Rêwiyên Amarayê pêl bi pêl digihêjin Xelfetiyê
Riha - Anf Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistanî tên Xelfetiyê. Li avahiyên bilind ên navçeyê jî wêneyên mezin ên Ocalan hatin daliqandin.
Bi armanca tevlîbûna li pîrozbahiyên rojbûna Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ketin ser rê, pêl bi pêl xwe digihînin navçeya Riha Xelfetiyê. Qada pîrobahiyê Parka Azadiyê ya 4'ê Nîsanê û avahiyên li derdorê bi wêneyên mezin ên Ocalan, alên KCK, PKK, YPG û YPJ'ê, rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin.
Li parka ku wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin, dika pîrozbahiyê hat amadekirin. Welatiyên duh bi şev xwe gihandin qadê, agirê destpêkê dadan û dest bi pîrozbahiyê kirin. Danê sibehê jî welatiyên di rê de pêl bi pêl gihaştin navçeyê. Rayedarên TUHAD-FED'ê li her du qadên ketina navçeyê nuqteyên kontrolê danîn, girseya gel ji wesayîtan peya kirin û wesayît li cihekî derveyî navçeyê park kirin.
Girseya gel a ji wesayîtan peya bû, bi pankart, al, wêneyên Ocalan û qîrîna dirûşmên "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" û "Bijî Serok Apo" ber bi parkê ve dest bi meşê kir. Kincên gelêrî yên li beşdaran balê dikşînin.
Welatiyên ji Gever, Dihê, Silopî, herêmên Serhedê û bajarên cuda yên Tirkiyeyê xwe gihandine qadê, piştî ku li konên ji bo wan hatin vedan bicih bûn, daketin qadê û li dora dahol û zirneyê govend gerandin, dest bi pîrozbahiyê kirin.
Ji bo welatiyên hînê di rê de ne jî, zêdeyî 70 kon li derdora parkê hatine vedan. Xelfetiyan malên xwe ji bo 10 hezar kesî lê vehewînin, amade kirine. Pîrozbahiyên ji aliyê TUHAD-FED'ê ve tên organîzekirin wê saet di 15:00 de destpê bikin.
Li aliyê din ji baskên meşa Amarayê baskê Rihayê, ber bi rawestgeha xwe ya dawî Xelfetiyê ve ket ser rê û cihê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag ên di sala 2009'an de ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin, hat ziyaretkirin. Baskê Semsûrê jî piştî ku li gundê Gogan a Biçûk bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin, ber bi Gogan a Mezin ve bi rê ket. Meşa baskê ciwanan a duh li gundê Mehser ê li ser sînor destpê kir jî, ji quntarên Çiyayê Aratê ber bi Xelfetiyê ve dewam dike. Di vê navberê de Dîlokiyên ku weke baskê çaremîn berê xwe dan Xelfetiyê, derbasî Bêrecûkê bûn.