'Rêya rawestandina DAIŞ’ê modela Rojava ye’
ARZÛ DEMÎR - STENBOL 20.06.2014 16:41:58 Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya PYD’ê Bashira Darwis diyar kir ku li Rojhilata Navîn tekane rêya pêşîgirtina li DAIŞ’ê, sîstema ku me li Rojava avakiriye. Em wekî hemû gelên li Rojava û Sûriyê dijîn, sînorên xwe diparêzin û piştî me hebûna DAIŞ’ê li ser sînorên xwe xelas kir; divê em li Sûriyê ji bo afirandina aramiyekî azadîxwaz, demokrat û wekhev tekoşînê bikin.
Şandekî Rojava ji bo hin hevdîtinên ligel hinek rêxistin û kesayetiyên di nava Konseya Netewî ya Sûriyê de encam bidin, ji 7’ê Hezîranê ve li Tirkiyê ye. Tevî hevdîtinên ligel Konseya Netewî, wê dawiya heftiyê tevlî kongreya HDK/HDP’ê bibin.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya PYD’ê Bashira Darwis ku di şanda Rojava de cih digre, bersiva pirsên me yên derbarê rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn de da.
Em dizanin hûn ji ber hevdîtinên ligel hinek rêxistinên Konseya Netewî ya Sûriyê li Tirkiyê ne. Armanca wan hevdîtina çiye? Gelo ev hevdîtin girêdayî pêşveçûnên dawî yên piştî êrişên DAIŞ’ê ne?
Armanca me ew e ku hemû mûxalifeta Sûriyê di bin banekê de kom bibe. Em di vî warî de hevdîtinan dikin. Dema em ji bo hevdîtinan hatin Tirkiyê, êrişên DAIŞ’ê dest pê kirin. Dibe ku ji ber vê yekê jî êriş kiribin. Ji bo em ligel wan hevdîtina çênekin. Ev hevdîtin ne duh an jî rojek berî wê hatine plankirin. Berî bi rojan hatibûn plankirin.
MÛXALEFETA SÛRIYÊ DEST BI DÎTINA REWŞA RAST KIR
Di vê rewşa ku êrişên DAIŞ’ê zêdebûne de, ev yek dibe sedem ku karê nêzîkbûna mûxalifeta Sûriyê hêsan bibe?
Belê, bi van êrişan dîtin ku êrişên DAIŞ’ê ne tenê li dijî kurdan e. DAIŞ kevneşopiyên berî hezar û 400 salan berdewam dike, dema jinek ser vekirî yan jî mêrek çixareyan vedixwe bibîne; kuştina wî helal dike. Xwediyê nêzîkatiyekê ye tecawîzkirina jin û keçan rewa dibîne. Bê guman ev zilma heyî, wan jî ferq kirin ku ne tenê li dijî kurdan û Rojava ye. Di vê mijarê de diyar kirin wan em fêmkirine.
Dema mirov van pêşveçûnên dawiyê bifikire, hûn wekî Rojava dikarin çi bikin?
Em ji 7’ê Hezîranê ve li Stenbolê ne. Ji ber wê sedemê em nizanin li Rojava çi plan û proje xîz kirine. Lê ez dikarim vê yekê bêjim; emê dîsa xwe biparêzin, emê hemû gelên li Rojava biparêzin. Meclisa Leşkerî ya Sûryaniyan jî daxuyanî da. Ew ji berî me, armanc in. Em dizanin wan jî di vî warî de mekanîzmeyeke parastinê pêşxistine.
DIVÊ DEWLETA TIRK Jİ BO ÇARESERIYÊ GAVAN BAVÊJE
Ji 19’ê Temûza 2012’an ve û piştî gelên Rojava dest danîn ser rêveberiyê, hûn ti guhertinekê di siyaseta Tirkiyê ya derbarî Rojava de dibînin?
Ez nikarim bêjim gelek hevdîtinên me ligel Tirkiyê hene. Bê guman şand ligel hev rûniştin, lê ne mimkune mirov bêje di nava peywendiyekî pir ciddî û geş de ne. Em wekî herêma Rojava rêveberiyekî girêdayî Sûriyê ne. Lê sînorên me ligel Tirkiye û Iraqê hene. Lewra em ligel van dewletan hevdîtinan dikin. Dema mirov temaşeyî êrişên DAIŞ’ê dike, ne tenê Rojava, Tirkiye û Iraq jî dibin gefan de ne. Daxwaza me ew e ku Rojava jî bixe navbera xwe û aştiyek were afirandin. Di vî warî de erka herî giring a dikeve ser milê Tirkiye, li hemberî bangên Rêber Apo pêngavên şînber bavêje û vê pêvajoyê pêş bixe ye. Herwiha bi berfirehbûna vê pêvajoyê re, hevdîtinên me yên ligel Tirkiyê jî wê sererast bibin.
Di rojên ku hûn li Tirkiyê ti hevdîtinên we ligel rayedarên dewletê çêbûn?
Di vê qonaxê de ti hevdîtinên me ligel rayedarên dewleta Tirk çênebûne. Kesên me ligel hevdîtin kirine, kesayetiyên ji mûxalifeta Sûriyê bûn. Em nizanin ji îro û pê de wê çi rûbide. Em ê sibe li Enqereyê tevlî kongreya HDK/HDP’ê bibin. Ger ji aliyê dewletê ve vexwendinek çêbibe, emê di nava xwe de binirxînin û biryarê bidin ka emê beşdar bibin an na. Lê berî her tiştî armanca hatina me ya vir hevdîtina ligel mûxalifeta Sûriyê bû.
Wekî şand, we daxwaza hevdîtinan kiriye?
Nexêr.
Piştî êrişên DAIŞ’ê, YPG û HPG’ê daxuyanî dan û diyar kirin ku dixwazin bi hev re herêmên kurdî biparêzin. Ev pêşveçûnên dawî, wê siyaseta PDK’ê ya ji bo Rojava biguherîne?
Bendewariyên gelê kurd eve; divê berî hemûyan Barzanî û PDK piştgiriya şoreşa Rojava bikin û nas bikin. Li hemberî banga YPG’ê ya ‘Em amadene gelê kurd li her derê biparêzin’ em li bendê bûn Barzanî jî daxuyaniyek wiha bide. Berî êrişên DAIŞ’ê, dergehê Sêmalka girtî bû. Bi awayekî fermî vekiriye, lê mirov nikare tam bêje vekiriye. Berî çend rojan pêwîst bû jinek ducanî ji bo tedawiyê çûba başûrê Kurdistanê. Lê bi saetan neçar bû raweste. Pir zehmete mirov bêje, bi giştî ambargo rabûye û dergeh vekiriye. Ji ber em niha li vê derêne, em nizanin li wir baş çi rûdide.
Hûn bi aramî hatin Tirkiyê? Mameleya li ser sînor çawa bû?
Roja yekemîn ji ber navên me ji dewleta Tirk re nehatibûn şandin, em paşde vegeriyan. Roja duyemîn jî heta êvarî em rawestiyan, piştî wê yekê me karî em derbas bibin. Li ser sînor ti gotinekî nexweş ji me re nehat gotin, lê em zêdetirî roj û nîvê hatin rawestandin û ji ber vê yekê em aciz bûn.
DAIŞ JI BO HEMÛ GELAN GEF E
Ger mirov temaşeyî pêşveçûnên dawiyê bike, wê li Sûriyê çi çêbibe? Hûn çi texmîn dikin?
Em mantiqê DAİŞ’ê dizanin. Rêxistineke bi mantalîteya berî hezar û 400 salan a ku xelîfeyê şîr di destê wan de tevdigerin. Li Şengalê êrişî kurdên Êzdî dikin. Li Rojava êrişî kurdên Misilman dikin. Di rastiya xwe de ji derveyî kesên weke wan, êrişî her kesê dikin. Ev metirsiyekî pir mezin e. Dikarin li hemberî hemû gelan komkujiyê mezin bikin.
Wê çawa werin rawestandin? Hikûmeta Iraqê bang li rêveberiya Amerîka kir ku ‘Êrişên hewayî’ li dijî DAIŞ’ê encam bidin. Gelo çareserî ev e? DAIŞ çawa dikare were rawestandin?
Li Rojhilata Navîn tekane rêya pêşîgirtina li DAIŞ’ê, sîstema ku me li Rojava avakiriye. Em wekî hemû gelên li Rojava û Sûriyê dijîn, sînorên xwe diparêzin û piştî me hebûna DAIŞ’ê li ser sînorên xwe xelas kir; divê em li Sûriyê ji bo afirandina aramiyekî azadîxwaz, demokrat û wekhev bi tekoşînê bikin. DAIŞ rêxistineke tenê berjewendiyên xwe li ber çav digire û ji aliyê hêzên emperyalîst ve piştgiriya wan tê kirin. Em dizanin ji Fas, Cezayîr û heta Guantanomayê hinek mirovan tênin û li vir berdidin mirovan. Lê bersiva herî giring a were dayîn ew e ku hemû gel xwe birêxistin bikin, destûrê nedin hebûna hêzên emperyal û misilmanên radîkal.