1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rêxistina Efûyê: DAIŞ û artêşa Iraqê komkujiyan dikin
Rêxistina Efûyê: DAIŞ û artêşa Iraqê komkujiyan dikin,rêxistina,efûyê,daiş,û,artêşa,iraqê,komkujiyan,dikin

Rêxistina Efûyê: DAIŞ û artêşa Iraqê komkujiyan dikin

A+ A-

ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN -Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê sûcên li dijî mirovahiyê yên di dema şerê navbera Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û yekîneyên artêşa Iraqê de tên kirin, hişyarî da. Rêxistina Efûyê ragihand ku DAIŞ'ê li gelek herêma bi awayekî komî mirov înfaz kirine û komkujiyên li dijî sivîlan jî li gorî mezheba wan dike.

Ji pisporên Rêxistina Efûyê Donatella Rovera ya çû herêmên lê pevçûn hene û di nivîseke xwe de destnîşan kir ku sivîlên li Iraqê di nava xeternakeke şerê mezhebî de hatine bicihkirin. Rovera ragihand ku ji ber hovîtiya DAIŞ'ê û êrîşên hewayî yên artêşa Iraqê bi sed hezaran mirov neçar mane ji cih û warê xwe bimînin û anî ziman ku li herêmên di bin kontrola DAIŞ'ê de gelek bûyerên revandinê rû dane. Rovera da zanîn ku hin kesên hatine revandin cesedê wan hatine dîtin.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku di nava kesên hatine revandin û mirî hatine dîtin, du kesên ji heman malbateke ji Mûsilê jî hene. Rêxistinê da xuyakirin ku dema cesedê van kesan hatin dîtin, hat dîtin ku destê wan girêdayî bû, qirika wan hatibû jêkirin û serê wan hatibû eciqandin. Pispora Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku bi taybetî êrîşên li hemberî mirovên ne Sunnî peyama 'hûn li vir ne ewle ne' ji gelê sivîl re tê dayîn.

Pispora Rêxistina Efûyê Donatella Rovera di nivîsa xwe de anî ziman ku karên artêşa Iraqê jî dibin sedema mirina sivîlan û ragihand ku ji ber êrîşên top û hewayî yên artêşa Iraqê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane. Rovera got, "Hemû aliyên şer, sûcên şer kirin û mafên mirovan binpê kirin."

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) jî artêşa Iraqê sûcdar kir. HRW dabû xuyakirin ku roja Îna bihurî yekîneyên ewlekariyê yên Iraqê û milîsên nêzî hikûmetê, girtî û hikumxwarên Sunnî yên li girtîgehan, bi awayekî komî înfaz kirine.

DAIŞ'ê di 10'ê Hezîranê de bêyî rastî berxwedanekê were girîngtirîn bajarê petrolê yê Iraqê Mûsil bi dest xistibû. DAIŞ a ku di dawiya meha Hezîranê de li herêmên Iraq û Sûriyeyê xîlafet îlan kir, înfazên komî yên li gelek bajaran, di înternetê de weşand û diweşîne.