaz ji PKK’ê dikin ku wê dijminkariyê li hember xelkê Herêma Kurdistanê dubare neke.” Ev daxuyaniya civata wezîran a hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku ji 24’ê Tîrmehê ve balafirên şer Herêmên Parastina Medya bombebaran dike.
Di encama bombebarana îro ya balafirên Tirkiyê de, li gundê Zergele yê Qendîlê 9 welatiyên sivîl şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn. Herwiha di bombebarana 25’ê Tîrmehê de jî 4 welatiyên sivîl birîndar bûn. Heta niha di encama bombebaranê de 5 gerîlayên HPG’ê jî şehîd bûne. Hê jî ev êrişên li hember Herêmên Parastina Medya û komkûjiya li dijî sivîlên başûrê Kurdistanê ji aliyê serokatî û serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ve nehatine şermezar kirin.
(rn)