Rêxistin li Stenbolê kom dibin
Rêxistinên kedê dê di Newroza Stenbolê de bên cem hev
09:06 15.03.2012 STENBOL (DÎHA)- Amadekariyên Newroza Stenbolê ber bi dawîbûnê ve diçin û li gel vê yekê rêxistinên kedê jî banga tevlîbûna mitîngê kirin. Sendîkayan diyar kir ku ew dê di 21'ê Adarê di Cejna Newrozê de li cem gelê kurd bin. Serokê Giştî yê Hava-Îş'ê Atîlay Ayçîn, diyar kir ku êdî Newroz ne tenê ji bo gelê kurd; ji bo gelên din jî gelek girîng e.
Di rojên dawî de xebatên Newroza Stenbolê bi lez berdewam dikin de ji rêxistinên kedê banga tevlîbûna mitîngê hat. Serokê Giştî yê Sendîkaya Hava-Îş'ê Atîla Ayçîn, anî ziman ku êdî Cejna Newrozê tenê ji bo gelê kurd na ji bo hemû gelan gelek girîng e. Ayçîn di peyama xwe ya Newrozê de wiha got: "Ez difikirim ku hemû kesên ji polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên êrîşkar xwe xwedî nekin dê di Roja Newrozê bên cem hev û kesên dixwazin Tirkiyeyê ber bi pêvajoyeke tarî ve bibin re bêjin êdî bes e." Ayçîn, anî ziman ku gelê kurd di her platformê de li gel bedelên giran daxwazên xwe tînin ziman. Ayçîn, da zanîn ku divê hêzên demokratîk jî bên cem hev bibin hêzekî zorê bidin hikûmetê.
KESK dê li qadê be
Berdevka Demê ya KESK'ê Arzu Erdogan jî diyar kir ku ew dê di 21'ê Adarê de li qadê biin û wiha got: "Xebatekî me ya navenda giştî ya wisa heye." Erdogan, anî zaman ku we dê bi 28 sendîkayan li qadê bûn û wiha axivî: "Em dixwazin pergala perwerdehiya 4+4+4 paşve bişînin. Ji bo komkujiya Sêwasê biryar demborî hate dayîn. Li Roboskiyê 34 welatiyên me hatin qetilkirin. Ji bo hemû pêkanînên dijdemokratîk em dê li qadan bin û divê hemû kes bi hestiyar be."
Endamê MYK'ê yê DÎSK'ê û Serokê Giştî yê Gida-Îş'ê Celal Ovat jî diyar kir ku ew dê tevlî Newrozê bibin û wiha got: "Wekî hemû salan em dê bi hemû şaxên xwe tevli Newrozê bibin. Ez bawer dikim ku ev Newroz dê ji aştiyê re bibe gavek. Divê kedar bi gelê kurd re li qadan bin. Ev yekê ji bo kedkar bi kurdan re bibin yek fersendeke."
(bd)