Rêxistina Rojava alîkarî li Girê Spî belav kir
03.07.2015 08:15 Nûçe GIRÊ SPÎ – Rêxistina Rojava ya Alîkariyên Mirovî alîkarî ji 2 hezar parên alîkariyê 450 li malbatên Girê Spî belav kir. Dê belavkirina alîkariyan bidome.
Rêxistina Alîkariyên Mirovî ya Roajva û bi alîkariya Rêxistina Xwarinê ya Navnetewî 2 hezar par alîkarî ji kantona Cizîrî birin bajarê Girê Spî. Alîkarî bi 5 kemyonan hatin şandin. Piştî ku alîkarî gihiştin xebatên belavkirin li ser deftera malbatan hate destpêkirin. Di roja yekem de alîkarî li 450 malbatî hate belavkirin. Her parek alîkarî ji madeyên jiyanî yên wekî şekir, birinc, zêt, nan, fûl û madeyên paqijiyê pêk tê. Şêniyên herêmê kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya rêxistinên alîkariya kirin.
Têkildarî mijarê welatê bi navê Mihemed Reşîd ê ji pêkhateyê ereb kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku ew bi saya hêzên YPG’ê ji çeteyan rizgar bûne û got: ˮEm ji çeteyan xilas bûn. Dema çeteyan vir dagirkiribûn, bi tu awayî rê ne dida alîkariyan û pêdiviyên tenduristî jî ne tanîn herêmê.ˮ
Hevserokê Rêxistina Rojava Hember Husên destnîşan kir ku dê alîkariyan li hemû herêmên nû hatine rizgarkirin belav bikin. Hesen da zanîn ku dê alîkariyan di demeke nêzîk de li şêniyên Kobanê jî belav bikin.
(dc)
ANHA