'Rêveberiya Xweser berê cîhanê daye Kobanê'
KOBANÊ - Cîgirê Serokê Hikûmeta herêma Kobanê Xalid Berkil got: "Tişta bala cîhanê kişand ser Kobanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Zemîna ku hatiye birêxistinkirin bêhempa ye. Gelê Kurd xwedî projeyeke demokratîk ê ji bo hemû gelên Sûriyeyê ye."
Girêdayî mijarê Cîgirê Serokê Hikûmeta herêma Kobanê Xalid Berkil ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku berxwedana Kobanê ya ev 54 roj in bênavber didome destaneyên dîrokî nivîsandine û sitriya 'terorê' ya DAIŞ'ê şkandiye. Berkil da zanîn ku DAIŞ bi hemû rêbazên xwe yên 'terorîstiyane' û çekên giran ên li Iraq û Sûriye bidestxistine hewl dide herêma Kobanê dagir bike.
Berkil bal kişand ser berxwedana Yekînekyên Parastina Gel û Yekînekyên Parastina Jin li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û diyar kir ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistianê xwedî li Kobnaê derketiye û hemû planên çeteyan ên li djî vîna gelê herêmê vala derxistin. Xalid Berkil wiha dewam kir: "Vê berxwedanê ji hemû cîhanê re diyar kir ku bajarê Kobanê tevî biçûkbûna wê dikare xwe li hemberî hemû êrîşên xwe ragre."
Berkil destnîşan kir ku berxwedana Kobanê û Yekîneyên Parastina Gel li hemberî hêzên 'terorê' yên herî xeternak li cîhanê hişt ku hemû hêzên navnetewî, herêmî û hundirîn li xwe vegerin û doza Kurd bikin mijara nîqaşê ya sereke li qadên navnetewî û berxwedana Kobanê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê wekî mînak were girtin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Xalid Berkil diyar kir ku wiha anî ziman: "Tişta ku hişt hêzên navnetewî yên cîhanê berê xwe bidin Kobanê, Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk e. Wekî zemîna ku avakirina û bi taybet Yekîneyên Parastina Gel ku di aliyê şer, çalakî û tevgera xwe de birêxistinkirin li hemû cîhanê tune ye. YPG'ê bi moralên pir bilind û vîna xurt liber xwe dide û ji mirinê natirse. Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk di nava qadên navnetewî de hatiye qebûlkirin."
Berkil da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel ji hemû cîhanê re îsbat kirine ku gelê Rojava gelekî birêxistinkirî ye û ji bo hemû pêkhateyên herêmê jî hembêz wî vekirî ye. Berkil wiha got: "Nîşana vê yekê beşdarbûna hêzên Burkan El-Firat li rexê YPG'ê di berxwedana Kobanê de ye. Burkan El-Firat a ji Artêşa Azad û YPG'ê ve pêk tê mînaka avakirina Sûriyeke demokraîtk û azad e.
Xalid Berkil wiha got: "Gelê Kurd gelekî serkeftî û xwediyê maf û doza xwe ye. Gelê Kurd xwedî projeyeke demokratîk e. Ev projeya ne tenê ji bo wî ye, lê belê ji bo hemû gelên Sûriyeyê ye. Em bi hêvî ne ku Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk li Rojhilata Navîn bibe nimûne. Di vê rewşa ku herêm têre derbas dibe de heta niha tenê Rêveberiya Xweser serkeftina xwe îsbat kiriye.
DICLE EHMED
(he)