1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rêxistina Efûya Navnetewî lêpirsîna bê alî û serbixwe xwest
Rêxistina Efûya Navnetewî lêpirsîna bê alî û serbixwe xwest,rêxistina,efûya,navnetewî,lêpirsîna,bê,alî,û,serbixwe,xwest

Rêxistina Efûya Navnetewî lêpirsîna bê alî û serbixwe xwest

A+ A-

ANF- Navenda Nûçeyan 10.06.2014 Rêxistina Efûyê ya Navnetewî der barê bûyerên ku li Licê pêk hatin û 2 kesî jiyana xwe ji dest da de, banga lêpirsîna serbixwe û bê alî kir.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî li ofîsa Tirkiyeyê daxuyanî da û diyar kir ku fikarên wan der barê bûyerên li Licê ku pêk hatin û du kes ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin de zêde dibin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin;Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, der barê mirin û birîndaran de lêpirsîna bi bandaor û bê alî dixwaze.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî protestoyan guleyên rastîn hatine bikaranîn û wiha berdewam kir: “Ev demek bû li herêmê li dijî înşakirina qerekolan protesto pêk dihatin. Li gorî standartên mafê mirovan yên navnetewî, çek di rewşên ku jiyana di xetereyê de be wek çareya dawî tê bikaranîn. Em bang dikin ku bila li gorî rêgezan hêza pêkane bikin bi ewlehiyê.”