Rêxistina Efûyê: Çînê îxracata amûrên îşkenceyê zêde kir
BERLÎN 24.09.2014 06:21:50 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) xwest, Çîn dawî li hilberîna amûrên îşkenceyê yên ji bo welatên mafên mirovan lê tên binpêkirin, bîne. Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku di nava 10 salên dawî de hejmara kargehên amûrên îşkenceyê çêdikin bi 4 qatan zêde bûye.
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya bi weqfa bi navê Omega Research Foundation re weşand, li Çînê hilberîna amûrên îşkenceyê zêde dibe. Di raporê de hat ragihandin ku hejmara kargehên van amûran hildiberînin, di nava 10 salên dawî de ji 28'an derketiye 130'î. Di raporê de hat destnîşankirin ku amûrên îşkenceyê ji hikûmetê ji aliyê binpêkirina mafên mirovan ve derdikevin pêş re, tên firotin.
Li gorî raporê di nava amûrên îşkenceyê yên li Çînê tên hilberîn de cîhazên elektroşok, çoyên serî hesin, kelepçeyên giran ê ji bo stu û lingan hatine çêkirin hene, ku çêkirina van diviyabû hatibûn qedexekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku Çîn yekane welatê çoyê bi metal hatiye pêçandin û çoyê plastîk ê serî hes in çêdike ye. Hat ragihandin ku ev amûrên îşkenceyê bi giranî ji welatên weke Kamboçya, Tayland û Nepalê re tên firotin.
Di dewama raporê de hat gotin ku Çîn ji aliyê hilberîna bombeya çavan dişewitîne û fîşekên plastîk ve jî li pêş e û hat destnîşankirin ku ev amûrên mijara gotinê ji welatên lê li hemberî sivîlan tê bikaranîn re, tên firotin.
Rêxistina Efûyê ji Çînê xwest ku hilberîna amûrên di îşkenceyê de tên bikaranîn bi dawî bike û ji welatên Ewropayê jî hat xwestin, ku di bazirganiya van amûran de bend û pîvanên tund diyar bikin. Rêxistina Efûyê hişyar kir ku sererastkirinên li dijî îşkenceyê yên li Ewropayê hatine kirin, xwedî gelek kêmasiyan e.