Rêxistinên kedê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
STENBOL (DÎHA) - Endamên sendîka û rêxistinên kedê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin û xwestin demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bi armanca tolhildanê ye û xwest bi lezgîn bi dawî bibe. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko jî anî ziman ku ji bo pêvajo ji cihê mayî dest pê bike divê berî her tiştî heyeta Îmraliyê biçe bi Ocalan re hevdîtin bike.
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên Ocalan nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji 5'ê Nîsanê heta niha jî zêdeyî 2 mehin heyeta Îmraliyê nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Ji ber ku tecrîda li ser Ocalan girantir dibe, heyet nikare biçe Îmraliyê û pêvajoya ku hatibû destpêkirin dîsa ber bi xetimandinê ve diçe, nûnerên sendikayên kedê bertekên xwe anîn ziman û xwestin demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe.
Ozgen : Bila tecrîd bi dawî bibe
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bi armanca tolhildanê ye û xwest bi lezgîn bi dawî bibe. Ozgen, da zanîn ku ji bo dewlet peyvira xwe ya hiqûqî pêk bîne divê berî her tiştî destûr bide ku parêzer biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin pêk bînin. Ozgen, destnîşan kir ku Ocalan mîmar û berpirsiyarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd e û heta tecrîda i ser Ocalan ranebe pêvajo pêş nakeve. Ozgen, xwest hikûmet der barê 10 xalên ku li Dolmabahçe bi raya giştî re hatin parvekirin jî gavên şênber bavêje û rê li pêş pêvajoya çareseriyê veke.
'Divê pêvajo ji cihê mayî ve bidome'
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko jî anî ziman ku ji bo pêvajo ji cihê mayî dest pê bike divê berî her tiştî heyeta Îmraliyê biçe bi Ocalan re hevdîtin bike. Beko, da zanîn ku gelê kurd Ocalan wekî vîn û rêberê xwe qebûl kiriye û ji bo vê yekê divê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Beko, xwest demek berî demekê heyet biçe bi Ocalan re hevdîtin bike û pêvajo ji nûve dest pê bike û wiha got: "Ger ku gelê kurd dibeje Ocalan Rêberê me ye û divê bi Rêberê me re li Îmraliyê hevdîtin bê kirin, wê demê divê ev daxwaza gel li ber çavan bê girtin. Ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê divê der barê 10 xalan de hevditin bê kirin û gavên şênber bên avêtin."
(mae)