Rêxistinên elewiyan: Em ê jî tevli greva birçîbûnê bibin
STENBOL (DÎHA) - Greva birçîbûnê ya dê sibê li Amedê ji bo "Hevdîtina bi Ocalan" re bê destpê kirin, ji saziyên elewiyan jî piştgirî hat. Serokê Giştî yê ABF'ê Bakî Duzgun da zanîn ew çalakiya 50 siyasetmedarên kurd bi hurmet pêşwazî kirin, dê heta dawiyê bi piştgiriya xwe li gel wan cihên xwe bigirin.
Di pêşengtiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê de bi dirûşma "Roj roja çalakiyan e" dê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bidin dest pê kirin. Çalakiya grevê ya bê dem û bê dorveger dê ji bo bi Ocalan re hevdîtin bê kirin tê dest pê kirin, ji gelên elewî jî piştgiriyê dibîne. Saziyên elewiyan bi daxuyanyekî diyar kir ku divê êdî bes zarokên vî gelî bimirin, dê heta dawiyê li gel gelên bindest têkoşîna hevpar bidin meşandin.
'Divê hevdîtin bi Ocalan re bên kirin'
Serokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Bulent Felekoglu destnîşan kir ku azadiya Ocalan ji bo gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn gelekî girîng e, ji bo Tirkiye ji vê rewşa xirab derkeve divê tecrîda li ser Ocalan bê bi dawî kirin. Felekoglu aşkera kir ku ew dê bi siyasetmedarên kurd re tevli greva birçîbûnê bibin.
Felekoglu got ku "Siyasetmedarên kurd neçarî grevê kirin, ji ber vê rewşê êdî li Tirkiyeyê siyaset nayê kirin, welat veguherandin girtîgeheke servekirî" û wiha pêde çû: "Ji ber van pêkanînan û ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan, siyasetmedarên kurd li meclisê nikarin siyasetê bikin û mecbûrî greva birçîbûnê hatin kirin. Bêguman ev helwesteke bi rûmet e. Di vê pêvajoya Yekitiya Hêzê de tişta ku bikeve ser milên elewiyan jî dê bê kirin."
'Greva birçîbûnê ji bo me bi qîmet e'
Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Bakî Duzgun jî da zanîn divê biryara 50 siyasetmedarên kurd ya çalakiya grevê baş bê xandin. Duzgun destnîşan kir ku êdî tu wateya parlamentoyê ji bo siyaseta kurd nehatiye hiştin û wiha axivî: "Li dijî hemû niheqiyan ev biryareke mafdar e. Ji bo me jî xwedî qîmet û girîngiyê ye."
Duzgun bi lêv kir ku ji bo çareserî û aştî pêk bê, greva birçîbûnê ya siyasetmedarên kurd xwedî wateyeke kûr e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wekî tevger mirovan di navenda hemû baweriyan de dibînin. Hemû hewldanên me jî ji bo aştiya vî welatî ye. Ji ber wê jî em çalakiya 50 siyasetmedarên kurd bi hurmet pêşwazî dikin. Em ê heta dawiyê piştgiriya xweya ji bo çalakiyê bidin nîşan."
Dê piştgiriyê bidin grevê
Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal Ganî Kaplan jî destnîşan kir ku gelê elewî demên borî jî li Ewropa û Tirkiyeyê ji bo gelê kurd piştgiriya xwe daye nîşan û ev tişt anî ziman: "Ji bo piştgiriya biryara çalakiyê em ê jî li herêmên xwe her roj bi rojekî piştgiriyê bidin çalakiyê."
(ms)