Rêwîtiya zehmet a petrolê ya Başûrê Kurdistanê
NAVENDA NÛÇEYAN 27.07.2014 07:14:38 Başûrê Kurdistanê a ku têkiliyên xwe yên bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re qels bûye, polîtîkaya xwe ya firotina petrolê bi by-passkirina Bexdayê re, li gel hemû dijderketinên welatên herêmê û DYA dewam dike. Petrola Kurd ji ber zestên Iraq û DYA, li gorî bendewariyan nayê firotin. Diyare ku Başûrê Kurdistanê de wê di vê rê de gelek zehmetiyan bikşîne.
Di nûçeyeke çend roj berê di rojnameya Wall Street Journas (WSJ) de hat weşandin, li ser firotina petrola Kurdistanê ji ser Tirkiyeyê, analîzeke berfireh cih girtibû. WSJ di nûeya xwe de bal kişand ser şerê petrolê yê di navbera Hiqûqa Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê de sor bûye û der barê 4 tankerên petrolê yên di nava 2 mehên dawî de li Ceyhanê ketin rê û firotina petrolê de agahî dabû.
Agahiyên ku rojname di nûçeya xwe de bal kişand ser nîşan didin ku asta lihevnekirina petrolê ya navbera Rêveberiya Kurd û Hikûmeta Navendî, wê di rêwîtiya petrolê ya Başûrê Kurdistanê de ku bi piştgiriya Tirkiyeyê dike, bixe nava zehmetiyan.
Tankera petrolê ya bi navê United Leadership a ku zêdeyî 1 mîlyon varîl petrola ji Başûrê Kurdistanê bar kirî ye û ji bendera Ceynan a Edeneyê ket ser rê, hînê nekariye barê xwe vala bike.
PETROLA DESTPÊKÊ ÎSRAÎLÊ KIRÎ
Detayeke din a girÎng ku WSJ di nûçeya xwe de bal kişand ser ew e ku piştî United Leadershipê 3 tankerên din ên bi petrola Başûrê Kurdistanê ji Ceyhanê ketine ser rê. Li gorî vê yekê tankera bi navê United Emblem a 9'ê hezîranê ket ser rê, piştî ku ber bi Malbata ve çû, barê xwe radestî keştiya Îsraılê ya bi navê SCF Altai kir. Her çend bi awayekî fermî nav neyê dayîn jî, keştiya bi navê SCF Altai ya petrola Kurdistanê lê hat barkirin, piştre li Bendera Aşkelon a Îsraîlê sekinî. Li gorî îdîaya WSJ, du roj piştî valakirina vê petrolê ji hesabê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê yê li Halk Bankasi ya Tirkiyeyê 93 mîlyon dolar hat şandin.
Her çiqas der barê firotina petrolê de agahiyek nehat dayî jî yekemcar firotina petrolê ji bo Başûrê Kurdistanê weke serketineke girîng tê dîtin.
WSJ re ragihandibû ku yek ji du petrolên din ên ji Ceyhanê ketin rê ketibû ser rêya Bahamayan û ya din jî berê xwe dabû Srî Lankayê. Tê zanîn ku hatineyên 4 tanker petrolê bi qasî 400 mîlyon dolar e.
JI BO XWE BIGIHÎNE ARMANCA XWE ŞERT E KU AMBARGO BÊ ŞIKANDIN
Tê texmînkirin ku rezerveyên petrola li Başûrê Kurdistanê bi giştî 45 mîlyar varîl û rezerveyên gaza xwezayî jî 6 mîlyar metrekup e. Ji bo ku Başûrê Kurdistanê ya tevî dijberiya DYA û hikûmeta Navendî ya Iraqê ketiye bazara petrolê serketî be, divê herî kêm rojane 400 hezar varîl bifiroşe. Di rewşeke berevajî de, hilberîn wê nikaribe bersivê bide mesrefên veguhastina Ceyhanê û transfera ji kargehên werdigirin.
Lê belê Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Îsraîl ne di nav de, petrola ku di nava 2 mehan de transfer kir, bi tenê 4 mîlyon bû. Li gorî daneyên Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê, ji meha Kanûnê û vir ve petrola ji Kurdistanê herikiye Ceyhanê bi qasî 6 mîlyon varîl e û ev yek jî gelekî kêmî bendewariyan e.
Diyare tevî astengiyan, eger Başûrê Kurdistanê ya bi 6 mîlyon nifûsa xwe re di hilberîna petrol û gazê de nebe xwedî bandor, wê ji aliyê aborî ve pirsgirêkên cidî bijî.