1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rêveberên HDP û DBP’ê hatin berdan
Rêveberên HDP û DBP’ê hatin berdan,rêveberên,hdp,û,dbp,ê,hatin,berdan

Rêveberên HDP û DBP’ê hatin berdan

A+ A-

ÊLIH (DÎHA) – Li Êlihê rêveberên DBP û HDP’ê yên ku dema xebatên kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” didan meşandin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” û “pensê sûc û sûcdaran dane” hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Li taxa Aydinlikevler a Êlihê Hevseroka DBP’ê yê Êlihê Ayşe Agilgat, Hevserokê HDP’ê Mahmut Çîftçî, rêvebera HDP’ê Selma Kaya, endamê Komîsyona DBP’ê ya taxê Şerîf Dursun û endamê DBP’ê Mehmet Demîr ên ku dema xebatên kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” didan meşandin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” û “pensê sûc û sûcdaran dane” hatibûn binçavkirin, piştî ku karên fermî yên Midûriyeta Polîsan a Êlihê hatin berdan. Rêveberên HDP û DBP’ê saetên dereng ên şevê hatin berdan û ji aliyê Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Akel û Sabrî Ozdemîr, Hevserokê DBP’ê yê Êlihê Mehmet Candemîr jî di nav de ji aliyê gelek kesan ve bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin.

Li vir Çîftçî awivî û wiha got: “Ev kampanyaya me nêzî 4 meh in daye destpêkirin, em mal bi mal tax bi tax, kolan bi kolan digerin û di serî de azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî dixwazin. Em dixwazin hemû kes bihistiyar bin.”

Çîftçî da zanîn ku dê xebatên wan bidome û ew ê kar û xebatên xwe yên demokratîk û rewa bidomînin.

(sa/wk)