1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rêxistina Efûyê dest bi xebatê kir
Rêxistina Efûyê dest bi xebatê kir,rêxistina,efûyê,dest,bi,xebatê,kir

Rêxistina Efûyê dest bi xebatê kir

Rêxistina Efûyê ji bo rojnamegerên girtî dest bi xebatê kir

A+ A-

FERHAT ARSLAN Rêxistina Efûya Navneteweyî, ji bo rojnameger û nivîskar Ahmet Gegez ê ji sedî 70 nivîşkan e û li Mêrsînê tev li merasima cenazeyekî bû hate girtin, bi boneya serbest bê berdan dest bi xebatê kir.

Rêxistina Efûya Navneteweyî, ji bo rojnameger û nivîskar Ahmet Gegez ê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê girtî ye û ameliyata dil û kezebê derbas kiriye serbest bê berdan xebat dan destpêkirin. Hate zanîn ku Rêxistina Efûyê piştî der barê Gegez de agahiyan kom bikin dê raropê amade bikin. Parêzerê Gegez Sami Dogan, diyar kir ku muwekîlê wî ji sedî 70 astengdar e û rapora wi heye, lê dîsa serbest nayê berdan. Prz. Dogan, ani ziman ku ji bo muwekîlê wî Gegez serbest bê berdan serî li her derê daye, lê tu encam bi dest nexistine. Prz. Dogan, bilêv kir ku di 16'ê tebaxê de rûniştina dozê heye û dê li heviya rûniştinê rawestin û ev yek jî wan dixe nava fikaran.

Seroke Akdenîz Goç-Der'ê ya Mêrsînê Selahattîn Guvenç, jî anî zimam ku Gegez bi hinceta beştarî merasima cenaze bû hate girtin û girtina wî li dijî hiqûq û mafên mirovan e. Gegez li gel 28 kesan hatibû binçavkirin û hatibû girtin. Gegez niha li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê tê girtin. Gegez li gel ku ji sedî 70 astengdar e û emeliyat bûye jî nayê berdan.

(mae)