1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Rêwîtiya ji deştê ber bi çiyê ve dest pê kir!
Rêwîtiya ji deştê ber bi çiyê ve dest pê kir!,rêwîtiya,ji,deştê,ber,bi,çiyê,ve,dest,pê,kir

Rêwîtiya ji deştê ber bi çiyê ve dest pê kir!

A+ A-

FERHAT ARSLAN - ÊLIH 29.04.2014 07:01:12 Koçerên li Kurdistanê bi sewalkariyê debara xwe dikin, li gel ambargoay dewletê ya 30 salan jî bi biryar in çanda xwe biparêzin. Bi hatina biharê re koçer, ji bo keriyê mihiyên xwe biçêrînin ji Heskîf, Hezex û Mîdyatê ketin ser rêya Serhedê.

Li gel qedexeya qadên çêre û deştan ên çiyayên Kurdistanê, ku ev 30 sal in bi hinceta "alîkariyê didin PKK'ê" weke herêmên qedexe hatine îlankirin û tevî polîtîkayên zext û têkbirinê yên dewletê jî, koçeran dest ji pîşeyê bav û kalên xwe ji sewalkariyê bernedan û careke din ketin ser rê. Koçerên li binê konan dijîn, bi bidawîbûna demsala zehmet û berfê re, ji bo hatineyên salekê berhev bikin, ketin nava tevgerê.

Koçerên ku di demsala zivistanê de li bajarên deştê yên Kurdistanê dijîn, di hefteya dawî ya meha Nîsanê de dest bi serpêhatiya deştê dikin. Koçerên li navçeya Mêrdîn Mîdyatê, li navçeya Şirnex Hezexê û li navçeya Êlih Heskîfê 6 mehan man, bi hatine biharê re dest bi rêwîtiya ber bi Serhedê ve kirin. Piştî rêwîtiyeke bi hefteyan ancax xwe digihînin deştên Mûş û Wanê.

EM KAR DABEŞ DIKIN

Alî Sonmez ê bi keriyê ji hezar û 500 mihan ji Mîdyatê ket ser rêya Heskîfê anî ziman ku piştî rêwîtiya çend hefteyan ancax ew xwe digihînin Deşta Şen a Mûşê û destnîşan kir ku tevî zilm û zexta 30 salan a dewletê jî ew ji çanda xwe ya koçeriyê vegeriyane. Sonmez anî ziman ku di dema koçeriyê de ew kar di nava xwe de dabeş dikin û der heqê rêwîtiya xwe de ev agahî da: "Li Mîdyatê gundên sîstema cerdevaniyê qebûl nekirine, hînê vala ne. Em jî ji bo demsala zivistanê çêrgehên gundiyan ji bo 6 mehan kirê dikin. Bi hatina biharê re jî em dikevin ser rêya deşta Mûşê. Karê çêrand û doşandina mihan em mêr dikin. Zarok xwarinê, jin jî xwedî li berhemên me derdikevin. Konên me yên ji mû vê gavê li pişt hespan, li dû me tên. Em ji jiyana xwe kêfxweş in, lê belê qereqolên leşkerî yên li ser rêgeha me ne, bêyî bertîlê bistînin me ti carî bernadin. Ne tenê di dema zêdehiya zilmê de, ev sed sal in qereqol ji koçeran bertîlê digirin û dibêjin eger em li dij derkevin, ewê zerareke ku deh qat ji vê bertîlê zêdetire, bide wan."

DEWLETÊ BI ZANEBÛN SEWALKARÎ QEDAND

Koçer Hasan Karakûş jî ragihand ku dewletê li Kurdistanê bi zanebûn sewalkarî qedandiye û diyar kir ku ew her sal ji Hezexê diçin Wanê, lê bazara sewalkariyê têk çûye. Karakûş nuqteya jiyana koçeran hatiyê û rêwîtiya xwe wiha anî ziman: "Dewletê bi hinceta 'hûn PKK'ê xwedî dikin' li Kurdistanê piştî cotkariyê sewalkarî, ku yek ji çavkaniya bingehîn a debarê ye, qedand. Her zomê koçeran xwedî bi deh hezaran sewalên biçûk bû. Lê belê vê gavê kesên koçeriyê bikin nemane. Buhayê toneke ceh 7 hezar TL ye, lê 14 berx ancax 7 hezar TL bike. Emrê me li çiyê û di rê re derbas dibe, em ji jiyana xwe razî ne, lê belê gelo kesek heye ku nêrîna dewletê ya li koçeran dizane? Ji ber ku em hinekî ji civaka bicihbûyî dûr in, dewlet çiqasî zilmê li me bike, ew zilma wê li cihê xwe dimîne."

MIRÎ LI CIHÊ DIMIRIN TÊN VEŞARTIN, JINÊN ZAROK TÎNE DUNYAYÊ, KERÎ DIŞOPÎNIN!

Jinên Koçer ku nirxên cewherî û çanda civaka Kurdistanê bi neqşên li kinc û konên xwe nîşan didin, her çend ji xwarin heta kilam û payizokên xwe weke barhilgirên çanda Kurd tên zanîn jî, ji têkoşîna jiyana li şert û mercên xwezayê jî pêşengiyê dikin. Li aliyekî zarokan xwedî din, li aliyê din xwarinê çê dikin û li aliyê din jî bi malzemeyên bi pişta sewalan re eleqedar e. Xanim Karakûş têkoşîna jinê ya li hemberî xwezayê wiha anî ziman: "Jinên koçer di jiyana koçeriyê de, tevî hemû zor û zehmetiyên xwezayê jî têdikoş in. Hin ji wan di rê de dimirin, em wan li wî cihê vedişêrin û neçar dimînin rêwîtiya xwe dewam bikin. Dayika min jî dema keriyê dibir deştê xwişka min anî dunyayê û her sal jî mîna vê bi dehan bûyer rû didin. Jin heman piştî zayînê şîr dide bebekê xwe, radibe ser piyan û bi kerî re rêwîtiya xwe dewam dike. Xweza zor û zehmet e, em jî dizanin çawa li hemberî wê rawestin. Eger em niha herin deştan, emê mihan biqusînin û li ber çem hiriya xwe bişon. Em penêrê xwe di ava kaniyê ya mîna qeşayê sar de, heta havînê vedişêrin. Piştî wergirtina berhema salane, eger di konê me de kêmasî hebe em hewl didin wê çareser bikin. Eger li xwezayê nexweş bikevin, bi tedawiyên li gorî şert û mercên xwezayê tên dermankirin."