1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rêxistinên olî bi fikar û gumanan in
Rêxistinên olî bi fikar û gumanan in,rêxistinên,olî,bi,fikar,û,gumanan,in

Rêxistinên olî bi fikar û gumanan in

A+ A-

Dewleta tirk di tekoşîna li hemberî doza kurdan de her tim ol ji xwe re dike amûr. Heta niha, dewleta tirk di MGK’ê de gelek biryarên di vî warî de girtiye. Piştî ku ev hemû hewldanên dewletê bi ser neketin, îca dest bi "wergirtina kadroyên melayan" kir. Hikûmeta AKP’ê plan dike ku hezar melayên ku ji medreseyan mezûn bûne, lê fermiyeta wan nîne, ji xwe re bigirin. Kesayet û rêxistinên kurd ên oldar der barê vê yekê de nêrînên xwe vegotin.

Serokê Giştî yê DÎVES’ê Zahir Aktaş, Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, Serokê Navenda Çandê ya Elewiyan a Hubyar Sultan Ali Kenanolu, Nunerê Amedê yê Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Zanayên Olî (DIYADER) Zahît Çîftkûran, nêrînên xwe yên der barê “pêşlêvekirina melayan” a hikûmetê de ji ANF’ê re vegotin.

‘DIYANETA KU WEAZ Û XUDBEYA KURDÎ QEDEXE DIKE NE SAMIMÎ YE’

Serokê Giştî yê DÎVES’ê Zahir Aktaş Ev xebata nû ya Wezareta Diyanetê balkêş e. Lê bi salane weaz û xudbeyên kurdî ji aliyê diyanetê ve hatiye qedexekirin. Ger armanca vê projeyê ew be ku bîrdoziya fermî ya dewletê bi riya melayan derbasî nava gel bike, em teqez li hemberî vê yekê ne. Em baş dizanin ku beriya niha jî di MGK’ê de biryarên li ser oldaran hatin dayîn. Em ji vê projeyê pir bi fikar in.

Di sala 2009 de bi fermana desthilatiya siyasî dest bi projeya “tefsîrên kurdî yên Qûranê” hate kirin. Piştî hilbijartinê ev yek ji holê hate rakirin. Bi salane daxwaza xudbe û weazê bi zimanê zikmakî bi salane ji aliyê DÎVES’ê ve têne pêşkêşkirin, lê heta niha ev daxwaz bê bersiv hatine hiştin.

Ji bo oldar bikaribin bi awayeke azad baweriya xwe bi cih bînin, divê Diyanet serbixwe û xwest be. Divê dewlet destê xwe ji qada ol bikişîne. Sûd û feydeya herî mezin ku em bikaribin bidin ol û diyanetê divê di makezagon ku de bibe pêkhateyeke xweser.

“DIVÊ RÊ BIDIN WEAZÊN KURDΔ

Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan jî diyar kir ku wî heta niha der barê mijarê de daxuyaniyeke aşkere nedaye û got; “Li gorî tişta ku em jê fam dikin, dixwazin kadrotiyê bidin kesên ku li herêmê ji medreseyan mezûn bûne û binirxînin. Tan diyar kir ku wezaret dixwaze di vê çarçoveyê de Şiîyên li Îdir û Qersê jî bigire nava kadroyê. Tan got; “Ger di vê çarçoveyê de be, erênî ye. Lê tişta em dixwazin divê siyaset nekeve nava vî karî. Divê pêşiya weazên bi kurdî bê vekirin. Min bi Bekîr Bozdag re hevdîtin pêk anî. Dibêje ‘tu astengî tune ye, yê dixwaze bi kurdî weaz bide.’ Me jî got wê demê giştînameyekê amade bikin û biweşînin. Her wiha, berê ol pir bi xirabî hate bikaranîn. Bila niha ne wisa be. Ger bêjin em ê kurdan bi ol bixapînin, em li hemberî vê yekê ne. Lê ger pêşî li kesên ji medreseyan mezûn dibin vebikin, ev yek erênî ye. Gelek kesên ku em nas dikin hene, ger wana bigirin nava kadroyê wê ev yek erênî be."

‘EV PROJE NE JI KURDAN RE Û NE JÎ JI TU KESÎ RE TU XÊR NAYNE’

Serokê Navenda Çandê ya Elewiyan a Hubyar Sultan Ali Kenanolu got; “Bi ya me divê dewlet xwe tevlî karê olî neke. Em vê yekê rast nabînin. Em li dijî serokatiya Diyanetê ne. Divê Diyanet bê girtin. Hebûna wê ne rast e. Kenanoglû diyar kir ku hikûmet bi vê projeya melayan dixwaze cerdevanên olî çê bike û got; “Çawa ku xwestin bi qorûciyên gundan zextê li gundiyan bikin, vê carê jî dixwazin bi riya projeya melaya gel di bin zextan de bihêlin. Li vî welatî du artêş hene. Ya yekem hêzên çekdar ên tirk û ya din jî serokatiya Diyanetê ye. Ji ber wê jî ev proje ne ji kurdan re û ne jî ji tu kesî re tu xêr nayne.

ANF NEWS AGENCY