1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Rêxistina Efûyê: Pakêteke komîk e
Rêxistina Efûyê: Pakêteke komîk e,rêxistina,efûyê,pakêteke,komîk,e

Rêxistina Efûyê: Pakêteke komîk e

A+ A-

09:10 04.10.2013

STENBOL (DÎHA) - Li hember "Pakêta Demokrasiyê" nerazîbûnek jî ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat. Dîrektorê Ewropa û Asyaya Navîn a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî John Dolhuîsem "Pakêta demokrasiyê" wek pakêteke komîk nirxand, Dîrektorê ŞaxaTirkiyeyê ya rêxistinê Murat Çekîç jî got, "Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêwîst e destpêkê aqûbeta kesên di bin çavan de hatine wendakirin bê diyarkirin û berpirsiyar bên cezakirin."

Nerazîbûnên li hemberî "Pakêta demokrasiyê" ya duşema borî ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve hat aşkerakirin zêde dibin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî nerazîbûn nîşanî "Pakêta demokrasiyê" da. Dîrektorê Ewropa û Asyaya Navîn a Rêxistinê John Dolhuisem, Lêkolerê Tirkiyeyê Andrew Gardner û Dîrektorê Şaxa Tirkiyeyê Murat Çekîç pakêt nirxandin. Lêkolerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Andrew Gardner têkildarî pakêtê got, "Bi pakêta demokratîkbûyînê re mixabin ji bo mafên tên binpêkirin tu gav nehatin avêtin. Ev ne tenê ji bo Parka Gezî, ji bo dadgehkirina berpirsiyarên cinayetên kiryarên wan nediyar û dîsa ji bo mirovên rastî êşkenceyan hatine li mafên xwe bigerin tu gaveke berbiçav nehat avêtin. Ev kêmasiyeke mezin e."

'Gavên pêwîst e bên avêtin hîn nehatine avêtin'

Dîrektorê Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Murat Çekîç jî anî ziman ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê hîn pir gavên ku pêwîst e bên avêtin hene û wiha berdewam kir, "Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêwîst e destpêkê aqûbeta kesên di bin çavan de hatine wendakirin bê diyarkirin û berpirsiyar bên cezakirin. Dîsa li Tirkiyeyê hîn jî gorên komî yên tên vekirin hene. Li hemberî kesên mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin polîs şîddetê bi kar tîne. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe pêwîst e ev binpêkirinên mafan ji holê bên rakirin." Çekîç her wiha diyar kir ku tenê metneke ku Serokwezîr xwendiye heye û ji ber vê mirov nikare vê wek "Pakêta demokrasiyê" bi nav bike û wiha berdewam kir, "Mînak wê di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) û Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de çi guhertin bên kirin? Divê em wan hemûyan bibînin."

'Ji bo hewldaneke dilnizm navekî pir mezin hatiye dayîn'

Dîrektorê Ewropa û Asyaya Navîn ya Rêxistina Efûya Navneteweyî John Dolhuîsem jî "Pakêta Demokrasiyê" wek pakêteke komîk nirxand û wiha got, "Yekemîn divê bi awayekî giştî di aliyê demokrasiyê de lê binêre. A duyemîn jî divê mirov di aliyê berpirsiyartiyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê lê binêre. Dema mirov di aliyê pêvajoya aştiyê de lê dinêre tê dîtin ku bersiv nedaye bendewariyan. Dema mirov di aliyê berpirsiyartiyên mafên mirovan de jî lê binêre jî, destûra perwerdeyê dayîn berpirsiyartiyek, bicihanîna şert û mercên perwerdeyê jî berpirsiyartiyeke duyemîn e. Li ser vî esasî hîn tu gav nehatine avêtin. Di rastiyê de gaveke, em nikarin nebêjin ne gaveke, lê belê di rêya ku diçe pêvajoya aştiyê de gaveke pir biçûk e. Ji bo hewldaneke dilnizm navekî pir mezin hatiye dayîn."

(yş/mae)